• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

    Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Komkirina çekan tê wateya domandina fermanê

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Komkirina çekan tê wateya domandina fermanê

    Şengalî: Dest ji pîlanan berdin, îradeya me nas bikin

    Şengalî: Dest ji pîlanan berdin, îradeya me nas bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

    NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

    Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Komkirina çekan tê wateya domandina fermanê

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Komkirina çekan tê wateya domandina fermanê

    Şengalî: Dest ji pîlanan berdin, îradeya me nas bikin

    Şengalî: Dest ji pîlanan berdin, îradeya me nas bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cilên yek reng û yek tîp li girtiyan ferz dikin

Mehmet Alî Ertaş /AW

1 SIBAT 2025 - 10:08
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Hevseroka MATUHAY-DERê Dîlek Sonmez Demîr, bal kişand ser zext û binpêkirinên mafên girtiyan ên li herêma Marmarayê û anî ziman ku her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û cilên yek tîp û yek reng li girtiyan ferz dikin.

Li girtîgehan her ku diçe binpêkirinên mafên girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku cezayên wan diqetin nayên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtî nikarin ji mafên xwe yên tenduristî, ragihandin, civakî, çandî û werzîşê sûdê bigirin. Li girtiyan cilên yek tîp û yek reng ferz dikin. Li herêma Marmarayê jî zextên li ser girtiyan zêde dibin. Li herêma Marmarayê 19 girtigeh hene. Di demên dawî de herî zêde li Girtîgeha Sakaryayê binpêkirina mafan zêde bûne. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, Kandira, Gebze û Edîrneyê binpêkirina mafan zede bûne. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hefteyên dawî de binpêkirina mafan gelek zêde bûne. Dema malbat diçin zarok û xizmên xwe ziyaret dikin rastî gelek binpêkirinên mafan tên.

Li nava porên jinan dinerin

Têkildarî binpêkirinên mafan Hevseroka MATUHAY-DERê Dîlek Sonmez Demîr, agahiyên girîng dan. Dîlek Sonmez Demîr, anî ziman ku berê bi robokopan bi ser menzelên girtiyan de digirtin û alavên wan ên herî taybet jî lêgerîn dikirin û wiha got: “Di demên dawî de lêgerîn zêdetir kirine. Li nava porên hevalên jin digerin û li hundirê devê wan dinerin. 3 hefte berê dema hevalên jin ên girtî derdikevin hevdîtina malbatan, dixwazin pêlavên wan ji piyên wan derxin û lêgerîn bikin. Lê girtiyên jin vê yekê qebûl nakin. Ji ber vê yekê girtî derketina hevdîtina malbatan red dikin. Malbatên ku diçin hevdîtinê bêyî girtîgehên xwe bibînin paşve vedigerin. Hefteyên piştî wê dîsa zor li girtiyan kirin ku li nava porên wan, li hundirê devên wan û pêlavên wan lêgerîn bikin. Lê girtiyên jin ev sepanên girtîgehê red kirin. Ji ber vê yekê girtî vê carê bi şimik û goreyan derdikevin hevdîtina malbatan. Hefteya borî dîsa xwestin girtî cilên yek rengî li xwe bikin. Dema girtiyên jin hinceta vê yekê dipirsin, rayedarên girtîgehê dibêjin ‘Leşkerî jî cilên yek tîp li xwe dikin. Ji niha û şûnde vir ji dê cilên yek tîp li xwe bike’

Dîlek Sonmez Demîr anî ziman ku girtî tên tecrîdkirin û wiha axivi: “Li Girtîgeha Sakaryayê jî binpêkirin zêde ne. Ava girm nadin girtiyan. Girtî bi ava sar firax û cilan dişon. Dîsa bi ava sar serê xwe dişon. Gefa ‘Em ê we (girtiyên siyasî) bavêjin nava girtiyên edlî’ li girtiyan dixwin.”

Nikarin ji mafê tenduristî, civakî, çandî û ragihandinê sûdê bigirin

Dîlek Sonmez Demîr bal kişand ser Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî û ev agahî parve kir: “Kesên ku hatine girtin, ziman, bawerî, nijad û rengê wî çi dibe bila bibe, xwedî mafe ku ji hemû mafên gerdûnî yên mirovan sûdê bigirin. Lê mixabin ev danezana mafên mirovan a gerdûnî li Tirkiyeyê derbas nabe. Mafên girtiyan ên tenduristî, civakî, çandî, perwerde û atolyeyan heye. Divê ev mafên wan bên parastin. Dîsa divê sûdê ji mafên rojname, radyo û tv yan bigirin. Girtî ji mafên xwe yên ragihandin, tenduristî û civakî sûdê nagirin. Girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Nikarin ji mafên atolyeyan sûdê bigirin. Girtî ji hemû mafên xwe yên çandî û civakî hatine dûrxistin. Bi taybetî mafên girtiyên siyasî tên binpêkirin. Girtî tenê ji mafên hevdîtina malbatan dikarin sûdê bigirin. Ew jî malbat mehê carekê dikarin biçin hevdîtina vekirî. Girtî tenê dikarin ji mafê hevdîtina girtî û telefonê sûdê bigirin. Girtî ji mafên xwe yên perwerde, tenduristî, atolye, werzîşê şûdê nagirin.”

Li Herêma Marmarayê girtiyên nexweşên zêde ne. Nêzî 600 girtiyên nexweş hene. Ji nava van girtiyan nêzî 250-300 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran hene. Girtiyên ku rewşa wan giran in, li gel raporên wan hene jî nayên berdan. Her çend raporên ‘Nikarin li girtîgehê bimînin’ hene jî nayên berdan. Girtiyên ku cezayên wan qediya ne û nayên berdan hene. Her ku diçe hejmara girtiyên ku cezayên wan qediyane û nayên berdan zêde dibin.

Dixwazin girtiyan ji jiyanê qut bikin

Dîlek Sonmez Demîr bal kişand ser sedema neberdana girtiyên siyasî û wiha pêde çû: “Çima nayên berdan. Girtiyên xwedî fikrên siyasî ji ber fikrên xwe nayên berdan. Ji ber ku poşmantiyê qebûl nakin û vîna xwe teslîm nakin nayên berdan. Bi hincetên pûç li gel cezayên wan qediya ne jî nayên berdan. Ev polîtîkayên keyfî ne. Dixwazin vîna wan ji destê wan bigirin. Dixwazin wan ji malbatê û civakê qut bikin. Dixwazin girtiyan ji jiyanê qut bikin. Ji ber vîna xwe teslîm nakin nayên berdan. Girtî niha tenê dikarin bi rêya ziyaretên malbatan û hevdîtinên telefonan bi derve re têkiliyê dînin. Girtî nikarin ji rojname, tv û radyoyên ku ew dixwazin sûdê bigirin. Radyo, televîzyon û rojnameyên ku girtîgehê diyar kirine tên temaşekirin û guhdarkirin. Radyo, rojname û kovarên ku girtî dixwazin, bi hinceta yên rêxistinê ne nadin girtiyan. Tenê weşanên pergalê didin girtiyan û têkiliya girtiyan ji derve qut dikin. Dîsa pirtûkên ku girtî dixwazin jî bi awayekî keyfî tên astengkirin. Rêveberiya girtîgehê pirtûkên ku dixwazin didin û yên naxwazin nadin girtiyan. Pirtûkên ku girtiyan ji me xwestibûn, me ji wan re şand, lê mixabin ew pirtûkên ku me ji wan re şandin, nedan wan”

Li gorî Danezana Gerdûnî, divê hemû mafên girtiyan bên parastin. Divê rêveberiya girtîgehê hemû mafên girtiyan pêşwazî bike û biparêze. Lê mixabin em li Tirkiyeyê dijîn û rejîma Tirkiyeyê van mafan qebûl nake. Dixwazin vîna girtiyan bişkîne û têkiliya wan a derve qut bike û îzole bike.

Dîlek Demîr bal kişyand ser girtiyên ku malbatên wan dûrî wan in û ev agahî parve kir: “Li girtîgehên Marmarayê girtî dûrî malbaten xwe ne. Malbatên van girtiyan li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê hene. Herî zêde malbatên wan li Kurdistanê ne. Ji bo têkiliya malbatan û girtiyan qut bikin wan sirgunî girtîgehên dûr dikin. Bi taybetî yên malbatên wan li Kurdistanê wan sirgûnî Bolû, Çorum, Tekîrdag, Kandira û girtîgehên din dikin. Di van şert û mercan de ziyareta malbatan gelek zor e. Di aliyê maddî û fizîkî de pir zor e. Derfetên malbatan tune ku her meh biçin girtiyan ziyaret bikin. Hin malbat 2 mehan carekê, hin malbat 3 meh carekê dikarin biçin girtiyan bibînin. Bi her awayî dixwazin di navbera malbat û girtiyan de qutbûnê çêkin. Em çiqas di aliyê aborî de bibin alîkar jî derfet têr nakin.”

Li nava porên jinan dinerin

Dîlek Sonmez Demîr, bal kişand ser zextên li ser girtiyên jin û wiha got: “Binpêkirina mafên jinan bêtir zêde ne. Bi taybetî li Girtîgeha Bakirkoyê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibe. Li nava porên wan, devê wan û pêlavên wan dinerin. Ev sepanek keyfî ye. Sedema vê yekê tecrîd e. Dixwazin tecrîdê girantir bikin. Dixwazin girtiyan îzole bikin. Tecrîda ku 26 salin li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin, dixwazin li hemû girtîgehan belav bikin.”

Dilek Sonmez Demir bal kişand ser têkoşîna xwe ya li dijî van binpêkirinan u wiha got: “Sala par nobeta edaletê hebû. Hamleyek hebû. Piştî hamleye Nobeta Edaletê hebû. Piştre girtiyan dest bi girevê kir. Piştre li ber girtîgehan çalakiya rûniştinê hatin lidarxistin. Hemû li ser daxwazên malbatan ev çalakî pêk hatin. Heta astekê encam hatin girtin. Bi van çalakiyan me xwest tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tên meşandin bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Ev têkoşîna me didome. Li gorî pêvajoyê û şertan rê û rêbazên têkoşîname jî tên gurertin. Lê têkoşîna me dê bi rêbazên cuda berdewam bikin.”

Dîlek Sonmez Demîr herî dawî ji bo raya giştî ev bang kir: “Em li vir bang dikin. Werin em bi hevre wekî civak rê li pêşiya vê kaos û şer bigirin. Em dest bidin hev û bi piştevniya hev dikarin rê li pêşiya vî şerî û vê kaosê bigirin. Em dikarin rê li pêşiya qirkirina ekolojî, qeyrana aborî, qirkirina zarok û jinan, qirkirina sewalan bigirin. Em dikarin jiyanek azad û siberoja azad,cîhanek aram û azad ava bikin. Em destê xwe bidin hev û bibin yek em dikarin hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin û şer bi dawî bikin”

Etîket: cilDîlek Sonmez DemîrgirtigirtîgehmafMarmarapêlavtecrid
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

19 SIBAT 2026
Demê destbendkerdişê muxabîrê ma Orûçî ame dergkerdene

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ev 30 roj in girtî ye

16 SIBAT 2026
Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

15 SIBAT 2026
Girtiyên siyasî yên Kurd: Tekane rê berxwedan e

Girtiyên Apoyî: Divê em li dijî planên komplogeran li ser piyan bin

14 SIBAT 2026
Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

2 SIBAT 2026
SOHR: Hikûmeta demkî 5 girtî bi îşkenceyê kuşt

SOHR: Hikûmeta demkî 5 girtî bi îşkenceyê kuşt

30 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Galîçyayê Mîguel Paz: Em li rex gelê Kurdistanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber stranên Kurdî 5 salan girtî ma: Zext û qedexe hunerê didin afirandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mehmet Alî Ertaş hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PSKê tifaqa hêzên Kurdistanî yên li Rojhilat pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (857)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne