• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Silêmaniyê wesayîtek teqiya: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Li Silêmaniyê wesayîtek teqiya: Kesek jiyana xwe ji dest da

    ‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

    ‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

    Li 5 navçeyên Stenbolê civînên gel hatin lidarxistin

    Li 5 navçeyên Stenbolê civînên gel hatin lidarxistin

    Li Geverê civanekî xwe kuşt

    Li Geverê civanekî xwe kuşt

    Veysî Aktaş: Êrîşî paradîgmaya Abdullah Ocalan dikin

    Veysî Aktaş: Êrîşî paradîgmaya Abdullah Ocalan dikin

    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Silêmaniyê wesayîtek teqiya: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Li Silêmaniyê wesayîtek teqiya: Kesek jiyana xwe ji dest da

    ‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

    ‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

    Li 5 navçeyên Stenbolê civînên gel hatin lidarxistin

    Li 5 navçeyên Stenbolê civînên gel hatin lidarxistin

    Li Geverê civanekî xwe kuşt

    Li Geverê civanekî xwe kuşt

    Veysî Aktaş: Êrîşî paradîgmaya Abdullah Ocalan dikin

    Veysî Aktaş: Êrîşî paradîgmaya Abdullah Ocalan dikin

    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

    Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo kuştinê ye an ji bo jiyanê ye?

Mehmet Alî Ertaş /AW

18 KANÛN 2024 - 08:13
Kategorî: ABORÎ, MANŞET
A A
Li Tirkiyeyê li gorî daneyên 22 salên AKPê sermaye herî zêde ji bo şer tê xerçkirin. Lê ji bo tenduristî û xizmeta civakî sermayeya herî kêm tê xerçkirin. Di sermayeya 2025an de ji bo parastinê 1 trilyon û 608 milyar lira sermaye veqetandine. Lê ji bo qada tenduristiyê 1 trilyon û 20 milyar û 317 milyon û 291 hezar lîra veqetandin. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit sermayeya 2025an wekî sermayeya şer pênase kir.

Li meclisa Tirkiyeyê dabeşkirina sermayeyê tê niqaşkirin. Niqaşên kûr tên kirin. Parlamenterên AKP-MHPê dixwazin herî zêde sermaye ji bo şer û hilberîna amûrên şer bên qetandin. Lê parlamenterên DEM Partiyê û muxalif jî dixwazin sermayeya ji bo şer kêm be, lê sermayeya ji bo tenduristî û xizmetên civakî zêdetir be. Daneyên sermayê yên ji bo şer, tenduristî, xizmetên civakî nîşan dide ku hikûmeta Tirkiyeyê bêtir sermayeyê ji şer re vediqetîne. Her sal pereyên ku li şer tê qerçkirin dikarin bi milyonan însan têr bike. Lê sal bi sal xizanî li Tirkiyeyê zêde dibe. Her wiha heqê kedê jî erzan dibe.

Dema mirov li parvekirina sermayeyê ya ji bo heqê herî kêm ê karmendan, sînorê birçîbûnê, para ji qada tenduristiyê re hatiye parvekirin û para ji şer re hatiye qetandin binere; tê dîtin ku hikûmet ji jiyanê betir bi xerçkirina ji bo şer li ser çi meseleyê radiweste. Di daneyên jêr de jî tê xuyakirin ku çiqas sermaye ji bo çi qatiye veqetandin.

Li gorî daneyên Saziya Ewlekariya Civakî li Tirkiyeyê ji sedî 46 mirovên bi mûçe di asta mûçeyê kêmtirîn de hatineyeke xwe heye. Ev rêjeye li sektora taybet di ser ji sedî 50î re ye. Di nava jinên karker de jî ev rêje hîn bilind e. Lê di nava van daneyan de tenê karkerên qeyidkirî hene. Dema ku karkerên bêqeyd û koçber li vê yekê bê zêdekirin, hingî diyar dibe ku ji sedî 60 ê karkeran bi mûçeyên kêmtirîn dixebitin. Li gorî lêkolînan mûçeyê karmendan niha 39.445 lîre ye. DEM partî dixwaze li gorî van lêkolînan mûçeyê herî kêm 35 hezar lîre be.

Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR), daneyên birçîtî û xizaniyê yên meha Kanûnê eşkere kir. Li gorî daneyên BES-ARê, sînorê birçîtiyê 30 hezar û 475 lîra, sînorê xizaniyê jî derket 79 hezar û 948 lîreyan. Her wiha lêçûnên kesekî dixebite jî weke 40 hezar û 626 lîre hate hesabkirin. Serokê Giştî yê BESê Ozer Avanaş diyar kir ku kesek 17 hezar û 2 TL mûçeyê kêmtirîn digire tenê dikare zikê xwe têr bike.

Serokê Konseya Navendî ya TTBê Dr. Alpay Azap têkildarî sermayeya ji bo tenduristiyê hatiye veqedandin anî ziman ku di sala 2024’an de ji sedî 6,6 butçe ji tendukistiyê re qetandin û di 2025an de jî ji sedî 6,9 sermaye veqetandine. Alpay Azap anî ziman ku diviya bû 1 trilyon û 197 milyar û 739 milyon û 488 hezar lîre bihata qetandin, lê di 2025an de 1 trilyon û 20 milyar û 317 milyon û 291 hezar lîre veqetandine û li gorî salek berê ji sedî 17,4 kêm bûye.

Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz jî daneyên ji bo şer aşkere kir û got wan di sermayeya 2025an de ji bo parastinê 1 trilyon û 608 milyar lirê sermaye veqetandine.

Têkildarî dabeşkirina sermayeya 2025an Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pirsên Ajansa Welat bersivandin.

Li Tirkiyeyê butçe çiqas ji şer û çekan re tê veqetandin? Li gorî sala par çiqas hatiye zêdekirin?

Em li her qadê dibêjin ku divê budçe/sermaye bibe budçeya gelan. Lê her sal tê dîtin ku budçe ne ji bo gelan, teqez ji bo fînansekirina şer tê amadekirin. Ji ber vê em kurt û kurmancî budçeya îsal jî wek budçeya şer û pevçûnê bi nav dikin. Lewra di budçeya 2025an de ji bo parastin û ewlehiyê 1,6 trîlyon TL hatiye veqetandin. Ev îro 47 mîlyar dolar dike. Sala çûyî, budçeya ji bo mîlîtarîzmê 40 mîlyar dolar bû. Dema ku em vê rêjeyê bi wezaretên din re muqayese dikin, bi awayekî hêsan dibînin ku ji bo AKPê, ya herî girîng budçeya leşkerî ye. Di nava budçeya giştî de budçeya ewlehî û parastinê %10,86 cih digire. Em dikarin bibêjin ku ev budçe tenê Wezareta Xezinê û Darayîyê ne têde ji ya hemû wezaratan zêdetir e. Ango ev budçe, ji budçeya tenduristiyê, perwerdehiyê û karkeran gelek mezintir e.

Ji ber xerckirina ji bo çekan û polîtîkayên mîlîtarist bêguman xizaniya gel zêde dibe, enflasyon zêde dibe lê Dewlet hê jî tezkereyên şer tînê Meclisê, li derweyî sînoran gavên şer diavêje. Vê gavê jî bi destê çeteyan êrîş dibê li ser Rojavayê Kurdistanê. Bi hezaran çete hene ku mesrefên van ji vê budçeyê tê tedarîkkirin. Dîsa êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê 3 sal in bênavber didomin. Ji ber van sedeman di budçeya giştî de mesrefa çekan û ewlehiyê gelek zêde ye. Eger ne wisa buya, kêşeya Kurd hatibûya çareserkirin bêguman wê para ji bo kedkar û gelan tê veqetandin jî zêdetir bûya. Lê mixabin ku derde Hikumeta AKPê ne bi dawi anîna xizaniyê ye, çareserkirina qeyrana aborî ye. Ji ber vê helwestê berdêla budçeya şer û çekan hemû gelên Tirkiyê bi hev re didin.

Di sala 2025an de dê 21 girtîgehên din dê bên avakirin. Li gorî sala par butçeya Wezareta Dadê 2 qat zêde kirine. Hûn vê çawa şirove dikin?

Çend sal berê rayedarekî AKPê ji bo girtîgehên li Wanê dihatin avakirin wek xîzmet nîşanî raya giştî dabû. Mixabin îsal jî Wezîrê Edaletê di Komîsyona Budçe û Planê de pesna çêkirina girtîgehan da. Belê budçeya Wezaretê dibe 2 qat, belkî bibe sê qat lê berevajî vê, edalet roj bi roj kêm dibe. Îro bi sedan girtîgeh hatinê avakirin, lê hê jî girtîgeh qerebalix in û girtî li erdê radizên. Sedema vê ne kêmasiya girtîgehan e. Ji ber tunebûna demokrasî û edaletê kî dengê xwe derdixe, bê hincet tên desteserkirin. Wek DEM Partî me li rûyê Wezîrê Edaletê bal kişand li ser tecrîd û girtîyên nexweş. Me got divê demildest di serî de girtîyên nexweş, hemû girtîyên sîyasî yên dîl hatine girtin bên berdan. Çareserî, valakirina zîndanan e. Lê dewlet wek çareserî, çêkirina girtîgehên nû dibine. Çend sal in bi dehan girtîgehên nû tên avakirin. Lewra Hikumet ji bo çêkirina avahiyan erdên xezîneyê dide xizmeta wan. Bi muteahîdên xwe yên alîgir li ku derê bixwazin dikarin dest bi çêkirinê bikin.

