Êlih – Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê parêzer Rostem Siyahtaş diyar kir ku “Mafê Hêviyê” ne mafekî siyasî ye, mafekî hiqûqî ye û got: “Divê ev tişt bi pêvajoyê ve neyên girêdan divê bi rêyên hiqûqî bên çareserkirin. Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were.”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabûn. Piştî serlêdanê di 18ê adara 2014an de DMMEyê biryar dabû û xwestibû ku Tirkiyeyê mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bîne. DMMEyê Tirkiye di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Tevî ku bi ser vê biryarê re 12 sal derbas bûn jî hêj Tirkiyeyê ev biryar pêk neaniye. Mijara “Mafê Hêviyê” bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hin bêtir ket rojevê û ev maf yek ji xala herî girîng a pêvajoyê tê nirxandin. Tekildarî vê yekê jî parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan gelek caran serlêdan kirin. Her wiha Baroyên bakurê Kurdistanê jî ji bo bicihanîna “Mafê Hêviyê” serlêdan kirin lê hewldanên wan jî bê encam û bê bersiv hatin hiştin. Tevî van serlêdanan jî hêj encamek derneketiye holê. Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê û endamê Lijneya Rêveberiyê parêzer Rostem Siyahtaş têkildarî “Mafê Hêviyê” û pêvajoya heyî ji ajansa me re axivî.

‘Divê ev tişt bi pêvajoyê ve neyên girêdan’
Rostem Siyahtaş biryara DMMEyê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” de bi bîr xist û wiha got: “DMME dibêje kesek nikare heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimîne. Ev yek li gorî peymana xala 3yemîn a DMMEyê mafên mirovan bin pê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştre jî di sala 2013an de mijareke wisa dîsa vekirin û serlêdan hatin kirin. Wê demê dadgehê dîsa heman tişt. Ji wê deme heta niha êdî ev tişt wisa ma.” Rostem Siyahtaş bal kişand ser gotinên Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî yên derbarê “Mafê Hêviyê” de û wiha domand: “Ev mijar gelek tê axaftin. Ger ku em weke hiqûqnas lê binêrin ne hewceyeke ku mirov li ser nîqaş jî bike. Em jixwe qanûnên dewleta Tirk dizanin. Di xala 90emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de, weke peymana navendî û qanûnên navendî hatine qebûlkirin. Dema ku DMME van qanûnan pêk bîne hewceye dewleta Tirk vê yekê bi cih bîne. Ev tişt ne tişteke ku bi pêvajoyê ve girêdayî ye, ev tişteke hiqûqî ye. Hiqûq divê li gorî rojeva siyasî neguhere. Hiqûq berê çibe, duh ew e, îro jî ew e û ew ê sibê jî ew be. Hewceye ku kiryarên ji aliye dewletê ve têne kirin rojek zûtir ji holê rabin. Divê ev tişt bi pêvajoyê ve neyê girêdan divê bi rêyên hiqûqî bêne çareserkirin.”
‘Em van daxuyaniyan jî êdî ji dil nabînin’
Rostem Siyahtaş di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di nava civakê de bêbaweriyek hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Êdî wisa bûye ku çavên hemû civakê roja sêşeman li daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên heftane ye. Em vêya gelek kêm û şaş dibînin. Êdî wisa lê hatiye ku di çavê herkesî de hêviya çareserî û hiqûqê bûye Bahçelî. Em van daxuyaniyan jî êdî ji dil nabînin. Di ser pêvajoya heyî re zêdetirî salekê derbas bû, hê jî tu gaveke ji dil nehate avêtin. Lê dîsa jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan gelekî girîng e û divê pêk were.”
‘Tişteke hiqûqî divê nebe êsîrê siyasetê’
Rostam Siyahtaş bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha domand: “Weke parêzvanên mafên mirovan tişta ku ji destê me bê em ê bikin. Lê ji aliyê hiqûqî ve ev tiştên ku tên xwestin nayên bicihanîn. Bi vê yekê re hêviya civakê dişikê. Dema ku li Tirkiyeyê bê hiqûqiyek çêbibe em hemû di binî de dipelçiqin. Dema ku tiştek hiqûqî pêk bê ew ji bo me hemûyan dîsa jî baş e. Yanî hiqûqa Tirkiyeyê ji me hemûyan re hewceye û bêhiqûqiya wê jî me hemûyan diêşîne. Tişteke hiqûqî divê nebe esîrê pêvajo, siyaset û gotinên kesên siyasetmedar. Tişta hiqûqî dadgeh biryarê dide, li gorî dil be an ne gorî dil be çi hewce be bila ew bi cih bê.”
‘Zimanê raporê ji aliyê pirsgira Kurd ve zimanekî ne rast e’
Rostem Siyahtaş qala rapora ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve hate amadekirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava wê raporê de gelek kêmasî hene. Dema ku em li raporê dinêrin bi 7 xalan hatiye nivîsandin û belavkirin, lê gelek kêmasî di tê de hene. Her wiha rapor 83 rûpel e ew jî kêm e. Zimanê raporê ji aliyê pirsgira Kurd ve zimanekî ne rast e. Ev kêmasiya raporê hem di çapemeniyê de û hem jî di nava civakê de gelek kêm hat dîtin. Hê jî di raporê de pirsgirêka Kurd weke tundî û ‘Terorê’ tê dîtin. Ev nêzîkatî ne nêzîkatiya çareseriyê ye û pirsgirêkan derdixe holê. Ji aliyê din em ji raporê hêvîdar bûn û me jî weke baroya Êlihê nêrînên xwe anî ziman. Hinek baroyên herêmê jî çûne Enqereyê û anîn ziman ku divê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd çi bê kirin çi gavên hiqûqî hewce ne. Lê ev pêşniyarên ku ji aliyê baroyan ve hatin kirin neketin raporê. Bi vê yekê re DEM Partiyê jî şerh danî ser wê raporê. Em di wê baweriyê de ne ku gel û hemû baroyên herêmî û DEM Partî jî bi vî çavî li raporê dinêrin.”













