• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dengbêjê ciwan bi kilamên xwe dilê çalakvanan germ kir

Bazîd Evren / AW

15 SIBAT 2025 - 08:02
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Dengbêjê ciwan Kava Înal ku bi kilamên xwe dilê çalakvanên di nobeta li dijî hewldana qeyûm de cih digirt xweş dikir, got: “Ez kilamên xwe ji bo vîna xwe dibêjim û emê vîna xwe biparêzin.”
Gelê Wanê li dijî hewldana qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 5 rojan li pêş avahiya şaredariyê nobet girt. Piştî biryara 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya derbarê hevşaredar Abdullah Zeydan de hatiye destpêkirin, gel 5 roj berê li pêş avahiyaşaredariyê kom bûn û dest bi nobetê kirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran gelê Wanê li pêş şaredariyê nobet girtin ku qeyûm tayîn nekin. Lê tevî çalakiya gel jî dîsa serê sibê qeyûm tayîn kirin. Polîsan serê sibê bi ser avahiya şaredariyêde girt û 6 jê rojnameger zêdeyî 100 kesan binçav kirin. Di çalakiyên 5 rojan de dengbêjê ciwan Kava Înal jî di nava gel de cih girt û bi stranên xwe piştgirî da gel.
‘Ji zarokatiya xwe ve kilaman dibêje’

Dengbêjê ciwan Kava Înal ku 18 salî ye, ji navçeya Şaxê ya Wanê ye û ji zaroktiya xwe ve kilaman dibêje. Bav, dapîr, bapîr, di malbata Kava Înal de gelek dengbêj hene. Kava Înal jî ji wan hînî kilam gotinê bûye. Kava Înal, herî zêde ji Dengbêj Şakiro (Şakîr Denîz) hez dike û hemû kilamên Şakiro ji ber dizane. Kava Înal, ev 3 roj in di nobeta li dijî hewldana qeyûm de ye û kilamên xwe bi dengeke bilind dibêje.

‘Em naxwazin qeyûm tayînî vir bikin’

Kava Înal ê ku ji bo Ajansa Welat axivî, diyar kir ku ew naxwazin qeyûm tayînî li ser şaredariya wan bê kirin û got ku ew ji bo vîna xwe hatiye ber şaredariyê. Kava Înal, destnîşan kir ku ew naxwaze gelê Wanê tenê bihêle û got: “Em ji bo vîna xwe û gelê xwe li vir in. Em qeyûm naxwazin, şaredarî me bi dest xistiye. Ez kilamên xwe jî, ji bo vîna xwe, ji bo gelê xwe dibêjim. Gava ez kilaman dibêjim gelek kêfa milet jî bi min tê. Em aştiyê, aramiyê dixwazin. Em tiştên wiha qebûl nakin û qasî em sax bin, em ê ji bo gelê xwe bixebitin û em vîna xwe ji bo wan nahêlin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

23 HEZÎRAN 2026
Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

23 HEZÎRAN 2026
Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

23 HEZÎRAN 2026
Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

23 HEZÎRAN 2026
‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

23 HEZÎRAN 2026
‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (629)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne