• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

12 baroyan nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Bendava Tişrînê dan

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÇILE 2025 - 13:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li Bakurê Kurdistanê 12 baroyan bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê dan û gotin: “Hewceye sivîl di her şert û mercan de bên parastin.”

Baroyên Amed û Wanê jî di nav de 12 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê têkildarî êrişên ser sivîlên li Bendava Tişrînê ya li Rojavayê Kurdistanê nobetê digirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrişa dawî de Şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cûma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniya bi sernavê “Divê sivîl di her şert û mercan de bên parastin” de hat diyarkirin ku êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

‘Divê li gorî hiqûqa mirovhez tevbigerin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li herêmên din ên Sûriyeyê êdî jiyan asayî bûye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pevçûn dest pê kirin. Di êrişa herî dawî ya li dijî Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ku civaka Kurd zêde jê hez dike û sivîlên din ên jiyana xwe ji dest dayin bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Divê li gorî Peymana Cinevê û qeydên hiqûqa mirovhez tevbigerin.

Divê aktorên navneteweyî bikevin tevgerê

Mirinên sivîlan, zemîna çareseriya bi rêbazên aştiyane xera dike û rê li ber travmayên civakî yên cidî vedike. Weke baroyên herêmê yên îmzeyên wa li jêr; ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li aktorên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.”

Baroyên ku metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Semsûr, Agirî, Êlih, Amed, Îdir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.

Etîket: Baroya AmedêBaroya Wanêbavê teyarbendava tişrînêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

15 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Baroya Wanê: Ji hemû aliyan ve îşkenceyê lêkolîn bikin

Baroya Wanê: Ji hemû aliyan ve îşkenceyê lêkolîn bikin

28 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên li dijî JESê li ber xwe didin: Em ê destûr nedin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (203)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne