Colemêrg – Hat destnîşankirin ku Zarokê 8 salî Welat Taş îro serê sibehê dema ji mala xwe ya li mezraya gundê Nerdoşê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê derketiye, ket nava ava çem. Xebatên peydakirina Welat Taş ê ketiye avê û winda bûye, didomin.
Hat destnîşankirin ku li mezraya gundê Nerdoşê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di saetên sere sibehê de zarokê bi navê Welat Taş ê 8 salî dema ji malê derketiye ket nava çem. Hat gotin ku, Welat Taş ku serê sibehê ji bo çêrandina sewalan ji malê derketiye û çûye axurê. Li gorî agahiyan dema ku Velat Taş ji pira gund derbas bûye ketiye nava çem û winda bûye.
Piştî agahdarkirinê, tîmên cendirme û tenduristiyê li derdorê bûyer lê qewimiye dest bi lêkolîn û xebatên lêgerînê kirin.
Xebatên peydakirina Welat Taş didomînin.














