• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê herkes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide’

Navenda Nûçeyan / AW

11 KANÛN 2024 - 17:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Şert û merc çawa dibin bila bibin divê her kes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide.”

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Êlih

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî êrişan daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DBPê hate dayin û pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku lil dijî kurdan polîtîkaya êrişê di meriyetê de ye û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî vê bê mezinkirin.

Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn jî daxuyaniya hevpar xwend. Çetîn, diyar kir ku rejîma BAASê ya 61 salî hilweşiyaye û wiha domand: “Em dixwazin li Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk welêt bi rê ve bibe. Divê amadekariyên pêvajoyeke demokratîk a demkî bên kirin û ev yek bi cîhanê re bê parvekirin. Sûriye ya sûriyeyiyan e û divê hemû hêz rêzê ji bo îradeya hevpar a gelên Sûriyeyê bigirin. Divê mafên hemû gel û baweriyan ên li Sûriyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk bên misogerkirin.”

‘Aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin’

Çetîn, banga mezinkirina têkoşînê kir û ev tişt anî ziman: “Weke raya giştî ya demokratîk, em dibêjin ku divê rêveberên Tirkiyeyeyê bi kurdên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne şer û pevçûnan lê aştî û guftûgoyê esas bigirin. Stratejiya şer û tunekirinê dê tu xêrê negihîne tu derdoran. Em dibêjin ku aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin. Divê ne polîtîkayên milîtarîst lê pêvajoya aştiyê û muzakereyan dest pê bike. Di vê çarçoveyê de jî divê tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û hevdîtin bên destpêkirin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.

Amed

Li Amedê jî dipêşengiya DAKAPê de jin li Qada Şêx Seîd kom bûn û li dijî şer zincîra mirovan çêkirin. Jinan êrîşên ku hêz û piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin şermezar kirin û gotin “Jinên ku tên revandin û rastî îşkenceyê tên sedema têkoşîna me ye.

Jinen ku di bin baneyê Platforma Jinan a Amed Dîcleyê (DAKAP) li Qada Şêx Sêîd kom bûn, bertekên xwe yên li dijî şer anîn ziman. Nûner û rêveberên DBP û DEM Partiyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Jinan li qadê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û pankarta “Ji şer re na, aştî hema niha” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Hevseroka DBPê ya Amedê Sultan Yaray, bang li hemû jinan û gelê kurd kir ku piştevaniya ji bo Rojava xurt bikin. Sultan Yaray anî ziman ku kesên zilmê li kurdan dikin yek bi yek têk diçin û wiha got: “DAIŞ têk çû, hûn jî dê têk biçin. Îro Mêrdîn ji bo me çiye Kobanê jî heman tişt e. Hemû Kur dli pişt gelê Rojava ne. Me tu carî rojava bi tenê nehişt û em ê tenê nehêlin.”

Li aliyê din; Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî têkildarî êrişan û binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bidawîbûna rejîma BAAS’ê, bi êrişên hinek welatên cîhanê û “hin komên çeteyan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û piraniya van binpêkirinan jî li dijî zarokan hatine kirin.

Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî têkildarî êrişan û binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bidawîbûna rejîma BAAS’ê, bi êrişên hinek welatên cîhanê û “hin komên çeteyan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û piraniya van binpêkirinan jî li dijî zarokan hatine kirin.

Bi domdarî hat destnîşankirin ku di êrişên ser Eyn Îsa û Kobanê de piranî jê jin û zarok gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hate gotin ku li gorî daneyên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, di navbera salên 2013-2018’an de ji ber şer û pevçûnan 3 hezar û 891 zarokan jiyana xwe ji det dane, 3 hezar û 448 birîndar bûne. Di berdewamê de rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hate parvekirin û hat gotin ku di navbera salên 2011-2018’an de bi giştî mafê jiyanê yê 28 hezar û 226 zarokan hatiye binpêkirin.

‘Divê şer û pevçûn bên bidawîkirin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê şer û pevçûn bên bidawîkirin. Texrîbata şerê demek berê hêj pir nû ye û bi êrişên nû re dê texrîbatên hîn mezintir bibin. Banga me ji bo hemû mekanîzmayên navneteweyî ew e ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavan biavêjin. Di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a NY’ê de ku Sûriyeyê jî îmze kiriye, divê pevçûnên li qadên jiyanê yên zarokan bên bidawîkirin û ji bo zarok mafên xwe bi kar bînin bikevin nava tevgerê.”

Colemêrg

Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî li dijî êrişan li navenda bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku divê her kesên xwedî jiyaneke birûmet Rojava biparêzin û ev tişt anî ziman: “Şert û merc çawa dibin bila bibin divê her kes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide.”

Piştî daxuyaniyê, partiyî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” heta pêşiya partiyê meşiyan.

Gever

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya Geverê jî daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê, gelek kes ji avahiya navçeyê heta navenda navçeyê bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Rojava” meşiyan. Girseya ku gihişt navendê, li pêşiya navendeke kargehan daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de got ku armanca ji êrişan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd in.

Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.

Îdir

 

Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Îdirê û TJA’yê jî têkildarî êrişan li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Endama TJA’yê Nazîfe Çarkli di daxuyaniyê de got ku rêxistinên cîhadîst ên hêzên emperyal berdane qadê ketine nava şerê îktîdarê û ev tişt anî ziman: “Hedefa van êrişan, tunekirina modêla jiyana demokratîk a Rojava û şoreşa jinê ye. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojava, dê parastina me ya hemû gelan bidome.”

Etîket: AmedBakur û Rojhilatê SûriyêColemêrgÊlihGeverÎdirRojavaşermezar kirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Farqînê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû

Li Farqînê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû

20 NÎSAN 2026
Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

19 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026
Farûk Ercan: Vê pergalê ji zarokekî kujerek afirand

Farûk Ercan: Vê pergalê ji zarokekî kujerek afirand

19 NÎSAN 2026
Li çar bajaran aqûbeta Erden, Keremoglû û Ekîncî pirsîn

Li çar bajaran aqûbeta Erden, Keremoglû û Ekîncî pirsîn

18 NÎSAN 2026
Tara Mamedova li Amedê konsereke bi heybet da

Tara Mamedova li Amedê konsereke bi heybet da

17 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jineke ciwan a Ermen ketiye du şopa malbata xwe: Xebatên bapîrê wê berê wê daye Wanê

    Jineke ciwan a Ermen ketiye du şopa malbata xwe: Xebatên bapîrê wê berê wê daye Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber çavkaniya debarê neçarî koçberiyê bûn: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li devera Keferûnê dîmenê biharê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Licê ji ber kêmasiya DEDAŞê 4 çêlek û conegayek mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parka Koşuyolu yê Wanê hat tengkirin: Ji bo asfaltê cîh vedikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokê Egîtîm Sena Sêrtê: Divê astengî û qedexeyên li ser Kurdî rabin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (753)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne