Meşa Dirêj a di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 21ê çile de li bajarê Lorientê ya Fransayê dest pê kiribû, di roja 7an de berdewam kir. Di meşê de azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwestin.
Meşa Dirêj ku di 21’ê Çile de li bajarê Lorîent ê Fransayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir, hefteyek li pey xwe hişt. Meşê di roja hefteyan de berdewam kir. Meş dê di 15ê Sibatê di li bajarê Strasbourgê bi mîtîngê bi dawî bibe. Di meşê de meşvanan esnaf ziyaret kirin û li ser felsefe û paradîgmaya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan niqaş kirin. Meşvanan di meşê de li ser girîngî û wateya azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivîn û bi esnafan re sohbet kirin.