• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Cizîrê starta Mîhrîcana Cejna Zimanê Kurdî hat dayin

Şirnex / AW

27 GULAN 2025 - 18:03
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Saziyên ziman ên Şirnexê û Şeredariya Cizîrê di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de starta Mîhrîcana 11emîn a Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê dan.

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) û Şeredariya Cizîrê, di çerçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi daxuyaniyeke starta Mîhrîcana 11emîn a Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê dan. Daxuyaniya ku li ber avahiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat dayin, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, saziyên sivîl ên Şirnexê, parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredarên Cizîrê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya kurdî perwerdehiya kurdî, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Nûh Rojger An ve hat xwendin. Nûh Rojger An anî ziman ku ew ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna zimanê Kurdî bilindtir bikin û wiha got: “Divê  Statuya zimanê kurdî bê naskirin,  zimanê kurdî bibe fermî, ji pêşdibistanê heya zaningehê divê perwerdehiya zimanê kurdî hebe û bi makezagonan mafê Gelê kurd bên mîsogerkirin. Êdi dem dema zimanê kurdî ye. Ji bo gelê kurd maf û dadmendî ji naskirina zimanê kurdî dest pê dike.  Lewre naskirina zimanê naskirina mafên gelê kurd e. ”

‘Beriya her tiştî divê birêz Ocalan azad bibe’

Nûh Rojger An bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo hişmendî û pêşdebirina banga birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di jiyanê de pêş bikeve, beriya her tiştî divê birêz Ocalan azad bibe. Banga me ji bo avakirina zimanê aşitiyê ye, ji bo avakirina civakeke demokratîk e. Pêdiviya hemû gelên Tirkiye û kurdistanê li demokrasiyê heye. Ji bo ev pêk bê em ê têkoşna xwe ji her demê bilindtir bikin. Em bang û gazî li desthilata AKP û MHPê dikin  ku demildest pêdiviyên vê bangê bi gavên demokratîk ên berçav bînin cih.”

Daxuyanî bi berkirina dirûşmeya, “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Mîhrîcan wê îşev di seat 20.00an de şahiya dengbêjan destpê bike û heta 29ê Gulanê konser û şahî wê bên lidarxistin.

Etîket: çandCizîrKurdîmihrîcan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

19 HEZÎRAN 2026
Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

18 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

16 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Cizîrê û Hezexê bi gel re civiya

Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Cizîrê û Hezexê bi gel re civiya

16 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

DEM Partiyê li Cizîrê du malbat li hev anî

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (786)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne