• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    YRKê mikurhatinên sîxurek Îranê weşand

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

    Partiya Kesk a Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo pêvajo bidome divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Fexredîn Kiliç -Omer Demîr / AW

12 ADAR 2025 - 08:18
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê Şaxa OHDê yê Amedê Muhîttîn Mûgûç tekildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ji bo pêvajo bidome divê dewlet di zemîna hiqûqî de gavan biavêje û Abdullah Ocalan azad bibe.

Di 22yê Cotmeha 2024an de Dewlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa mafê hêviyê kir û xwest ew li Meclisê biaxive. Piştî van axaftinên Bahçelî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 14ê Tebaxê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabû. Dû re Omer Ocalan di 23yê Cotmehê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.

Piştre jî şandeya ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê Kanûnê de çû Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan a ku ji 7 xalan pêk tê, bi raya giştî re hate parvekirin. Dû re Şandeya Îmraliyê di 22yê Çileyê û 27ê Sibatê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Şandeyê di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rayagiştî re aşkere kir.
Piştî aşkerekirina bangê Kurdistan û Tirkiye di nav de gelek welatên cîhanê daxuyaniyên piştgiriyê dan. Pişt re gelek sazî, dezgeh, partiyên siyasî û kesayetan jî piştgirî dan bangê. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Mûhîttîn Mûgûç têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Banga birêz Abdullah Ocalan ne tenê bangek e’

Mûhîttîn Mûgûç diyar kir ji bo pêvajo berdewam bike pêwîst e dewlet di zemîna hiqûqî de gavan biavêje û wiha got: “Ev bangawazî ji bo gele kurd dîrokî ye. Ev bangawazî aştiyek birûmet e, bersiva pirsa ‘di nava gel de aştiyeke çawa dê pêk werê?’ye. Banga birêz Abdullah Ocalan ne tenê bangek e, ev bang ji bo rê û rêbazekê çareserî peşkeşî me kir. Divê em li dîrokê, li civakê binêrin û li gorî vê hiqûqekê ava bikin. Ev hiqûq jî jiyankirina bi hevdû re ye. Pirsgirêka kurd dê çawa bê çareserkirin ji aliyê siyasî ve zemîneke hiqûqî hewce ye. Pêvajoya di sala 2013-2015an de pêşengen gelê kurd destê xwe danîn bin vî barî, ji ber ku zemîna hiqûqî ne hatibû avakirin tevahiya wan ketin girtîgehan. Wextê ku di nav du aliyan de aştî tê avakirin hevdîtin pêk were pêwîst e hiqûq wan biparêze. Parastina wan her du aliyan jî gelek giring e. Dewlet mecbur e ku ji bo şandeya diçe Îmraliyê û peyaman dibe Qendîl û Rojava zemîneke hiqûqî ava bike.”

‘Divê di Meclisa Tirkiyeyê de qanûna mafê hêviyê were derxistin’

Mûhîttîn Mûgûç bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî mafê hêviyê û wiha bi lêv kir: “Demek dirêj li ser birêz Abdullah Ocalan tecridek giran hebû gel jî dixwest ev tecrîd rabe. Ji bo ku birêz Abdulah Ocalan demeke dirêj e li Îmraliyê girtî ye, parêzerên wî serî li DMMEyê dabûn. DMMEyê bersivek da û got; ‘Dema ku yek hat girtin sebeba vê çi bibe bila bibe heta dawiya emrê wî tu nikarî wî di girtîgehê de bihêlî. Ev hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê heqîqetê ve jî ne tişteke rast e. Ji bo vê DMME dibêjê ‘tu mecbûrî mafê hêviyê bidî wî.’ Ji ber vê yekê pêwîste ku di pêşerojê de li Meclîsa Tirkiyeyê ev qanûn were derxistin. Divê di CMKê de ev guhertin çêbibe, ev pêk were di aliyê mafê hêviyê de jî guhertin dê çêbibe.”

‘Pêwîst e ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe’

Mûhîttîn Mûgûç destnîşan kir ku divê Meclisa Tirk bi awayekî awarte bicive ji aliyê qanûnan ve guhertinan çêbike ku pêşiya pêvajoyê vebike û wiha pê de çû: “Birêz Abdullah Ocalan barê vê pêvajoyê daye ser milê xwe, pêwîst e ku rêya Îmraliyê bê vekirin. Bi çûyîna şandeyê ev pêvajo nameşe. Ji bo ev pêvajo bi encam bibe, divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên guhertin. Birêz Abdullah Ocalan di banga xwe de jî got ‘Bila PKK çekan deyne’ PKKê jî got “Divê em kongra xwe çêbikin û ji bo kongreyê jî pêwîst e birêz Abdullah Ocalan azad be. Divê dewleta Tirk jî guh bide van gotinan û li gorî wê gavan bavêje.”

‘Ev bang tenê ji PKKê re nehatiye kirin’

Mûhîttîn Mûgûç da zanîn ku dewlet di aliyê hiqûqê de gav biavêje tiştên di banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine gotin ê pêk werin û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan ji xwe di bangê de her tişt diyar kir; danîna çekan, komkirina kongreyê û pirsgirêkên niha em dijîn pêwîst e bi hiqûqe bên çareserbikin. Lê dewletê heta îro çavên xwe girtine û tu gav neavêtiye. Ev bang ne tenê ji PKKê re hatiye kirin, ji dewletê re jî hatiyê kirin û dibêjê em dixwazin dawiya vê pirsgirêkê bînin.”

‘Em ê pêvajoyê bi gel re bimeşînin’

Di dawiya axaftina xwe de Mûhîttîn Mûgûç anî ziman ku ji bo pêvajo rast bê femkirin divê ew her tim di nava gel de bin û ev tişt gotin: “Divê sazî û dezgehên civakî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Bi xwedî derketinê dê hinêk tişt çareser bibin. Saziyên ku xwedi li vê pêvajoyê derdikevin pêwîst e ku ji endam û nûnerên xwe re pêvajoyê vebêjin. Bi her awayî pêvajoyê binirxînin û li gorî wê xwe amade bikin. Hem ji aliyê erênî hem jî ji aliyê neyînî ve xwe amade bikin. Em wek Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê bi rêveber, nûner û endamên xwe re li ser pêvajoyê fikirîn. Em bangawaziyê li saziyên din dikin. Pêwîst e ku em werin li cem hev û em bifikirin. Ji bo van jî em e pêşerojê hevdîtinên xwe bikin. Ev demek dirêj e sazî û partiyên siyasî di aliyê têkoşînan de hinêk qels manê. Em hinêk ji gel dûr manê. Em mecbûr in ku pêvajoyê bi gel re bimeşînin û xwe bigihînin wan.”

Etîket: Abdullah OcalanMafê HêviyêMuhttîn MuguçOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

19 GULAN 2026
Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin

Dr. Hazargol: Gav neavêtina derbarê statûyê de tê wateya cemidandina pêvvajoyê

19 GULAN 2026
Otomatik taslak

‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

18 GULAN 2026
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Li wî aliyê behrê muzakere li vî alî qedexe!

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê: Li wî aliyê behrê muzakere li vî alî qedexe!

18 GULAN 2026
Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

17 GULAN 2026
Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kongoyê 118 kes ji şewbeya Ebolayê mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (507)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne