• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya Wêjekarên Kurd dê Sempozyûma Wêje û Ziman li dar bixe

Fexredîn Kiliç / AW

2 KANÛN 2024 - 08:05
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle derbarê armanc û xebatên komeleya xwe de axivî û da zanîn ku dê di destpêka sala 2025an de Sempozyûma Wêje û Ziman a Osman Sebrî li dar bixe.

Piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an ku Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin, gelek saziyên kurdan hatin girtin. Yek ji saziyên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin jî Komeleya Nivîskarên Kurd bû. Piştî girtina Komeleya Nivîskarên Kurd, di 21ê Çileya 2020an Roja Çîrokan a Cîhanê de li Amedê komek nivîskarên kurd Komeleya Wêjekarên Kurd ava kirin. Komeleya Wêjekarên Kurd ku zêdetirî çar sal in hatiye avakirin û gelek çalakî li dar xistine.

Komeleya ku li Amedê hatiye damezrandin, di xebatên xwe yên 4 salan de gelek proje û çalakiyên wekî pêşxistina wêjeya kurdî, bîranîna nivîskarên kurd, hevgirtina bi nivîskarên girtî re pêk aniye. Xebatên weke atolye, şevbuhêrk, panel, semîner û konferans li dar xistine. Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle derbarê avakirin, armanc û xebatên komeleya xwe de ji ajansa me re axivî.

Armanc berhemên wêjeya kurdî berbiçav bike ye

Rêdûr Dîjle qala pêvajoya avakirina komeleyê kir û da zanîn ku piştî girtina Komeleya Nivîskarên Kurd hin nivîskar û wêjekar li hev kom bûn û komele ava kirin. Rêdûr Dîjle destnîşan kir ku yek ji armanca avakirina komeleyê ew e ku nivîskarên Kurd bîne cem hev û wiha got: “Wê sazûmaniya wan a rêxistinbûyî ava bike û bi vê re jî hem li qada neteweyî hem jî ya navneteweyî wêjeya kurdî berbiçav bike. Di heman demê de berhemên wêjeya kurdî jî berbiçav bike. Di nava civakê de ew rêjeya eleqeya bi wêjeyê re zêde bike. Armanceke wê ya sereke ev e. Reng û dengê civaka xwe bi formên wêjeyî nîşan bide der. Ku di van forman de estetîk, exlaqê civakê hêla wê ya aborî, civaknasî û polîtîk jî bide der.”

Xebatên rêxistinbûyî her ku diçe xurttir dikin

Rêdûr Dîjle da zanîn ku xebata wan a destpêkê xurtkirina rêxistibûyînê ya komeleyê ye û wiha domand: “Dema em hatin ser kar me xwest em di destpêkê de hêla komeleyê ya rêxistinbûyînê xurttir bikin. Xebatên me yên destpêkê bi piranî li ser vî warî bûn. Niha jî ew didome û heta radeyekê em bi ser jî ketin, an ku wê hêla wê ya rêxistinbûyî her ku diçe xurttir dikin. Ji bilî vê me gelek xebat çêkiribûn ku hatibûn belavkirin jî. Weke kargehên nivîskariya afirîner. Kargehên çîroka afirîner me xebatên bi vî awayî jî dabûn destpêkirin û ew bi awayekî bi serkeftî bi dawî bûn.”

‘Xebatên me yên ji bo rojên taybet hene’

Rêdûr Dîjle, qala xebatên xwe yên komeleyê yên danîne pêşiya xwe kir û ev agahî dan: “Yek ji xebatên ke yên sereke jî sempozyûm e. Em ê destpêka sala 2025’an Sempozyûma Wêje û Ziman a Osman Sebrî li dar bixin. Wê du rojan û bi heşt rûniştinan berdewam bike. Me niha çarçoveya wê pêşnûmeya wê amade kiriye. Em hêdî hêdî hêla wê ya teknîkî jî amade dikin. Heke ev tişt biqede em ê ji raya wêjeya kurdî re belav bikin. Helbet xebatên me yên ji bo rojên taybet jî hene. Xebat û çalakiyên rûtîn hene. Roja Çîrokê ya Cîhanê heye xebateke me ji bo wê jî heye. Em ê ji bo wê jî hin çalakiyan li dar bixin.”

‘Dixwazin bibin deng û rengê pênûsa nivîskarên girtî’

Rêdûr Dîjle da zanîn ku xebatên wan ên ji bo nivîskarên di zindanan de jî hene, niha li ser wan hûr dibin û ev tişt gotin: “Nivîskarên girtî li gorî nivîskarên derve hinek xwedî dezavantaj in. Hem di warê belavkirina berhemên xwe de hem di warê danasîna berhemên xwe de xwedî dezavantaj in. Ji ber girtî ne li gorî nivîskarên din ji van tiştan hinek bêpar in. Weke komele jî em dixwazin bibin dengê wan, an ku deng û rengê pênûsa wan. Bi vî awayî hem ji bo berhemên wan çalakiyan li dar bixin. Hem jî derbarê danasîna berhemên wan de çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin. Bi wan re pêwendiyê deynin. Xebateke me ya bi vî rengî ku me pêşnûmeya wê amadekiriye heye. Em dixwazin bi wan nivîskaran re çi bi rêya nameyan çi bi rêya parêzerên wan re em hin hevpeyvînan bikin. Wê fikra wan a derbarê wêjeyê de fêm bikin. Ka ew çawa wêjeyê dinêrin, çi pêşniyazên wan hene, em wan hîn bibin û em wan hevpeyvînên wan dîsa bi rêya çapemeniyê bi rêya medyaya dîjîtal em belav bikin. Bi vî awayî em haya wêjeya kurdî jî ji van tiştan çêbikin.”

Rêdûr Dîjle, bal kişand ser êrişên li dijî çand, huner û zimanê kurdî û wiha bi lêv kir: “Êrişên pergalê ne nû ne. Bi taybetî piştî ku komar hate avakirin. Destûra wê ya bingehîn hate çêkirin. Ji xwe re konseptek danî holê. Bi qodên kêmneteweyan bilîze û wan di çarçoveyeke tirkîtiyê bimehîne û wan ber bi xwe ve bikişîne. Helbet yên herî zêde para xwe ji vê girtin jî kurd in. Kurd bi awayekî pir dijwar di wê mengeneya asîmîlasyonê de derbas bûn. Hêj jî tên derbaskirin. Çima? Ji ber ku dema tu çanda neteweyekê pê bidî ji bîr kirin, tu her tiştê wî pê didî ji bîr kirin û ew ji kirasekî ber bi kirasekî din ve diçe, ne bi xwe ye yanî. Wê xwebûniya xwe winda dike. Dibe tiştekî din.

‘Armanc ew e ku civaka kurd bi her awayî ji holê bê rakirin’

Yanî armanca vê pergalê ya sereke jî ev e ku di çarçoveya yekperestiyê de hatiye avakirin. Em van êrişan jî dikarin di vê çarçoveyê de binirxînin. Gava ku tu netewekê ji qodên wê yên bingehîn dûr bixînî tu dikarî her tiştî bi wî miletî bidî kirin. Tu dikarî bi rihetî dîzayn bikî. Tu îtîrazên wî neteweyî çênabin û dê tim serî bitewîne. Hem ji hêlekê ve şerê fizîkî dimeşîne. Ji hêlekê ve jî şerekî pasîf ku em bi bişaftinê bi nav dikin dimeşîne. Lê yê herî dijwar û dibêje ez bikaribim encamê jê bigirim şerê pasîf an ku yê bişaftinê ye. Ji ber ku gava tu wî asîmîle bikî hêla wî ya têkoşînê hêla wî ya li ber xwe dayînê jî çênabe. Û tu wî bi temamî bi xwe ve girêdidî. Ev êrişên dawî jî bi vî rengî ne. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hate kirin. Tabeleya kurdî guhertin. Ne tenê tabela, beriya tayînkirina qeyûman Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo bîranîna Seydayê Cegerxwîn bernameyek li dar xistibû, em jî hevkarên wê bîranînê bûn. Me bi hev re li dar xistibû. Qeyûm roja ewil daxuyanî û dîmenên aydê vê bîranînê rakirin. An ku armanc ew e ku tu civaka kurd bi her awayî hêla wî ya têkoşînê, îtîrazê, berxwedanê û hêla wî ya mûxalîf ya dixwaze bi rengê xwe bijî ji holê rake. Mirov dikare wiha binirxîne.”

‘Asta ziman çiqas pêşketî be asta jiyanê jî ewqas pêşketî ye’

Rêdûr Dîjle got ku “Weke komele ew dixwazin rastiya heyî berbiçav bikin” û got: “Xebateke me heye em ê bi rêya çapemeniyê dest pê bikin. Heya ji destê me tê em hewl didin ku vê wêjeyê vî zimanî berbiçav bikin. Yanî dema êrişek li ser ziman tê kirin helbet li ser wêjeyê jî tê kirin ji ber ku wêje ji wî zimanî pêk tê. Em dikarin bêjin ku armanca me ew e ku bi rêya wêjeyê asta vî zimanî nîşan bidin. Ji ber ku asta ziman asta jiyan û mirov e jî. Ew ast çiqas pêşketî be, asta jiyanê jî ewqas pêşketî ye.”

Rêdûr Dîjle, da zanîn ku dê di 8emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de cihê xwe bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li wir xebatên hem danasîna komeleyê hem jî zêdekirina endaman bidin meşandin. Hem danasîna berheman bikin. Hem jî ji bo ku em pêwendiyê bi sazî û dezgehên din ên wêjeyê deynin em ê di fûarê de cih bigirin.”

Hûn dikarin vîdeoya nûçeyê ji lînga jêr temaşe bikin

Etîket: KomeleKurdOsman SebrîRêdûr DîjleSempozyumwêjeziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

3 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îranê êrîşî Komelayê kir

3 HEZÎRAN 2026
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

30 GULAN 2026
TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

TUÎKê daneyên welidînê nûkirin: Ligel ketina rêjeyê li lûtkeyê bajarên Kurdistanê hene

21 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi diruşma ‘Bijî berxwedana ciwanan’ mezûn bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (305)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne