• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DADSAZ hewl dide termînolojiya têgehên hiqûqî biafirîne

Bazîd Evren / AW

7 COTMEH 2025 - 09:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – DADSAZ ku bi armanca pêşvebirina lîteratûr û termên hiqûqê hatiye damezrandin, her hefte roja Çarşemê li avahiya xwe “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” li dar dixe û armanc dike ku bingeheke termînolojiya têgehên hiqûqî yên Kurdî çêbibe.

Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) ku li Wanê bi armanca pêşvebirina lîteratûr û termên hiqûqê hatiye damezrandin, her hefte bi bernameya “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” hewl dide termên hiqûqê di nava jiyana rojane de jî belav bike. DADSAZ, her hefte roja Çarşemê li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi mijarên cuda yên hiqûqê û tevlibûna parêzeran nîqaşan dimeşîne û armanc dike ku term û lîteratûra hiqûqa Kurdî pêş ve bibe. Her hefte parêzerek li ser mijarekê lêkolîn dike û di roja civînê de jî civatê digerîne. Parêzerên ku tev li civînê dibin, li ser mijarê agahî û zanyariyên xwe vedibêjin û mijarên nehatî fêmkirin jî ji hev dipirsin.

‘Armanc standardîzasyona termînolojiya hiqûqa Kurdî ye’

Hevserokê DADSAZê Sîpan Gokhan derbarê bernameya “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” de axivî û da zanîn ku sazî, dezgeh, fakulte, zanîngehên Kurdan nîn in ku pratîka hiqûqa Kurdî bikin. Sîpan Gokhan anî ziman ku wan piştî çend salên perwerdehiya hiqûqê hewl dane ku wan têgeh û mijarên hiqûqê li ser maseyekê nîqaş bikin. Sîpan Gokhan destnîşan kir ku ew hewl didin têgehên ku hînbûne bi kar bînin da ku ji bo standardîzasyona termînolojiya hiqûqa Kurdî bingehekî xwe çêbibe û got: “Ya din jî em dixwazin weke jargonekê hiqûqî jî di nava me de pêşbikeve. Bi vê armancê me gava Maseya Niqaşên Hiqûqî avêt.”

‘Di qanûnên desthilatan de ji bo Kurdan ti tişt nehatiye nivîsîn’

Sîpan Gokhan da zanîn ku ew weke komele biryara mijarên nîqaşan didin û anî ziman ku ew di diyarkirina mijarên nîqaşê de nakokiyên hiqûqî yên rojane jî li ber çavan digirin. Sîpan Gokhan bi domdarî wiha got: “Weke mînaq me li ser mijara mafên jinan nîqaşek meşand, li ser mijara ziyan û qerebû ku di hiqûqa girêbestan de gelek girîng in, jî me nîqaş kir. Dema em li dîrokê dinêrin di nava me Kurdan de deqên nivîskî gelekî kêm in. Hema bibêje ji aliyê hiqûqê ve tiştekî nivîskî nîne. Kurd hêj jî gava bazirganiyekê dikin, bi devkî girêbestan çêdikin. Lewma di vî alî de gelek kêmasiyên me Kurdan hene ku bi nivîskî nehatiye mîsogerkirin. Ji ber vê yekê di qanûnên desthilatên Kurdan de ji bo mafê Kurdan ti tişt nehatiye nivîsîn.”

‘Di mijaran de hiqûqên serdestên Kurdan û yên navneteweyî li ber çav digirin’

Sîpan Gokhan destnîşan kir ku “Maseya Nîqaşên Hiqûqî” bernameya yekemîn a DADSAZê ye û di nava parêzeran de jî gelek eleqeyê dibîne. Sîpan Gokhan diyar kir ku ev nîqaş tenê rûbirû nayê kirin û wiha pê de çû: “Bi ser Zoomê jî tê parvekirin û hiqûqnas û parêzerên Kurd ên hemû cîhanê dikarin tev li bibin. Ji xwe yek jî armanca DADSAZê standardîzasyona termînolojiya hiqûqa Kurdî ye û ji ber vê çendê dê bernameyên me bidomin. Mijara vê hefteyê jî delîl û delîlên sizayî (cezayî) ne û dê hevseroka me Zeynep Kûtlûk pêşkêş bike û civatê bigerîne. Parêzerên beşdar dibin jî ne pasîf in, bi awayekî aktîf tev li nîqaşan dibin û fikir û ramanên xwe dibêjin. Ne tenê hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê, em di mijarên xwe de hemû hiqûqên serdestên Kurdan û navneteweyî li ber çav digirin. Di zanîngehan de kîjan mijar tên hînkirin û nîqaşkirin, li DADSAZê jî heman mijar tên nîqaşkirin. Her wiha em nakokiyên rojane jî li ber çawan digirin û nîqaş dikin.”

‘Divê parêzerên Kurd tev li DADSAZê bibin’

Sîpan Gokhan di dawiya axaftina xwe de bang li parêzerên Kurd kir û ev tişt got: “Navneda DADSAZê Wan e, lê belê bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê, bajarên din jî endamên me hene. Parêzerên ku meraq û motîvasyona wan ji bo hiqûqa Kurdî hebe, me divêt xwe bigihînin me. Li ser rûpelên me yên medyaya dîjîtal û gelek rêbazên din dikarin xwe bigihînin me. Ji aliyê têgehan ve hiqûqa Kurdî gelekî berfireh e û têgehên Kurdî ji yên Tirkî zêdetir in. Ankû zimanê Kurdî têra hiqûqê dike û tenê divê em pêşve bibin. Lewma divê parêzerên me yên Kurd bên tev li DADSAZê bibin û xebatên me mezintir bikin.”

‘Li Rojhilata Navîn Kurd weke terorîst tên pênasekirin’

Endam û rêveberê DADSAZê parêzer Kadîr Kûtevî ku di hefteya borî de civatger ango pêşkêşvanê “Maseya Nîqaşên Hiqûqê” bû, anî ziman ku wan di pêvajoya avakirina DADSAZê de her parêzerekê/î ji xwe re mijarek lêkolînê jê girtiye. Kadîr Kûtevî diyar kir ku wî jî mijara tawanên sizayî yên li dijî dewletê ku ji bo Kurdan mijareke gelek girîng e, jê girtiye û got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Kurd gelek caran weke ‘terorîst’ tên pênasekirin, lewma min di mijara xwe ya nîqaşê de li ser ‘Kurd çawa tên darizandin, bi kîjan xalê tên darizandin, kîjan xal hatiye guherîn, rewşa Kurdan û PKKê ya di hiqûqa Rojhilata Navîn û navneteweyî de çiye hwd.’ civat gerand.”

‘Em dixwazin her Kurdek bê van civînên me temaşe bike’

Kadîr Kûtevî anî ziman ku Kurdî weke behrê ye û ew niha karekî dîrokî dikin. Kadîr Kûtevî bi lêv kir ku ew gelek sûdekî mezin ji karûbarên DADSAZê digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû civînên me bi kêfxweşiyeke mezin derbas dibe. Em dixwazin her Kurdek bê van civînên me temaşe bike û sûdê jê bigire. Me dest bi vê xebatê kirî heta niha, em her herfte li ser mijarekê diaxivin û nîqaşan dikin. Di destpêkê de hinekî tirsa me hebû. Me digot ku hiqûqa Kurdî tiştekî zanistî ye û dibe ku zehmet derbas bibe, lê belê gelekî hêsan e. Hêviya me ew e ku em rojekê hiqûqa xwe bi zimanê xwe pêk bînin.”

Etîket: DADSAZKurdîMaseya Nîqaşên Hiqûqîtermên hiqûqê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

9 NÎSAN 2026
CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

CASENE: Weşana hinek dezgehan şerê navxweyî gur dikin

8 NÎSAN 2026
MED-DERê belgeyên pêşdibistanê dan xwendekaran

MED-DERê belgeyên pêşdibistanê dan xwendekaran

5 NÎSAN 2026
Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

20 ADAR 2026
Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

26 SIBAT 2026
Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Ji bo betalkirina JESê biryareke fermî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çiyayê Meqamê bi guldexwînan xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Mûş û Gimgimê herifî lê ev 4 meh in nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (548)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne