Şerê Îsraîl, DYA û Îranê şeva borî bi her awayî ve derkete astek nû. Îsraîl û DYAyê bombardimanên di nava rojê de domandin di seatên şevê de derxistin astek jortirin. Her wiha Îranê jî bi pêlên nû yên moşekên balîstîk hem Îsraîl û hem jî gelek dewletên Ereb ên malovaniya baregehên DYAyê dikin hedef girt. Di encama êrişan de ziyanên mezin ên mirovîn û madî derketin holê. Her wiha gefan jî bi awayek dualî berdewam kir.
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de di rojên dawî de ket qonaxeke nû ya şerê vekirî û bi êrişên hevdem, bersivên moşekî û daxuyaniyên tund ên siyasî herêm bi tevahî ket rewşeke xeternak. Şeva dawî di mezinbûna şer de wekî merhaleyek nû hate nirxandin. Hem Îran hem jî Îsraîl li hember hev êrişên berfireh pêk anîn û di heman demê de hêzên Amerîkî jî bi awayekî rasterast beşdarî operasyonan bûn. Analîstan dibêjin ku pêşveçûnên dawî nîşan didin ku şer êdî ne tenê pevçûnek du welatan e lê ber bi krîzeke herêmî û navneteweyî ve diçe.
Êrişên Îranê li ser Îsraîl û welatên herêmê
Îranê şevê din wekî bersiva bombardîmanên Îsraîlê sêyemîn pêla êrişên mûşekên balîstîk pêk anî. Di êrişa moşekan de navendên leşkerî, binyadên lojîstîk û hin cihên pîşesaziyê yên li Tel Aviv, Haîfa û navçeyên başûrê Îsraîlê hedef hatin girtin. Pergalên parastina asmanî yên Israîlê bi awayekî berfireh hatin çalakirin û dengên teqînan li gelek bajaran hatin bihîstin. Rayedarên Israîlê diyar kirin ku gelek mûşek hatine astengkirin, lê hin fûza li erdê ketine û zirarên madî çêbûne.
Îran şer li herêmê belav dike
Di heman demê de êrişên girêdayî Îranê li herêmê jî belav bûn. Li paytexta Siûdî Erebistanê Riyadê fûzeyek balîstîk li taxên başûr ket û bû sedema ziyanên mirovî û madî. Hêzên ewlehiyê yên herêmê rewşa awarte ragihandin û balafirgehên hin welatan bi demkî hatin girtin. Analîstan dibêjin ku Tehran bi vê stratejiyê hewl dide şer berfireh bike û zextê li gelek eniyan belav bike.
Îsraîlê li bajar û wargehên stratejîk da
Di bersiva van êrişan de, artêşa Îsraîlê rêze bombardîmanên giran li hundirê Îranê pêk anîn. Li Tehranê gelek navendên ewlehiyê û leşkerî hate xistin, di nav wan de Barefeha FATEB, Baregeha FARAJA, Baregeha Sarallah û navendên Sepahê Pasdaran hene. Her weha navendên îstixbaratê, avahiyên fermandariya hêzên çekdar û hin sazîyên ragihandinê yên dewletê jî di nav armancan de bûn.
Windahiyên mirovîn zêde dibin
Bombardîman li bajarên din jî berdewam bû. Li Isfahanê tesîsên têkildarî kapasîteyên mûşekî hate xistin, li Tabriz îstasyonên bazê yên esmanî û depoyên çekan, li Kirmanşanê navendên lojîstîk û li Buşehrê qada nêzîkî tesîsa nukleerî bû hedefa bombardimanên Îsraîlê. Raporên destpêkê diyar dikin ku di êrişan de kuştî û birîndar hene, di nav wan de hin rayedarên leşkerî yên bilind jî cih digirin. Lê hejmarên fermî hîn nehatiye eşkerekirin.
Netanyahû: Em ‘şerê hebûnê’ dimeşînin
Piştî şeva giran, daxuyaniyên siyasî şer zêdetir tund kirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku operasyonên wan armanc dikin kapasîteyên leşkerî û nukleerî yên Îranê ji holê rakin û diyar kir ku êriş dê heta bigihin encamê bidomin. Netanyahû got ku ew ‘şerê hebûnê’ dimeşînin.
Trump: Pêla mezin hîn nehatiye
Serokê DYAyê Donald Trump jî di daxuyaniya ji raya giştî re kirî de gefên xwe domandin. Trump got ku “pêla mezin hîn nehatiye” û hişyariya êrişên mezin ên din da. Trump her wiha rayedarên Îranê yên di êrişên destpêkê hatine kuştin bi bîr xistin û got ku artêşa Amerîkayê di roja dawiyê dejî li sedan hedefan xistiye.
Îran: Em dê çekên heta niha nehatine dîtin bikar bînin
Li aliyê din rayedarên Îranê jî asta gefan zêde kir û daxuyandin ku dê çekên nû yên heta niha kesê nedîtine bikar bînin. Her wiha Îranê li dijî gotina Trump a wekî, “Dê şer sê an jî çar hefteyan berdewam bike. Dibe kêmektir zêde jî bibe” rayedarên Îranê bersiva ku dê dest bi şerek demdirêj bikin dan.
Dewletên cîhanê aliyê xwe kişf dikin
Qrîza dawî bû sedema dubendiya siyasî ya di navbera dewletên cîhanê de. Rûsya û Çînê êriş şermezar kirin û bang li rawestandina şer kirin. Iraq, Libnan û hin dewletên herêmê jî hişyariya berfirehbûna şer dan. Li aliyê din, DYA, Britanya, Almanya û Fransa piştgirî ji bo Îsraîlê re dubare kirin û Îran bi boneya herêmê ber bi kaosê ve dibe tawanbar kirin. Analîstan dibêjin ku ev rewş dikare bibe destpêka rêzebûna du blokên nû yên jeopolîtîk.
Mûşekên nû yên Îranê: Metirsiya rastîn an propagandaya şer
Di êrişên dawî de mûşekên nû yên Îranê bal kişand. Pisporên leşkerî dibêjin ku hin ji van mûşekan xwedî kapasîteya guherandina rêça firînê ne û dikarin pergalên radarê bixapînin. Tê gotin ku ew dikarin bi bilindahiyên cuda bifirin û demjimêrên astengkirinê kurt bikin. Her çiqas hin aliyan ev agahî wekî propaganda nirxandibin jî, gelek analîst dibêjin ku pêşketina teknolojî ya mûşekî ya Îranê dikare hevsengiya ewlehiyê ya herêmê biguherîne.
Tengava Hurmizê: Navenda qrîza enerjiya cîhanê
Di heman demê de, tengava Hurmizê bû yek ji navendên sereke ya qrîzê. Raporên Amerîkî dibêjin ku di operasyonekê de hin keştiyên leşkerî yên Îranê li Deryaya Ummanê hatine xistin û kapasîteya deryayî ya Tehranê zirar dîtiye. Îranê jî hişyariya ku dikare rêya deryayî bigire da. Hişyariya Îranê wekî metirsiyeke mezin ji bo bazarên enerjiya cîhanî tê hesibandin. Şirketên barkirinê rêyên xwe guhertin û nirxên neftê bi lez bilind bûn.
Şer zêdetir herêmî dibe
Bi êrişên hevdem, daxuyaniyên tund û tevgera hêzên leşkerî li gelek eniyan şerê heyî li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Diplomasiya hîn nikare pevçûn rawestîne û şeva dawî nîşan da ku şer dikare bi lez veguherî şerê herêmî yê berfireh. Çavdêrên siyasî dibêjin ku heke êriş û bersiv bi vî awayî bidome, herêm dikare bikeve qonaxeke dirêj a nearmî û şerê nû yê jeopolîtîk li cîhanê dest pê bike.













