Amed – Ma Musicê ji bo pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” kampanyaya “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” da destpêkirin.
Weşanên Akademiya Ma Musicê pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” çap kiribû. Ma Musicê ji bo pirtûkê, kampanyaya bi navê “Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok” da destpêkirin.
Xebatkarên Ma Musicê ku kampanya dan destpêkirin bi vîdeoyekê banga beşdariya kampanyayê li gelê Kurd kirin. Xebatkarên Ma Musicê dibêjin, “Pirtûk ji we, gihandina wan a ji zarokan re ji me.”
Dê pirtûkan bibin li zarokan belav bikin
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar têkildarî kampanya dane destpêkirin heta niha hezar pirtûk hatine kirîn. Şêrko Kanîwar anî ziman ku piştî pirtûkên tên kirîn, wê bibin li bajarên bakurê Kurdistanê li zarokan belav bikin. Şêrko Kanîwar ji bo beşdariya kampanya pirtûkê bang li tevahiya gelê Kurd kir.