Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrtê li dijî gotinên nijadperest ên Rahmî Koç li Qada Esenyûrtê daxuyanî da û hat diyarkirin ku jinên Kurd tu carî li dijî polîtîkayên wê yê zayenperest serî netewand. Em ê rê nedin gotinên nijadperestî.”
Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç li Balçovaya Îzmîrê di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî de heqaret li jinên Kurd kir. Piştî ku ev dîmenê Rahmî Koç ê nijadperest li ser medyaya dîjîtal belav bû, gelek derdorên cuda nerazîbûn nîşan da. Piştî bertekan derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê li dijî gotinên nijadperest ên Rahmî Koç li Qada Esenyûrtê ya Stenbolê daxuyanî da. Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Zayenperestî û nijadperestî ne pêkanok e” nivîsandibû hate vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.
‘Em ê herdem li pêşiya gotinên nijadperestî bisekinin’
Berî daxuyaniyê endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê Saîme Sema Çalî axivî. Saîme Sema Çalî diyar kir ku ew dazanin ku ev priş li dijî hemû jinan e û got: “Parastina rûmeta jinan peywira tevahî kesan e. Hevgirtina jinan ji nijadperestiyê mezintir e. Em ê herdem li pêşiya gotinên nijadperestî bisekinin.”
‘Em ê rê nedin gotinên nijadperestî’
Piştre rêvebera DEM Partiyê ya Esenyûrtê Zahîde Ocal daxuyanî xwend. Zahîde Ocal anî ziman ku ew tu carî destûr nadin ku bi gotinên zayendî û nijadperest jinan bikin hedef û got: “Em êrişên nijadperest yên ku nasname û zimanê jinên Kurd ên ku bi navê pêkanok tê kirin şermezar dikin. Sedema van gotinan polîtîkayên desthilatdar ên nijadperestî û baviksalarî ye. Em rê nadin gotinên nijadperestî ku bi nabê pêkanok pêk tê. Ev gotinên ku jinan û jiyana hevpar dike armanc nîşaneya aştiya civakî ye. Em li dijî polîtîkayên dijminê jinên Kurd in li vir in. Em dizanin ku êrişên li ser destkeftiyên jinan êrişên nasnameyê ye. Desthilatdar herî zêde hêza jinan a rêxistinkirî ditirse. Ev êrişa ku îro di bin sîwana nexweşxaneyekî pêk yê nîşaneya sazbûna nijadpereatiyê ye. Lê bila bê zanîn ku jinên Kurd tu carî li dijî polîtîkayên wê yê zayenperest serî netewand. Em ê herdem li dijî êrişên nijadperest bisekinin.”















