• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

22 saziyan li Wanê bang kirin: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

Wan / AW

24 GULAN 2025 - 16:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
22 saziyên sivîl û demokratîk, bi boneya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan û meşek li dar xistin. Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê.

Li Wanê 22 saziyên sivîl û demokratîk ên Kurdan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Kolana Hûnerê daxuyanî dan û ji wir heta avahiya KURDÎGEHê meş li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û lolîpopên “Ziman berxwedan e”, “Kurdî hîn bike, siberojê ronî bike”, “Zimanê dayikê mîrateya me ye” hwd. hatin rakirin. Rêveber û endamên KURDÎGEH, DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, Kovara Destar, DFG, MKG, Komeleya Jinan a Star, TUHAY-DER, MEBYA-DER, Çand Aryen, ÎHD Şaxa Wanê, Komeleya Meleyan, Komeleya Ekolojiyê, Platforma KESKê Şaxa Wanê, OHD, Baroya Wanê, DADSAZ, DÎSK Şaxa Wanê, Şaxa TMMOBê ya Wanê û aktîvîstên TJA beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Bi têkoşîna Kurdan hewldanên bişaftinê têk çûn’

Rêveberê KURDÎGEHê Alî Ataman metna hevpar a daxuyaniyê xwend û diyar kir ku bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku çand û zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Alî Ataman, anî ziman ku di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûn û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin. Zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Bi awa, rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.”

Bal kişandin ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’

Alî Ataman destnîşan kir ku jiyaneke bêkurdî ji bo kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e û wiha got: “Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û jêneger e. Rêzdar Abdullah OCALAN jî bi taybetî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’ Banga rêzdar OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em heta dawiyê bi vê bangê re ne û bi rengekî zelal dibêjin ku; heta ku mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî neyên naskirin û hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafên kurdan ji holê neyên rakirin aştî û civateke demokratîk pêk nayê.”

‘Divê Ocalan bikaribe azad tevbigere’

Alî Ataman da zanîn ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite û ev tişt got: “Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em wek neteweya kurd di mijara zimanê kurdî de bi van xalên hatine diyarkirin gelek zelal dibêjin ku divê statuya kurdî di makezagon û zagonan de bê qebûlkirin. Divê ji zarokxaneyan heta zanîngehan di hemû merheleyan de perwerdehiya bi kurdî pêk bê. Divê hemû qedexe û astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya kurdî bên rakirin; kurdî li her sazî û qadên fermî, civakî û jiyanî ji her milî ve serbest û azad be. Divê hemû navên cih û tiştên ku berê bi kurdî bûn lê hatine tirkîkirin, dîsa li kurdî bên vegerandin.”

Bang li partiyên siyasî û saziyan kir

Alî Ataman daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin. Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.”

‘Divê dewlet lêborînê ji Kurdan bixwaze’

Piştî daxuyaniyê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Ûzûnay û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivîn.

Gonul Ûzûnay, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û da zanîn ku miletê Kurd daxwazeke rewa dike û dixwaze zimanê wan bigehije statuyekê û bibe zimanê fermî.

Dû re Heval Dilbihar axivî û banga xwedî derketina zimanê Kurdî kir. Heval Dilbihar got ku divê dewlet lêborîna xwe ya sed salan ji Kurdan bixwaze û da zanîn ku divê Kurd jî ji bo zimanê xwe têbikoşin.

Ji bo Kurdî meşiyan

Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan heta ber bi avahiya KURDÎGEHê meşiya û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê Kurdî jiyan nabe” berz kirin. Çalakî bi gêrandina govendê ya li ber KURDÎGEHê bi dawî bû.

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîStatuya Kurdî Perwerdehiya bi KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

7 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

5 HEZÎRAN 2026
KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

3 HEZÎRAN 2026
Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

25 GULAN 2026
ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

23 GULAN 2026
Piştgiriya ji bo ‘Rojên Pirtûkan’ dest pê kir

Piştgiriya ji bo ‘Rojên Pirtûkan’ dest pê kir

22 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (263)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne