• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koma çaremîn amadekariya vegera Efrînê dike

    Koma çaremîn amadekariya vegera Efrînê dike

    Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

    Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

    Li dijî darvekirinên li Îranê bang kirin: Êdî bes e

    Li dijî darvekirinên li Îranê bang kirin: Êdî bes e

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Tenduristiya rojnamevan Şêrwanî xirabtir dibe

    Li Hesekê li hember rakirina tabeleya Kurdî çalakî

    Li Hesekê li hember rakirina tabeleya Kurdî çalakî

    Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

    Dayikên Aştiyê dê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevserokên KURDÎGEHê: Nexşerêya me peyama Ocalan e

Bazîd Evren / AW

1 ADAR 2025 - 08:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Hevserokên KURDÎGEHê ku nû hatin hilbijartin, behsa nexşerêya xwe kirin û wiha gotin: “Nexşerêya wan ya herî mezin û pîroz peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ne û wê jiyaneke nû bi peyama Ocalan pêşbikeve.”

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) 1emîn Kongreya Xwe Ya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Li gorî lîsteya fermî ji bo hevserokatiyê Arîfe Arslan û Mesût Kertîş, ji bo endamên esil Yavûz Erçakan, Îslam Varhan û Evîndar Akbûlût û ji bo endamên venêrînê yên esil jî Çetîn Ergîn, Zekî Mamûk, Nasrî Sûnkûr hatin hilbijartin. Ji bo endamên esil ên yedek Arzû Kûtlûk, Gokhan Işik, Ozdemîr Ornek, Alî Ataman, Bîrhat Dûman û ji bo endamên venêrînê yên yedek jî Saît Beyaz û Mehdî Gerçeklî hatin hilbijartin.

Hevserokên nû yên KURDÎGEHê Arîfe Arslan û Mesût Kertîş xwestekên xwe yên ji bo zimanê Kurdî ji bo ajansa me (AW) vegotin.

Ewilî hevserok Arîfe Arslan, diyar kir ku perwerdehiya wan ev demeke didome û rêk û pêk in. Arîfe Arslan, anî ziman ku ew dê bi hêztir û xurttir perwerdehiya Kurdî bidin û got: “Em dixwazin hişmendiyeke zimanê Kurdî di nava civakê de ava bikin. Polên me yên perwerdehiyê berdewam in, kê bixwaze dikare serî lê bide. Em weke rêveberiya nû dê erka xwe bi cih bînin û kesên em ji bo vê peywirê layiq dîtî jî spasiyên xwe pêşkêş dikin. Zimanê Kurdî zimanê perwerdehiyê nîne û ev yek astengiyek e. Ji ber vê yekê paşveçûnek heye di aliyê ziman de. Heke ev astengî ji holê rabe û perwerdehî bi zimanê Kurdî bê dayîn dê çêtir be û xurttir be.”

‘Zimanê Kurdî jî weke hemû zimanên cîhanê pîroz e’

Hevserok Mesût Kertîş, binê wê xêz kir ku nexşerêya wan ya herî mezin û pîroz peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ne. Mesût Kertîş, diyar kir ku wê jiyaneke nû bi peyama Ocalan pêşbikeve û ev tişt anî ziman: “Armanca me ya herî mezin ew e ku zimanê Kurdî di nava jiyan, danûsitandinê, bazarê, perwerdehiyê de bikin sereke. Li gorî dîrok û nûveyan jî diyar e ku zimanê Kurdî jî weke hemû zimanên cîhanê pîroz e. Heta zimanê Kurdî dibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê em ê xebatên xwe bidomînin û sûk, kolan, tax wê her der bibe dibistanên zimanê Kurdî.”

‘Divê dibistanên Kurdî bên vekirin’

Mesût Kertîş, da zanîn ku niha aştî û pêvajo tên nîqaşkirin û destnîşan kir ku aliyek ji xwe û tevgera xwe bibawer e û banga siyaseta demokratîk dikin. Mesût Kertîş, bi lêv kir ku li pêşiya siyaseta demokratîk çi astengî hebin divê bên rakirin û wiha dawî kir: “Dibêjin bila zimanê Kurdî li dibistanan bibe zimanekê hilbijartî. Zimanê Kurdî ku zimanê nêzî 40 milyon Kurdan e, ne layiqî wê ye ku bibe zimanê hilbijartinê. Ev ziman zimanekî mecbûrî û fermî ye. Divê ji bo zimanê Kurdî dibistan bên vekirin. Lê mixabin gava peyama aştiyê dihat xwendin, gelek televîzyonan weşana xwe qût kirin. Pêwîste êdî dest ji pêkanînên wiha berdin. Heke bi rastî jî jiyaneke wekhev bê axaftin çawa Tirkî zimanê fermî û yê perwerdehiyê ye, pêwîste ku Kurdî jî xwedî heman mafan be.”

Etîket: Arîfe ArslanKURDÎGEHMesût Kertîş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

20 SIBAT 2026
KURDÎGEHê di çarçoveya 21ê Sibatê de çalakiyek li dar xist

KURDÎGEHê di çarçoveya 21ê Sibatê de çalakiyek li dar xist

18 SIBAT 2026
Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

Ji KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê: Bila Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire

17 SIBAT 2026
KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

6 ÇILE 2026
Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

Rêveberê KURDÎGEHê: Daxwaza Serhediyan perwerde û statuya Kurdî ye

31 KANÛN 2025
Partî û saziyên Wanê: Faîlên êrîşê ceza bikin

Partî û saziyên Wanê: Faîlên êrîşê ceza bikin

15 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MHPê Dayikên Aştiyê bi Kurdî pêşvazî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bajarê ku dixwazin bi tora rizîbûnê teslîm bigirin: Amed

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sînorên Qesra Şîrînê dê bi Neteweya Demokratîk bêwate bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya Forûma Aştî û Azadiya Civakî diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Divê heyeta me demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Lijneyên çavdêriyê weke dadgehê tên bikaranîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (183)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne