• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevserokê Giştî yê DBPê: Navnîşana me Abdullah Ocalan e

Amed /AW

5 ÇILE 2025 - 12:09
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, di civîna gel de diyar kir ku peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo wan nexşerê ye û wiha got: “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîna me dê bidome. Navnîşana me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7’emîn Kongreya Asayî ku dê di 12 Çile de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî li dar dixe. Civîn, li eywaneke dawetan a li bajar tê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li bûn. Li eywana civînê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Deriyên Îmraliyê vekin, bila demokrasî û azadî derkevin pêş”, “Vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e”, “Heke di civakekê de ciwan saxlem bin, pêşeroja wê civakê jî saxlem dibe”, “Netewên ku neteweyên din dieciqînin, azad nabin”, “Li dijî şerê taybet jin, jiyan, azadî”, “Xwe birêxistin bike, îradeya çareseriyê xurt bike”, “Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye” û “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyon hate pêşandan. Hevserokê Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir axivî û wiha got “Heta Abdullah Ocalan azad nebe, ji bo me her tim têkoşîn esas e. Banga me ji bo gelê me heye. Nîşana me û navnîşana me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gotinên wî neşxeya me ye. Ji xeynî wî li ser televîzyonan bi manîpulosyanan tu axaftin û nû agahî ne esas e. Em ê li ser têkoşîna wî û têkoşîna hemû ciwanên leheng bin. Îro li Kurdistanê şert û mercên Azadiyê derketiye pêş. Em ê wekî têkoşîna 35 salan em ê dîsa têkoşînê xwe berdewam bikin. Îro li Kurdistanê ruhê welatparêziyê derketiye pêş. Em wekî kurdekî û welatparêzekî, em bang li hemû hêzên Kurdistanê dikin. Divê gelê kurd destkeftiyên xwe biparêze. Dê dîsa gelê Kurd destkeftiyên xwe, yekîtiya xwe û tifaqa xwe ava biki. Em li Kurdistanê yekîtiya xwe ya ku 100 sal in kurd li bendê ne, ava bikin. Em siberoja xwe û statuya xwe û azadiya xwe mîsoger bikin. Heta azadiyê berxwedanê bilind bikin. An azadî an serkeftin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

23 HEZÎRAN 2026
Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

23 HEZÎRAN 2026
Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

23 HEZÎRAN 2026
Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

23 HEZÎRAN 2026
‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

23 HEZÎRAN 2026
‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (629)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne