• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Nêçîrvan Barzanî Amedspor pîroz kir

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan xwest ku kujerên Atîlla Korkmaz bên dîtin

Amed / AW

13 KANÛN 2025 - 13:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û iaxa ÎHDê ya Amedê di heftaya 879emîn de li aqûbeta Atîlla Kormaz pirsî. di çalakiyê de hat xwestin ku kujerên Atîlla Korkmaz werin diyarkirin.

Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 879emîn de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Atîlla Korkmaz hate pirsîn.

Ewil rêveberî Odeya Bijîşkan a Amedê Muhammet Cam axivî û diyar kir ku ev çend hefteye li vir xizmên windayan li aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Mehmet Cam anî ziman ku îro behsa aştiyê tê kirin lê divê di serî de aştî bê vê qadê.

‘3 polîsan ew birin û xeber jê nehat girtin’

Paşê Rêvebera ÎHDa Amedê Berfîn Elçî axivî û diyar kir ku Atîlla Korkmaz dema hat windakirin 27 salî bû û li Amedê dijiya û got: “Li navçeya Rezanê ya Amedê marketekê Atîlla Korkmaz hebû. Di 8ê Kanûna 1996an de dema li marketê bû 3 polîsên sivîl hatin û gotin îfada te heye. Paşê Atîlla Korkmaz li wesayita bi plakeya 21 SV 545 siwar kirin û li gel xwe birin. Piştî ve bûyerê tu agahî ji Atîlla Korkmaz nehat girtin. Li gorî çavkaniyan di heman rojê de dema Atîlla diçû bankayê kesên sivîl wî dişopandin. Piştî hatiye marketê jî hatiye binçavkirin.”

‘Atîlla Korkmaz û Mahmut Onerari hatine înfazkirin’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku hevsera Atîlla Korkmaz, Rasîme Korkmaz û bavê wî Necmettîn Korkmaz li serî dadgeh û dozgeriyê daye lê tu encam negirtiye û wiha axivî: “Di 2yê Çileya 1997an de Midûrê Emniyeta Amedê lli malbata Korkmaz digere û dibêje li Semsûrê 2 cenaze hatine dîtin û li gorên bêkesan hatine veşartin. Mamê Atîlla Korkmaz, Azmî Korkmaz diçe cenazeyê Atîlla Korkmaz teşhîs dike. Kesên ku li gel Atîlla Korkmaz hatibû dîtin jî Mahmut Onerari yê ku ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin. Di vir de jî derdikeve holê ku Atîlla Korkmaz û Mahmut Onerari piştî hatine binçavkirin, hatine înfazkirin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDa AmedêXizmên Winayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

4 NÎSAN 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

7 SIBAT 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedspor derket Super Lîgê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (64)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne