Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Amedê li navçeya Erxenîyê merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Çîrokên Kurt a Narîn Guranê li dar xist.
Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Erxeniya Amedê ji bo bîranîna Narîn Guranê li Erxeniyê bernameya xelatdayînê ya Pêşbirka Çîrokên Kurt a Narîn Guranê li dar xist. Bernameya ku li eywana dawetekî hate li darxistin, Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar, Şiyar Guldîken, rêxistinên navçeya Erxenîyê yên Partîyên DBP û DEMê, endamên meclisa Şaredarîya Erxeniyê, endamên Egîtîm Senê, malbatên wan û gelek nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Di bernameyê de ewilî Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Amedê Gulser Sargul axivî.
Gulser Sargulê diyar kir ku kedkar di demên dijwar re derbas dibin û ji bo derbaskirina van dijwariyan girîngîya hevgirtinê destnîşan kir. Gulser Sargul diyar kir ku çanda hevgirtinê dê di serdemên pêş de têkoşînê xurt bike.
Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar jî bal kişand ser tundî û qetilkirina jin û zarokan û ji bo organîzekirina bernameya watedar spasiya Egîtîm Senê kir. Piştî axaftinan, Koma Muzîkê ya Şaxa Egîtîm Senê derket ser dikê û performansa wan ji alîyê beşdaran ve bi eleqeyek mezin hate guhdarîkirin. Pişt re, li gorî nirxandina jurîyê, xelat ji nivîskar û dilxwazên wêjeyê yên serkeftî re hatin dayîn.
Çalakî li ber stranên Koma Muzîkê ya Jinan a Sendîkaya Perwerdeyê ya Amedê berdewam kir û qediya.

















