Jinên di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li navçeya Bismilê tev li meşê bûn destnîşan kirin ku mafê jiyanê yê jinan tê binpêkirin û xwestin ku jin li dijî kuştin û tundiyê xwedî li hev derkevin.
Jin di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên cûr bi cûr li dar dixin. Jinan di vê çarçoveyê de duh li navçeya Bismilê ya Amedê jî meş li dar xistin û daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dê maf, ked û nasnameya jinan bê parastin. Jinên ku tev li meş û daxuyaniyê bûn jî ji ajansa me re axivîn û bang li hemû jinan kirin ku xwedî li maf û nasnameya xwe derkevin û xwe bi rêxistin bikin.
‘Bila jin dest bidin hev, xwedî li hev derkevin’
Hanim Tanriverdî bal kişand ser yekîtiya jinan, hewcedariya parastina maf û nasnameya jinan û wiha got: “Ez ji bo 8ê Adarê, ji bo jinan, hatime vê derê. Ez 8ê Adarê li hemû jinên cîhanê û Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. Banga min ji bo jinan ev e; bila jin dest bidin hev, xwedî li hev derkevin da ku tu kes nikaribe zilmê li wan bike. Ji ber ku jin bi hêz in. Jin hene û wê tim hebin. Bila jin nehêlin ku mêr wan biçûk bixin. Jin divê nexapin, xwedî li xwe derkevin û xwe nas bikin. Bila li mafên xwe bigerin û nehêlin ku mêr serdestiya wan bikin. Ez serkeftinê ji hemû jinên Kurdistanê re dixwazim.”
‘Em ji bo azadiyê li vir kom bûn’
Hamdiye Surer qala şertên jiyana jinan, giraniya barên civakî û keda bêdawî ya jinan kir û wiha axivî: “Em aştiyê dixwazin. Em edaletê dixwazin. Em wekheviyê dixwazin. Em dixwazin mafên me hebe. Û çi tişt hebin, tê serê jinan. Jin derdê mêr, êşa zarokan dikişînin, barê malê, qehr û barê xesû û xezûran dikişînin. Her tişt li ser milê jinan e. Çi tiştên nebaş hebin, jin dikişînin. Ji ber vê yekê em îro hatine û li vir kom bûne; ji bo azadiya jinê, ji bo serbixwebûna jinê. Jin, jiyan, azadî.”
‘Bila êdî kuştina jinan bi dawî bibe’
Dayika aştiyê Methiye Çakmak jî kuştina jinan, necezakirina mêrên sûcdar û qanûnên bêbandor bi tundî şermezar kir û wiha axivî: “Em dixwazin em jin hemû bibin yek, mil bidin hev û bi hev re mezin bibin. Ez vê rojê li hemû jinan pîroz dikim û her bijî 8ê Adarê. Em îro ji bo yekîtiya xwe hatine. Em li dijî zilm û tundiya ji bo jinên ku têne kuştin li ser xwe hatine. Her roj jinên me li kuçe û kolanan têne kuştin. Em dixwazin êdî kuştina jinan bi dawî bibe. Çima jin têne kuştin? Mêrên ku dikujin jî, ji ber qanûnên dewletê yên bêkêr têne berdan. Em naxwazin êdî jin bêne kuştin û em van tiştan qebûl nakin. Em tundiya li ser jinan şermezar dikin.”
‘Mafê jiyanê yê jinan tê binpêkirin’
Fethiye Ûçar jî şertên kuştina jinan, tundiya berdewam û binpêkirina mafê jiyanê destnîşan kir û wiha bang kir: “Em ji bo jinan hatine vê derê. Jin her roj têne kuştin. Em bi berdewamî rastî tundiyê tên û têne qetilkirin. Ez bang li her jinê dikim; bila her jin xwedî li xwe derkeve, xwedî li roja xwe derkeve. Hûn jin in, ji bo çi jin ewqas têne kuştin? Bi taybetî li Tirkiyeyê jin pir têne kuştin. Bila her jinek xwedî li mafê xwe derkeve. Em dixwazin kuştina jinan bi dawî bibe. Ji bo ku jin neyên kuştin, em îro li vê derê ne. Bangewaziya min ji bo her jinekê heye ku di mala xwe de rûniştiye; bila her jin li ser pêyan be, xwedî li xwe derkeve û nehêle jin bêne kuştin. Mafê jiyanê yê jinan tê binpêkirin. Jin jiyan e!”
‘Divê jin bêjin ‘em hene û em ê hebin’’
Nazê Ozel bal kişand ser serxwebûn û xwenasîna jinan û wiha got: “Ez hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê hevalên xwe yên jin dibêjim; ‘divê em li ser pêyên xwe bisekinin.’ Em li her derê ne. Em ne tenê di malê de ne, em di kolanan de ne û li her qadê ne. Divê jin serbixwe bin, jiyana xwe bi dest bixin û di bin fermana mêran de nemînin. Divê jin xwe bigihînin her tiştî. Navê jinê pîroz e. Jin divê tu zilmê qebûl nekin. Bila jin derkevin qadan, xwedî li hevdû derkevin û netirsin. Kesî ji xwe mezintir nebînin. Dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ev rasteqîniyek e. Em dixwazin jin di bin serdestiya mêran de nebin. Bila li qadan bin, li kuçeyan bin, xwedî li xwe derkevin, mafên xwe biparêzin û xwe îfade bikin. Bila jin ji bin zilma mêran derkevin êdî xwe nas bikin. Bêjin ‘em hene û em ê hebin.’ Heta dawiyê em ê hebin.”

















