Çerkezên ku pêşî di serdema Rûsyaya Çarî de ber bi Osmaniyan ve, paşê jî piştî Serhildana Çerkez Ethem ber bi bajarên Kurdistanê ve hatin koçberkirin, ji ber polîtîkayên bişavtinê ziman û çanda xwe winda dikin.
Çerkezên ku gelekî Kafkasyaya Bakur in, di sala 1864an de ji aliyê Rûsyaya Çarî ve rastî qirkirineke hovane hatin ku wekî “Tsitsekun” tê binavkirin û bû sedema mirina bi sed hezaran kesan. Li gorî qeydên Osmaniyan, di dema vê qirkirinê de (dora sala 1879an) nêzîkî milyonek Çerkez derbasî xaka Osmaniyan bûn, lê nêzî nîvê wan li ser deryayan û ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, Çerkez vê carê bûn hedefa polîtîkayên asîmîlasyon û zextên li Tirkiyeyê. Piştî Serhildana Çerkez Ethem a ku di Kanûna 1920an de dest pê kir, Çerkez bi hinceta “piştgirîdayîna serhildanê” bi salan bi polîtîkayên komkujî û koçberkirinê re rûbirû man.
Gelek Çerkezên ku li herêma Marmara û Rojavayê Anatoliyê dijiyan, an ber bi bajarên rojhilatê Anatoliyê ve an jî ber bi Kurdistanê ve hatin mişextkirin. Îro nifûsa Çerkezan herî zêde li Tirkiyeyê ye, lê tenê ji sedî 20-25ê Çerkezan zimanê xwe yê zikmakî dizanin.
Çerkezên Mûşê
Çerkezên ku piştî sirgûnê bi taybetî ber bi Mûş, Erzirom û Bedlîsê ve hatin şandin, li vir li gund û navçeyên cuda hatin belavkirin. Bi deh hezaran Çerkezên ku neçar man koçî navçeya Kopê ya Mûşê bikin, li gundên Ermeniyan hatin bicihkirin ku berê xelkê van gundan di Komkujiya Ermeniyan de hatibûn sirgûnkirin. Çerkezan li vir 5 gundên cuda avakirine û bi salan e li van deran jiyana xwe didomînin. Çerkezên ku li navçeyê bi rengekî ziman û çanda xwe parastin, bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê debara xwe dikin. Çerkezên ku li gorî gotina xwe “hem ji bo asîmîlekirina xwe hem jî ji bo asîmîlekirina Kurdan” ber bi van herêman ve hatine sirgûnkirin, li gorî Çerkezên li bajarên din ên Tirkiyeyê bêtir girêdayî zimanê xwe mane. Lê belê zimanê Çerkezî di nav nifşên nû de her ku diçe winda dibe û tenê li gundên ku nifûsa Çerkezan lê heye tê axaftin. Li van gundan jî temenê kesên ku bi Çerkezî dizanin piranî bi ser 40î re ye.
Çerkezên ku hatine Kopê, di encama têkiliyên germ ên ku bi Kurdan re danîne de, di nava demê de tevî zimanê xwe û Tirkî, Kurdî jî fêr bûne û çanda Kurdî pejirandine. Lê belê Çerkezên li Kopê yên ku îro jî ji bo ziman û çanda xwe ya di bin rîskê de ne têdikoşin, li bersiva pirsa “ka dê li dijî asîmîlasyonê çawa têkoşînekê bidin” digerin.

‘Çerkez miletekî xwedî kok in’
Gundê Karaagilê, yek ji wan 5 gundên mezin e ku Kurd û Çerkez tê de bi hev re dijîn û piraniya wan bi zaravayê Osetî yê Çerkezî diaxivin. Mecbûre Kabadayi (50) ya ku li gund dijî û bi xwe Kurd e, diyar kir ku ew piştî zewaca bi hevjînê xwe yê Çerkez re li gund bi cih bûye û li vir fêrî Çerkezî bûye. Mecbûre Kabadayi ya ku hem Kurdî hem jî Çerkezî hînî zarokên xwe kiriye û got: “Çerkezî zimanekî pir xweş e. Ez piştî ku hatim vir fêr bûm. Bi çand û rûmetên xwe re bi rastî jî gelekî xwedî kok in.”

Hem bi çanda Kurdî hem jî bi çanda Çerkezî mezin bûne
Gundê Kurganli (Simo) jî yek ji gundên ku Kurd û Çerkez bi hev re lê dijîn e. Fahrettîn û Şaban Topçu yên birayê hev in ku li vî gundî dijîn, anîn ziman ku ew hem bi çanda Kurdî û hem jî bi çanda Çerkezî mezin bûne. Malbata ku di sala 1930yî de koçî gundê ku bi navê xwe yê ji Ermeniyan mayî “Simo” tê naskirin kiriye, behsa wê yekê kir ku wan li vê derê ligel Kurdên Êzîdî yên ku ji Silopiyê hatine, bi her du çandan mezin bûne.
Ji birayan Fahrettin Topçu (62) diyar kir ku ew ji diya xwe ya Kurd Kurdî, ji bavê xwe yê Çerkez jî Çerkezî fêr bûne. Fahrettîn Topçu da zanîn ku ev zimanê ku ji zarokatiyê ve diaxivin bi demê re winda dibe û wiha pê de çû: “Em ji Kafkasyayê hatin Sivan Uzunyaylayê. Ji wir jî me koçî vir kir. Dewletê em şandin vir.”

‘Kî naxwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne?’
Fahrettîn Topçu anî ziman ku ji ber şert û mercên jiyanê yên xirab piraniya kesên ku koçî vir kirine ber bi metropolên Tirkiyeyê ve belav bûne û got: “Di nav Çerkezan de rûmet û edet xwedî cihekî pir giring e. Rêzgirtina me ya ji bo piçûkan cuda û ji bo mezinan cuda ye. Lê îro êdî pîrozbahiyeke me ya taybet nemaye. Em di şahiyên xwe de hewl didin çanda xwe zindî bihêlin. Me nexwest ku em her yek li aliyekî belav bibin. Me dixwest Çerkez bi hev re bin. Ev yek dilê me diêşîne. Kî naxwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne?”
Şaban Topçu jî da zanîn ku ji ber ku civak belav bûye, ew êdî nikarin çanda xwe bijîn û wiha got: “6 baskên Çerkezan hene. Piraniya zarokên me bi Çerkezî nizanin. Me jî dixwest ku em zimanê xwe li her derê biaxivîn, lê mixabin em belav bûne.”
Li gel Kurdên Êzidî jiyan e
Adnan Durmuş ê ku li Bajarokê Hamzaşeyhê dijî, diyar kir ku wan li gundê xwe ligel Kurdên Êzîdî jiyane û got: “Em bi eslê xwe ji nifşê Şêx Şamil in. Bavê min û birayên xwe 3 kes tên vir. Lê yek ji birayan li ber xwe nade û vedigere, diçe welatê xwe.”
‘Me ew êş bi hev re dîtin’
Adnan Durmuş bal kişand ser wê yekê ku piştî Çerkez Ethem, Çerkez hatine koçberkirin û destnîşan kir ku ne rast e Çerkez Ethem wekî “îxanetkar” bê binavkirin. Adnan Durmuş anî ziman ku heta koçberkirina Çerkezan a ber bi Kurdistanê ve, her tim çîrokên wan ên bi êş ên sirgûnê hebûne û wiha got: “Di wan serdemên ku em dihatin sirgûnkirin de, Kurd jî dihatin sirgûnkirin. Me ew êş bi hev re jiyan. Wesayît tune bû, kamyon tune bû. An li ser pişta hespan an jî peyatî koç kirine.”

Jiyana bi 3 ziman û 2 çandan
Hasan Erdem (70) ê ku ew jî ji gundê Karaagilê ye, ev demeke dirêj e, ligel malbata xwe koçî navenda Mûşê kiriye. Hasan Erdem ê ku diya wî Kurd û bavê wî Çerkez e, anî ziman ku ew bi 3 ziman û 2 çandan mezin bûye. Hasan Erdem diyar kir ku piştî serhildanê ew pêşî ber bi Qeyseriyê û paşê jî ber bi gundê wan ê niha ve hatine koçberkirin û destnîşan kir ku tiştên ku gelê Çerkez rûbirû maye, hîn jî di bîranînan de zindî ye. Hasan Erdem got ku wan bi salan karibûye çand û rûmeta xwe biparêzin û bi taybetî nîzama leşkerî ya ku hîn jî di lîstikên wan ên çandî ên wekî govend-lîstikên Çerkezî de tê domandin, bîranîn û êşa rabirdûyê ye.

Banga rêxistinbûnê
Hasan Erdem diyar kir ku di pêvajoya heyî de Çerkezan dest bi windakirina zimanê xwe kirine û ji bo vê yekê bang li rêxistinbûnê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro hinek komele hatine vekirin, lê ev komele bi temamî nûnertiya me nakin. Ew rûmet, edet û urfên me bi temamî li xwe nagirin. Divê em çanda xwe biparêzin. Mînak, mîna birayên me yên Kurd û birayên me yên Laz ên li dora me, divê em jî têbikoşin û xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Divê em vê yekê bixwazin û bişopînin.”





