Ji ber vê mebestê, budçeya Wezareta Edaletê ya 2025an li gorî sala 2024an ji %40î zêdetir berfireh bûye. Ji bo girtîgeh û avahiyên xîzmetê wê nêzî 20 milyar TL were xerckirin. Armanca girtîgehan dîyar e, lewra dixwazin ku polîtîkayên girtîn û dîlgirtinê bidomînin. Balkêş e, ewqas girtîgeh tên çêkirin lê metrekareya ji bo girtîyan zêde nabe. Ev jî nîşanî me dide ku dê sala nû jî bê edaletî derbas be, êrîşa faşîst a li ser Kurd û muxalîfan zêde bibe. Li dijî van polîtîkayan, wê têkoşîna me jî geş bibe. Lewra çêkirina girtîgehan, peyama êrîşên li hêzên demokratik dide me. Divê di serî de gelê Kurd, hemû hêzên demokrat li hemberî polîtîkayên faşîst, bang û berxwedana edaletê mezin bikin. Eger bi têkoşîn û piştevaniyeke şênber edalet bê, hewce nake girtîgeh jî bên çêkirin. Vê çaxe pereya ji bo dîwaran tê xerckirin, wê ji bo bidawîkirina xizaniyê bê xerckirin.

Butçeya ku ji bo xizmeta civakê yên wekî tenduristî, rê, av, çandinî, çotkarî, sewalkarî û perwerdehiyê çiqas tê veqetandin. Li gorî sala borî çiqas hatiye guhertin.

Dema ku mirov li budçeya wezaretên wek tenduristî, perwerdehî, çandinî, xebatê mêze dike, dibîne ku piçekî zêdebûn heye. Heta ku budçeya wezareta tenduristî û perverdehiyê ji 1 trilyon TLyê boriye. Lê ji vê budçeyê para ku ji bo gel û xwendekaran tê xerckirin gelek kêm e. Lewra %50î budçeya tenduristiyê, %70î budçeya perwerdehiyê ji bo mehaneya xebatkaran hatiye veqetandin. Teqez budçeya Wezareta Çandiniyê jî ne bes e. Eger bes buya, cotkaran dev ji karê xwe bernedidan. Dîsa budçeya Wezareta Werzîş û Ciwaniyê bi 232 milyar TL ye, lê bes nîn e Lewra di budçeya AKPê de ciwan, cotkar, jin, karker, teqawidî, astengkar tune ne.
Hikumeta AKPê ji budçeya gel, tiştekî nade gel. Berevajî dayîne, bi buhakirina tiştên rojane yên hewcedar, destê xwe diavêje berîka gel. Ez dixwazim tiştekî balkêş parve bikim. Her çend mesrefên budçeya sala 2025an li gorî sala 2024an ji sedî 31,7 hatibe zêdekirin jî dahatên budçeyê ji sedî 51,7 hatiye zêdekirin. Em di vir de dibînin ku baceya ji gel dê were komkirin, ji mesrefa ji bo gel tê tedarikkirin zêdetir e. Yanê AKP dixwaze ku bila gel cirma qeyrana aborî bide.

Pêşniyarên we çiqas li ber çavan tên girtin. Eger nayên girtin çima?

Em wek muxalefet li gorî daxwaz û bendewariya gelan rexne û pêşniyarên xwe parve dikin. Armanca me ya sereke parastina mafê budçeyê ya gelan e. Lewra xwediyê budçeyê hemû gel û pêkhate ne. Divê budçe li gorî hewcedariya jinan, karkeran, ciwanan, asrengkeran û xwendekaran were dabeşkirin. Lê her sal em dibînin ku AKP, xwe dide aliyê patronan. Ne cihê niqaşê ye ku teqez çîna AKPê, çîna kapîtalizmê ye. Ji ber ku sekna AKPê berçavan e, em ji bo mafên karker û kedkaran zêdetirîn têdikoşin, nêrînên xwe ji raya giştî re parve dikin.

Ji ber vê me wek DEM Partî di Komîsyona Budçe û Planê de gelek pirsgirêk anîn ziman, gelek pêşniyarname pêşkeş kir. Lê mixabin ku hemû pêşniyarnameyên me ji aliyê endamên Komîsyonê yên AKP û MHPyî ve hatin redkirin. Me got ji bo ku mehaneya asgarî bibe 35 hezar lîra divê budçe were zêdekirin, lê wan qebûl nekir. Me daxwaz kir ku bila ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî budçe were veqetandin, lê wan got ku em naxwazin zimanan biparêzin. Bi kurtasî me jin, astengkar, ciwan, tenduristî û hwd ji bo pirsgirêkên curbibur 44 pêşniyarname pêşkêşî komîsyonê kir. Hin caran wan jî digot pêşniyarên baş in lê di dawiya dawin de ji bo red bikin destên xwe bilind dikirin.

Hûn vê politikaya dewletê ya butçeye çawa şirove dikin. Ev polîtîka bi xwe re bandorek çawa li aboriya civakê û gel dike?

Amedekirina budçeyê û nêzikatiya demokrasiyê hevdu temam dikin. Lewra wek mafekî mirovahî budçe bi pêşketina demokrasiyê derketî holê. Îro tu kes nikare bibêje li Tirkiyê demokrasî heye. Eger hebûya, budçe di odeyên qesra serokkomar de nedihat amadekirin. Cihê ku nûnertiya gel dike Meclîs e, lê rayedarên gel li Meclîsê nikarin peyveke qanûna budçeyê biguherînin.
Hikumeta AKPê bi tevlîbûna gel a pêvajoyê budçeyê kêfxweş nabe. Eger li ser navê gel Meclîs bi bandor be, divê budçe ne ji bo şer û çekan; ji bo xizaniyê, ji bo aramiyê, ji bo çêkirina fabrîkayan bihata veqetandin. Lê ji bo polîtîkayên şer raneweste, dewlet jî budçeyê ji gelan vedişêre. Heta ku pirr caran nahêlin rojname û TVîyên muxalîf bên komîsyonê û kî çi dibêje bibinin. Di destpêka komîsyonê de dema ku wezir diaxive û weşana zindî jî dest pê dike, lê dema ku dor tê partiyên din cihde weşanên zindî tên birîn.
Li Tirkiyê mejiyê desthilatdar dixwaze bila dewlet zêde cih bigire, lê cihê civakê kêm be. Di pêvajoya budçeyê de jî civak tune hat hesibandin. Lewra çanda demokrasiyê tune ye. Li dijî vê yekê, em hewl didin ku bi têkoşîna xwe civak jî xwe di budçeyê de bibîne. Ancax bi vî rengî pirsgirêkên gel dê werin çareserkirin. Lê Hikumeta AKPê tu car civak nedit, pirsgirêkên gelan ji xwe re nekir derd.

 

Etîket: civakîGulcan KaçmazleşkerîMehmet Alî Ertaşsermayetenduristî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parêzgerê Hesekê ji bo entegrekirina beşa tenduristiyê komîteyek erkdar kir

Parêzgerê Hesekê ji bo entegrekirina beşa tenduristiyê komîteyek erkdar kir

17 SIBAT 2026
Ji bo Kobaniyê banga lezgîn: Xeteriyek mezin heye

Ji bo Kobaniyê banga lezgîn: Xeteriyek mezin heye

5 SIBAT 2026
Platforma Tenduristiyê: Li Rojava av, xwarin û ceyran qutkirine 

Platforma Tenduristiyê: Li Rojava av, xwarin û ceyran qutkirine 

25 ÇILE 2026
Ji 3 aliyan ve çeteyan dişînin derdora Dêr Hafirê

Ji 3 aliyan ve çeteyan dişînin derdora Dêr Hafirê

14 ÇILE 2026
Ji Şamê ber bi Dêr Hefirê sewqiyatên leşkerî

Ji Şamê ber bi Dêr Hefirê sewqiyatên leşkerî

12 ÇILE 2026
Fabrîqeyên mirinê

Fabrîqeyên mirinê

25 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tora trolan û hemalên derewan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîtîkayên qeyim rê li ber çand û zimanê Kurdî digirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MKGê ji bo nûçegihanên ETHAyê qertên piştevaniyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şedal: Bizanebûn 15ê Sibatê hilbijartin
    Zeydan: Feydeya tayînkirina qeyim ji kesî re nîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Numan Kurtulmuş: Rapor dê li ser 7 xalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (691)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne