Îsraîl û DYAyê di çarçoveya operasyona li dijî Îranê de tevahiya navend û baregehên rejîmê yên li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê da. Di encama bombebaranê de gelek windahiyên rejîmê çêbûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, îro sibehê li bajarê Sineyê rêze êrişên esmanî li dijî hêzên rejîmê pêk hat. Hate ragihandin ku di êrişan de gelek navendên ewlehî, leşkerî û îdarî yên girîng hatine bûn hedef. Piştî bombardimanê li bajar pergala rejîmê di astek jor de têk çû.
Navendên rejîmê bi hevdemî hatin bombebaran kirin
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku saziyên îdarî, leşkerî, îstîxbarî û pîşesaziyê yên li Kolana Şiblî, Kolana Meracê, Meydana Şafiî û derdora Qesra Xosrevê cih digirin, hedef hatin girtin. Çavkaniyan ragihand ku destpêkê Navenda Serbazan a Îstîxbarata IDARKê, Baregeha Şahram Far, Navenda Ragihandinê, fabrîkaya petrokîmya, Qereqola Polîsan a 15an, Baregeha Îmam Elî, Zanîngeha Zanistên Tibî, Navenda Pêkanîna Biryarên Fermanê ya Xumeynî û Ofîsa Dadweriya Giştî ya Parêzgehê hedef hatin girtin.
Windahiyên mirovî û madî hene
Li gorî heman çavkaniyan, êriş bi demeke kurt de bi hev re li gelek cihan pêk hatin. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama êrişan de windahiyên mirovî yên rejîmê çê bûn û li hin deveran agir bi avahiyan ket. Çavkaniyan anî ziman ku zirarên madî yên mezin derketine holê, lê heta niha derbarê windahiyên mirovî de hejmareke zelal nayê zanîn.
Di heman demê de hate gotin ku li hin bajarên din ên Kurdistana Rojhilatê jî êrişên esmanî hatine ragihandin.













