• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Piştgiriya Rojava piştgiriya mirovahiyê ye’

Êlih / AW

8 ÇILE 2026 - 14:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Bi pêşentgiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkildarî êrîşên li ser taxên Helebê yên Şêx Mexsûd û Eşrefiyê yên Bakur û Rijhilatê Suriyeyê û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û got: “Eşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê bi HTŞ û serokê wê re heye û di van êrişan de rolek lîstiye.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê têkildarî êrîşên li ser taxên Helebê Şêx Mexsûd û Eşrefiyê yên Bakur û Rijhilatê Suriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê li Parka Yilmaz Guney ya li ser Cadeya Amedê ya Êlihê daxuyanî da çapemeniyê û piştî daxuyaniyê girseya kombûyî ji parkê heta dortyolê meş li dar xist. Di daxuyaniyê de Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr, Aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê, TUAY-DER, MEBYA-DER, ARÎ-DER û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyanî û meşê bûn. Girse pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” vekirin. Herwiha girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Metna çapemeniyê ji aliyê Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Emîr Taynan ve hate xwendin.

Emîr Taynan diyar kir ku Hukûmeta Demkî ya Sûriyeyê her roja ku diçe êrişên xwe li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê dike û got: “Ev êriş bi çekên giran ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin. Rasterast sivîlan hedef digirin. Di encama vî şerî de qurbaniyên sivîl jî di nav de zarok, jin û gelên sivîl jî hene. Armanc binpêkirina mafê jiyanê yê sivîlan û veguherandina demograyayê ya bi zanebûn a taxên Kurdan e. Eşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê bi HTŞ û serokê wê re di êrîşên îro de roleke sereke heye. Em hemû baş dizanin ku ev têkilî û diyalog ji bo Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê pêşerojek zelal nekiriye. Astengkirina hemû diyalog û destkeftiyên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku baweriya gel bi dest xistine wekî xetere ji xwe re dibînin. Ji israrkirina şer wêdetir tiştek nîn e. Pirsgirêk ev e ku rêbazên kevn êdî bikar neynin û nûbûn û guhertinê bi xwe re bînin. Navê nû azadî, wekhevî û demokrasî ye.”

‘Piştgiriya Rojava piştgiriya mirovahiyê ye”

Emîr Taynan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd li hember van êrişan ne bi tenê bêparastin e, belav bûyî ye. Bi îrade û rûmeta dîrokî ya ku bi berxwedana Kobanê ji xwe dabûn nîşandan. Em bi biryar in ku destkeftiyên Rojava û mafên gelê Sûriyeyê biparêzin. Em li kêleka Rêveberiya Xweser û îradeya gel a ji bo jiyana bi hev re ne. Gelê Kurd dê êrişên wiha qebûl neke. Eşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê bi HTŞ û serokê wê re heye û di van êrişan de rolek lîstiye. Em hemû baş dizanin ku ev têkilî û diyalog ji bo Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê pêşerojek peyda nekiriye.”

Çalakî li pêşiya avahiya DEM Partiyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Platforma Saziyên DemokratîkPlatforma Saziyên Demokratîk ên ÊlihêŞêx Mexsûd û Eşrefiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

1 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

1 GULAN 2026

Bertek nîşanî Cengîz Holdîngê dan: Em mafê xwe yê jiyanê diparêzin

11 NÎSAN 2026
Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

Li Stenbolê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê

3 NÎSAN 2026
‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (21)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne