Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê bi minasabeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûrnûvaya futbolê li dar xistibû, tûrnûva bi dayîna madalyayê bi dawî bû.
Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan de tûrnûvaya futbolê ya bi navê “Tûrnûvaya futbolê ya ber bi rojê ve” li dar xist. Tûrnûva li Tesîsa Karadolapê ya li navçeya Eyupê pêk tê. Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arifê Çinar, Dayikên Aştiyê, Hevberdevka HDKê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz, aktivîstên TJAyê û gelek kes tev li merasîmê bûn.
Di fînala tîmên jinan de tîma Stêrka Rojê, tîma Amarayê 3-1 têk bir û bû şampiyana tîma jinan û madalyayê xwe ji Dayikên Aştiyê bir.
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan di merasîma madalyayê de axivî û destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş e ku îro ciwan li vir xebatên wisa pêk tînin û li dijî tiryakê têdikoşîn.















