* TJA, DBP û DEM Partiyê li Îdîr û Amedê di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel li dar xistin. Di civînan de gel xwest ku partiya wan bêtir li tax û navçeyan rêxistinên xwe xurt bike û temasa bi gel re zêde bikin.
* Ecûrên li Amed û Merdînê digihîjinê li ser tableyan cihê xwe girtin. Firoşkarên ecûran diyar kirin ku her roj bi sedan kîlo ecûr difiroşin.
* Çemê Reş ku li navçeya Şemrexa Mêrdînê ye ji ber xemsariyê tije gilêş û gemar bûye. Tevî ku cihê seyranê ye jî kes ne paqij dike û ne jî lê xwedî derdikeve.
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê û ÎHD ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê merasîma belgedayîna kursiyerên zimanên Kurmancî-Kirmanckî, Ermenkî û Sûryankî li salona ÇandAmedê li dar bixe. (18.00)