• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Faysal Sariyildiz: Kurt bêtir nêzî azadiyê ne

Navenda Nûçeyan /AW

25 ÇILE 2025 - 19:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Meşa Dirêj di roja 5an de li Rouenê ye dewam kir. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî meşê bû û xwest her kes piştgirî bide pêngava azadiyê û got: “Kurd bêtir nêzî azadiyê ne.”

Meşa Dirêj ku 21ê çileyê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirka Kurd re çareseriya siyasî” de destpê kir, di roja 5emîn de li bajarê Rouen ê Fransayê dewam kir.

Çalakvan li qada Saint Sever a Rouenê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Çalakgeran piştî daxuyaniyê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan dest bi meşê kirin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî piştgirî da çalakiyê.
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Tişrînê” berzkirin. Çalakvanan danezanên bi zimanê Fransî ya derbarê Pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirka Kurd re Çareserî û wateya Meşa Dirêj a 26 rojan de hate belavkirin. Meşvanên ku gihiştin Place Du Justice li vir mitîngek lidarxistin. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên berxwedana Tişrînê û Kurdistanê destpê kir.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz di mitîngê de axivî û got: “Wekî gelê kurd, em pir nêzîkî azadiyê ne. Hûn dizanin, pêvajoyek di sala 2013yan de destpê kir. Tevgera azadiyê û gelê kurd bi dilsozî nêzî vê pêvajoyê bûn. Rêber Apo dîsa dixwest ku pêvajoyê bi berpirsiyariya mezin û civakî ya mezin pêk bîne. Lê belê, dewleta tirk bi qirkirin û şer bersiv da. Bajarên me şewitandin û rûxandin. Wan gelê me qetil kirin. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan dike. Wan got em ê hilweşînin, îro ew dewleta Tirk hat ber hilweşînê.

Pêngava di 10ê Cotmeha 2023yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bandorek mezin li ser çareseriya pirsgirêka kurd kiriye. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne, hêz û piştgiriyê bide pêngavê. Meşa 15ê Sibatê ya 26an wê li Strasbourgê bi dawî bibe. Bi taybetî gelê me yên ku li Fransayê dijîn, divê beşdarî çalakiyê bibin.”

Piştî axaftina Faysal Sariyildiz, daxuyaniya bi Fransî ya li ser pêngava ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hat xwendin.

Etîket: Faysal SariyildizKurdMeşa dirêjRêber apo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

9 HEZÎRAN 2026
Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

8 HEZÎRAN 2026
KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026
Mîthat Sancar: Ocalan bi israr dibêje ‘Dema em winda bikin nîne’

Mîthat Sancar: Ocalan bi israr dibêje ‘Dema em winda bikin nîne’

7 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

6 HEZÎRAN 2026
Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî

Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne