• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

    Piştî 24 saetan bi binçavkiriyên Stenbolê re hevdîtin hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên windayan xwestin kujer bên darizandin

Navenda Nûçeyan /AW

4 ÇILE 2025 - 14:11
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Xizmên windayan û Şaxên ÎHDê, li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiyên xwe berdewam kirin. Di çalakiyan de xwestin aqûbeta Fethî Yildirim, Ahmet Yetişen û Haci Ahmet Er bên ronîkirin û kujer bên darizandin.

Xizmên windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe berdewam kirin.

Amed

Şaxa ÎHDê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 830an de dîsa li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û xwestin winda bên ditin û kujer bên darizandin. Xizmên windayan wekî her hefteyê vê carê dîsa pankarta mezin ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û wêneyên windayan xistin destê xwe. Di çalakiya vê hefteyê de rêveberên ÎHD, Komeleya Ekolojiyê, rêveberên DEM Partiyê, Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu û xizmên windayan amade bûn. Vê hefteyê çîroka rêveberê DEPê yê Wêranşara Rihayê Fethî Yildirim xwendin.

Sekreterê Şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman, axivî û anî ziman ku ew meseleya kurd ji nêzîk ve dişopînin û got: “Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Em ji bo destê siyasetê xurt bikin ji bo aştiyê çi pêwist e em ê bikin.”
Piştre Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî çîroka winda Fethî Yildirim xwend û wiha got: “Fethi Yildirim ê ku li Wêranşara Rihayê dijiya, ji ber cinayeteke ku di salên 1978-79an de li navçeyê pêk hat ew girtin. Di dadgehê de bi angaşta endamtiya Komeleyên Şoreşger ên Çandî yên Rojhilat (DDKD) û pêkanina cinayetê hat darizandin û ceza xwar. 4 salan di zindanê de ma. Piştî derket, demekê cotkarî kir. Pişt re di Lijneya Rêveberiyê ya Pardiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Fethi Yildirim di 4ê çileya 1994an de li mala hevalê xwe Abdo Mutlu ji aliyê polîsên girêdayî muduriyeta polêsan a Wêranşarê ve bi 3 heval3en xwe re hat binçavkirin. Her sê hevalên wî heman şevê de hatin berdan. Lê ew bernedan. Ali Kuran û Naci Kapancilar ên ku bi Fethi Yildirim re hatibûn binçavkirin di derheq binçavkirin de dibêjin; ‘Dema em li malê rûniştibûn ji midûriyeta navçeyê polêsên bi navê Selçuk Uygun, Osaman Harman Alptekin Kartal û Ugur Avşar jî di nav de komeke qelebalix hat. Ji me pirsîn Fethi Yıldırım kî ye? Dema fêrbûn ku kijan ji me Fethi ye çavên me her çaran jî girêdan û em birin. Piştî du Saetan Çavên me vekirin û girtekek bi me dan îmzekirin em berdan, lê Fethi Yildirim ne li gel me bû. Ji wê demê heta niha tu agahî di derheqê Fethi Yildirim de nahatiye bi destxistin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê yên Êlihê bi heman armancê di hefteya 666an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan li vir pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çayakiyê de xizmên windayan, endamên OHD, MEBYA-DER û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Ahmet Yetîşen ê di 13ê Kanûna 1994an de li Êlihê li mala xwe hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Rêveberê ÎHDê Huseyin Elçî çîroka Ahmet Yetîşen xwend.

Colemêrg

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Xindayan li Kolana Hunerê ya Gevera Colemêrgê jî di hefteya 156an de kom bûn û daxuyanî dan. Li vir jî pankart û wêneyen windayan rakirin û çîroka Haci Ahmet Er ê di 15ê 1995an de li gundê Bilêcanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hat windakirin xwendin. Hevserokê Şaxa ÎHDê Musa Bor çîroka Haci Ahmet Er xwend û xwest winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bicoş berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bicoş berdewam kir

29 NÎSAN 2026
19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

29 NÎSAN 2026
Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

29 NÎSAN 2026
Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

29 NÎSAN 2026
Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

29 NÎSAN 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî: Em ê rêxistinkirina komunan bi hev re ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Zimanê Kurdî dê deklarasyona 15ê Gulanê eşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1017)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne