Êrişên li ser goristanan projeyeke îdeolojîk e. Ev êriş ji bo jiholêrakirina bîranîn û hişê civakê ye. Mafê veşartin ango definkirinê jî tê astengkirin. Gor û goristan tên tarûmakirin. Ev hemû ji aliyê desthilata AKPê ve pêk hatin. Di 22 salên desthilatê de êrişên li ser goristan, nirx û cenazeyên gelê Kurd bi awayekî sîstematîk dewam kirin.
JinNews bi rêze dosyeyekê balê kişandiye ser êrişên li dijî cenaze, gor û goristanên gelê Kurd. Ajansê îro dosyeya ewil bi sernavê “Paqijkirina hişê gel” weşand.
Nûçeya nûçegihana JinNewsê Dîlan Babat a der barê êrişên li ser cenaze, gor û goristanan de bi vî rengî ye:
“Mafê her kesî ye ku bi rêzdarî ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve were şandin û nirxekî mirovî yê gerdûnî ye. Lê yek ji hêmanên herî hovane yên polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd, di têgihiştineke ku rê nade mirin jî aştiyê bibîne, xwe dide der. Mudaxileyên cenazeyan, êrişên li dijî goristanan û desteserkirina mafê şînê ne tenê di şexsê kes de di heman demê de birîneke civakî ye. Van kiryaran ne tenê rûmeta mirovî ya mirî di heman demê de yên li dû xwe mane jî dike armanc. Her destwerdana li ser cenazeyan di rondikên dayikan de qîrînek e, di bîranîna gel de lekeyek şermê ye… Ji sivikkirina êşa wan dûr, bi êrişan dixwazin mafê şînê yê gelê Kurd jî ji dest bigirin. Baş e, gelo ev neheqiya ku li miriyên gel tê kirin, pirseke ku wîjdanê bihejîne dernaxe holê?
Paqijkirina hişê gel projeyek îdeolojîk e
Tehemulê rondikên dayikekê ku li ser gora zarokê xwe rondikan dibarîne nayê kirin; Teslîmnekirina cenazeyan, cenazeyên tên dayîn parçe parçe tê dayîn, tenê birînên kûr di wijdanê de çêdike, ev birîn di heman demê de birînên nasnameyeke kolektîf û aştiya civakî jî çêdike ku bi zehmetî tê dermankirin. Êrişên li ser goristanên gelê Kurd bûye sembola zîhniyeta ku hurmeta miriyan jî nagire. Wêrankirina goristanan, şikandina kevirên goran û heta astengkirina cenazeyan ne tenê tundiya fizîkî ye; Projeyek îdeolojîk e ku armanca wê ji holê rakirina hafizeya gel e. Her êriş pirsek e “Çima?” Ew pirsê hîn kûrtir dike. Bi kîjan qanûn, kîjan exlaq û bi kîjan wijdanî dikare mudaxelekirina li cihê herî dawî ya mirov rave bike?
Bi giştî 147 hezar gor hatine rûxandin
Li Londonê, Çavdêriya Edaletê ya Mezopotamyayê (MesopotamiaObservatory of Justice) li ser êrişên li ser gorên li Kurdistanê raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di navbera 17ê Îlona 2015 – 4ê Nîsana 2020an de 122 êriş li ser goristanên Kurdan pêk hatine, li Şirnexê 900 gor bi temamî hatin rûxandin û êriş li ser hezar û 457 gor hatine kirin. Li Amedê 143 gor hatine texrîbkirin, li Êlihê 200 gor hatine rûxandin û 369 gor hatine texrîbkirin, li Dêrsimê 150 gor hatine rûxandin û 3 gor hatine texrîbkirin, li Wanê 150 gor hatine rûxandin û 3 ji wan hatine texrîbkirin, li Sêrtê 200 gor hatine texrîbkirin, li Mêrdînê 232 gor hatine texrîbkirin, li Rihayê 9 gor hatine rûxandin, 3 heb hatine texrîbkirin, li Bedlîsê 267 gor hatine rûxandin, li Colemêrgê 54 gor hatine rûxandin. Li Mûşê 27 gor hatine rûxandin, 8 heb hatine texrîbkirin li Çewlîkê 80 gor hatine texrîbkirin.
Ji sala 2015an heta niha me êrişên li dijî cenaze, gor û goristanan pêk hatine berhev kirin.
2015
* Di 17ê Cotmehê de “Goristana Şehîd Cuma û Şehîd Binefş” a li herêma Çiyayê Cûdî ya li bejahiya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate rûxandin.
* Di 18ê Cotmehê de li nêzî Gundê Alacaik ê Dersimê “Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran” ku cenazeyên endamên PKKê û hestiyên kesên di Komkujiya 1938an a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji hewayê ve hat bombekirin. Cemxaneya ya li goristanê hat hilweşandin.
* Di 18ê Cotmehê de leşkeran êrişî goristana li gundê Sîsê ya navçeya Lîce ya Amedê kiribûn û 50 gor ên jinan bi giştî 218 gor hilweşandin.
* Di 22ê Cotmehê de gorên li “Şehîdgeha Mawa” ya li sêgoşeya Sêrt, Mêrdîn û Êlihê bi kepçeyan hatin hilweşandin.
* Di 4ê Mijdarê de goristan, mizgeft û mêvanxaneya li gundê Pîrejman a navçeya Pîrana Amedê ji aliyê leşkeran ve hatin xerakirin.
* Di 12ê Mijdarê de Goristana Şehîd Kurtay Feraşîn a li bejahiya Meydan Kolya ya li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê hate bombekirin û hilweşandin.
* Di 22yê Mijdarê de “Goristana Şehîd Harûn” a li navçeya Lîce ya Amedê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Dema mizgeft, salon, pirtûkxane û kaniya li goristanê hatin hilweşandin, ji 140 gorên endamên PKKê 78 jê hatin texrîbkirin.
* Cenazeyên Mesut Sevîktek û Îsa Oran 28 rojan li navçeya Sûrê ya Amedê ku di bin dorpêçê de bû li kolanan man.
* Di dema qedexeya li navçeya Cizîra Şirnexê de cenazeyê Cemîle Çagirga ya 10 salî 11 rojan di sarincê de ma.
* Di qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya Şirnexê de cenazeyê Taybet Înan 7 roj li kolanê ma.
* Li navçeya Gimgima Muşê li cenazeya Ekîn Wan îşkence hat kirin.
2016
* Di 1ê Gulanê de gorên endamên PKKê li Goristana Yenîkoya navçeya Rezana Amedê ji aliyê polîsan ve hat texrîbkirin.
2017
* Gorên 23 kesên ku nav de dayika Aştiyê Meryem Bulut û Aycan Kaya jî hebû hatin texrîbkirin.
* Gorên endamên HPG, YJA Star, YPG û YPJê yên li Goristana Yenî Mahale ya li navçeya Îpekyola Wanê ji aliyê polîsan ve hat texrîbkirin.
* Li gundê Sureka Perî ya girêdayê navçeya Mezgîrta Dêrsîmê bi talîmata walî û qeyûm gorên endamên HPGê Sanar Buluç (Seyîd Riza) û Baran Çetînkaya (Brusk Dêrsîm) hatin texrîbkirin.
* Polîsên tîmên taybet goristana li taxa Ormana navçeya Gevera Colemêrgê texrîb kirin.
* Li navçeya Elkê ya Şirnexê goristana li herêma Katoyê di 18ê Nîsanê de hat texrîbkirin. Dîwarê Şehîdgeha Kurtay Feraşîn ya li Zozanên Meydan Kolya hatin hilweşandin.
* Gora Sakîne Cansiz ya di 9ê Çileyê 2013an de li Parîsê hatibû kuştin, li Dêrsimê hat texrîbkirin.
* Di 14ê îlonê de li hember cenazeya dayika siyasetmedar Aysel Tugluk, Hatun Tugluk êrişa nijadperet pêk hat û cenaze hat derxistin û li Dêrsimê hat definkirin.
* Di 19ê Kanûnê de 282 cenazeyên endamên PKK, HPGê, YPG, YPJê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Olekajor a Bedlîsê cenaze hatin derxistin û gor hatin texrîbkirin. Cenaze li Stenbolê li peyarêyên Goristana Kîlyosê hatin definkirin.
* Di 6ê Hezîrana 2018an de li gundê Ermîşler a navçeya Susuzlar a Qersê gora endamê HPGê Tuncay Mîhyaz ji aliyê leşkeran ve hat texrîbkirin.
2019
* Di 29ê Adarê de goristana li Taxa Kazancî ya navçeya Bismilê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatibû xerakirin.
* Gora Mahmut Altinbay ê ku di 30ê Îlonê de li navçeya Pîran (Dîcle) ya Amedê hatibû definkirin ji aliyê leşkeran ve hat îmhakirin.
2020
* Di 4ê Nîsanê de goristana gundê Yarbaşi ya navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatibû xerakirin
* Di 17ê Nîsanê de li navçeya Milazgirê ya Mûşê û gundên li navendê kêlikên kevirên
gorên endamên HPGê hatin şikandin.
* 24ê Nîsanê de Fermandariya Cendermeyan a Farqînê li malbatên endamên PKKê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn geriya û gotin divê kevirên gorê bên şikandin û tîpên X,W, Q bên paqijkirin.
* Di 25ê Gulanê de goristana li gundê Şemsê ya bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve hat texrîbkirin.
* Di 8ê Hezîranê de gora nûçegîhanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hat texrîbkirin.
* Di 12ê Hezîranê de goristana li taxa Esenlera navçeya Licê ya Amedê hat texrîbkirin.
* Di 10ê Nîsanê de cenazeya Egît Îpek yê di pevçûneke li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabû bi kargoyê di nava qutiyekê de şandin ji malbatê re.
2021
* Di 1ê Hezîranê de gora Tahîr Elçî ya li Goristana Yenîkoya Amedê hat texrîbkirin.
* Di 25ê Tîrmehê de goristana Şêxorze ya li Efrînê ji aliyê çeteyên girêdayê Tirkiyeyê ve hat texrîbkirin.
* Di heman dîrokê de gorên endamên YPG û YPJê hatin vekirin û nûçeya ‘me gora komî dît’ hat çêkirin.
* Di 13ê Mijdarê de gora Ahmet Kaya ya li Parîsê hat texrîbkirin.
2023
* Gorên endamên PKKê li Goristana Bajêr a Koçkirana Bazidê hat texrîbkirin.
2024
* Di 19ê Kanûnê de rojnamger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser rêya Bendava Tişrînê di êrişa SÎHAya Tirkiyeyê de hatin kuştin. Tirkiyeyê destûr neda ku malbatên Cîhan û Nazim û şande biçin ji Deriyê Sêmalka cenaze werbigirin. Cenaze ji ber vê astengkirinê li Qamişlo hatin veşartin.”