• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Astengdar ji bo ‘Mafê Rûmetê’ meşiyan

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Astengdar ji bo ‘Mafê Rûmetê’ meşiyan

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hakan Fîdan destûr neda civîna Parîsê’

Mehmet Alî Ertaş /AW

14 TEBAX 2025 - 08:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Silêman Cafer têkildarî konferansa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat nirxandin kir û got: “Hakan Fîdan destûr neda ku civîn li Parîsê pêk bê. Hêzên derve hewl didin yekîtiya Kurdan û gelan parçe bikin.”

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Silêman Cafker bal kişand ser konferansê û polîtîkayên hêzên derve yên li dijî gelan û wiha axivî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek konferans têne li dar xistin. Ji bo em teqez bikin ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek helwest û yek rêz in em xebatan dikin. Ev konferans xebatên rûtin in. Lê hin kesan xwestin vê konferansê ji wateya wê derxin û berovajî bikin. Kesên dijber heta karîbûn xwestin vê konferansê pûç bikin. Lê negihiştin armanca xwe. Dema ev konferans pêk hat Hakan Fîdan hat Şamê û xwest vê konferansê pûç bike. Xwest civîna li Parîsê betal bike. Li ser daxwaza Hakan Fîdan ev konferansa ku li Parîsê bihata çêkirin nehat çêkirin. Hakan Fidan destûr neda ku civîn li Parîsê pêk bê.”

‘Hemû pêkhateyan yekreziya xwe nîşan dan’

Silêman Cafer li ser pêkhateyên konferansê jî rawestiya û wiha axivî: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê konferansê bûn. Hemû pêkhateyan helwesta xwe ya ji bo yekrêziyê anîn ziman. Êzidî, Sunnî, Ermenî, Durzî, Mesîhî û hemû bawerî axivîn û sekna xwe nîşan dan. Di konferansê de nûnerên hemû bawerî û pêkhateyan axivîn. Vîna xwe nîşan dan.”

Silêman Cafer, bal kişand ser helwesta wan a li dijî hikûmeta demkî û got: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim aştî û wekheviyê dixwazin. Lê hikûmeta demkî ya Sûrî her tim şer dixwaze. Carekê li Lezkiya xist. Li herêma Beravê bi hezaran mirov kuştin û jinên wan revandin. Lê dinya alem li dijî vê yekê bêdeng man. Ji ber vê yekê berê xwe dan Siwêydayê û li dijî civaka Durzî komkujî pêk anîn. Van kesên êrîş dikirin di gotin emê li vir encamê bigirin em ê berê xwe bidin Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelekan digotin ‘Beriya ku em biçin Beravê, diviya bû em çûbûna Cizîrê. Van kesên êrîş dikirin bi fermana kesên derve êrîş dikirin. Dewleta Tirk piştgiriyê dide van êrîşan. Naxwazin Kurd bibin yek. Hikûmeta Şamê dixwaze destê xwe dîne ser hemû pêkhateyan û hemû pêkhateyan di kontrola xwe de bihêle. Niha Tirkiye şerê HSDê dike. Ji ber ku HSD benda li dijî van şeran e. HSDê li dijî vî şerî ji bo xwe wekî bend dibînin. Dixwazin her tim li Sûriyeyê aloziyan çêkin û gelan bînin beramberî hev.”

‘Bila her kes li ser axa xwe bijî’

Silêman Cafer li ser hewldana vegerê jî rawestiya û got: “Lê em dibêjin bila her kes vegere ser axa xwe. Bila her kes li ser axa xwe bijî. Wê demê dê di navbera me baweriyan û civakan de tu pirsgirêk çênebe. Belgeyên ji konferansê teqez dike ku peymana 10ê Adarê ku hatiye îmzekirin divê pêk bê.”

Silêman Cafer li ser encama konferansê jî rawestiya û got: “Ev civînek asayî bû. Lê hikûmeta demkî û dewleta Tirkiyeyê hemû mirovên li dijî rêveberiya xweser, bi pereyan ew sor kirin û hewl didin ku yekîtiya Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan parçe bikin. Lê piştî dewleta Tirk û hikûmeta demkî dît ku armanca wan pêk nehat û dîtin ku Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhate bi hev re dijîn û hevgirtî ne, bêtir dîn bûn. Bi rêya çapemeniyê êrîşî konferansê kirin. Divê dilê gelê me rehet be. Hemû pêkhateyên li ser vê axê dijîn xwedî helwest fikrekin. Hemû li pey rêveberiya xwe û HSDê ne.”

‘Em ji xirkirinê xelas kirin’

Silêman Cafer li ser rewşa koçberên Efrînê jî rawestiya û wiha got: “Dema em ji Şehba koçî Cizîrê bûn, heta 2-3 mehan rewşa me pir xerab bû. Em bi cilên li ser bedena xwe derketin û hatin. Beriya ku em koçberî Cizîrê bibin, her tim berê me li vegera Efrînê bû. Lê li ser vê rewşê êrîşên dawî Rêveberiya Xweser biryar da ku em bêne herêma Rêveberiya Xweser. Rêveberiyê em ji qirkirinê xelas kirin. Me koçî vê herêmê nekiribûya, em ê tev bihatina kuştin.”

Silêman  Cafer li ser rewşa Efrînê ya dawî jî rawestiya û wiha got: “Yên ku tev li YPG û YPJê bûne malbatên wan nikarin vegerin. Li Efrînê girtin, dizî û talan didome. Bi taybet ciwanan digire. Dema yek derbasî Efrînê dibe, muxutarên tax û gundan yekser îstîxbaratê didin Tirkiyeyê. Li gorî daneyên di destê me de, piştî peymana 10ê Adarê nêvî vegeriyane Efrînê.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

3 GULAN 2026

Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

3 GULAN 2026
Otomatik taslak

Astengdar ji bo ‘Mafê Rûmetê’ meşiyan

3 GULAN 2026
Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

3 GULAN 2026
‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

3 GULAN 2026
Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor derket Super Lîgê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xitimandina pêvajoyê dê bi azadiya Abdullah Ocalan derbas bibe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (72)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne