• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

Amed / AW

9 ÇILE 2026 - 10:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Welatiyên amedî ku li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabûn ser pêyan, hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin: “Divê gelê me li her derê li dijî van êrîşan dengê xwe derxîne. Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe.”

Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têkildarî êrişên çeteyên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk ên li dijî Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Yek ji bajarên ku meş lê hate lidarxistin û daxuyanî lê hate dayîn jî Amed bû. Welatiyên amedî di meşê de bertek nîşan dan û derheqê êrîşên li dijî taxan de ji ajansa me re axivîn.

‘Em parçeyek in, em dilek in’

Welatiya bi navê Delal Aktaş diyar kir ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê tên kirin nayên qebûl kirin û êriş şermezar kir. Delal Aktaş anî ziman ku dewleta Tirk naxwaze Rojava ser bikeve û wiha got: “Ji ber ku Rojava serkeftî bû, nahêlin ku serkeftî bimîne. Ji ber vê yekê em hemî li pişt Rojava ne. Rojava Bakur e, Bakur Rojava ye; her wiha wekî Rojhilat û Başûr e. Bila Bakur û Başûr bêdeng nemînin. Bi Xwedê, em parçeyek in, em dilek in. Bila her kes vê yekê bizanibe.”

‘Bila Rojava bizanibe ku em li pişt wan in’

Delal Aktaş di berdewama axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Ez bang li gelê xwe dikim; bila rabin ser pêyan. Heta ku em ranebin, dijminê hov dê her roj êriş bike. Bila baş bê zanîn; em tev rabin, dest bidin hev, dest bidin Serokê xwe û dest bidin Rojavaya xwe. Rewşa Rojhilat nebaş e, ya Rojava jî nebaş e. Bi Xwedê, sibê dora me ye jî. Gava em tev rabin, belkî em bikarin vê zincîrê bişikînin. Heke em ranebin, jixwe dijminê Bakur xedar e. Wê demê em ê nikaribin nefesê bistînin û ji malên xwe derkevin. Ger em nebin yek, em ê yek bi yek winda bikin. Bila Rojava bizanibe ku em li pişt wan in. Em vî şerê ku li ser wan tê meşandin şermezar dikin.”

‘Em ê li her derê dengê xwe derxînin’

Rêveberê DEM Partiyê ya Bismilê Abdulkerîm Yildiz jî wiha got: “Em ji navçeya Bismilê ji bo Rojava hatine. Gava ku Rojava tune be, em hemû tune ne. Der barê Rojava de çi bedeleke giran hebe em ê bidin; em ji bo vê yekê amade ne. Rojava îrade ya gelê Kurd bi xwe ye. Yanî bila kes nebêje Rojava tune ye; gava Rojava tune bibe, wê Amed jî tune bibe. Heke Amed hebe, wê Rojava jî hebe. Em vê rewşê tu carî qebûl nakin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin.”

‘Serkeftin dê ya me be’

Welatiyê bi navê Emîn Ermîn jî anî ziman ku li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê tev li meşê bûye û wiha axivî: “Li Bakur, li Rojhilat û li çar parçeyên Kurdistanê jî em aştîxwaz in. Lê belê xwînxwar zextên xwe li ser me didomînin û her dem komkujiyan pêk tînin. Em niha vê yekê şermezar dikin, em êrîşan lanet dikin. Em van welatên li pişt wan jî rexne dikin û lanet dikin. Serkeftin dê ya me be.”

‘Banga me her tim ji bo aştiyê ye’

Hevserokê Rêxistina DBPê ya Bismilê Yûsûf Ataş jî bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û wiha got: “Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re Serokatî ji bo aştiya li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê bang kir. Ji bo vê yekê divê hemû sazî, partî û gelê me dest bidin hev û em xwedî li hev derkevin. Çi siyasî be, çi civakî be, ya herî girîng exlaq û mirovahî ye. Divê em li ser vê bingehê xwedî li hev derkevin. Di nava van 50 salên borî de me gelek bedel û ked dan. Îro Rojava bi hezaran bedel dane. Em li her derê ne. Banga me her tim ji bo aşitiyê ye.”

‘Yekîtî hêza me ye’

Welatî Muhammed Ekîncî jî diyar kir ku divê gelê Kurd rabe ser pêyan, li dijî êrîşên li ser Helebê pêk tên denge xwe bilind bike û got: “Şerê ku niha li Rojava û Rojhilat dest pê kiriye û kuştina mirovên me, qebûl nakin. Em dixwazin ku gelê me rabe ser pêyan û bila dengê xwe bilind bike. Armanca me ew e ku em yekîtî û tifaqa xwe bikin yek. Em van qirkirin û qetilkirinan qebûl nakin. Dewletên desthilatdar naxwazin ku Kurd tifaqa xwe, yekîtiya xwe xurt bikin. Lewre dema Kurd bibin yek, desthilatdar naxwazin armanca Kurdan pêk were û axa me azad bibe. Divê gelê me li her derê li dijî van êrîşan dengê xwe derxîne. Yekîtî hêza me ye.”

 

Etîket: EşrefiyeHelebhemwelatiyên AmedêRojavaŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (728)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne