Piştî bomberdûmana li yek navendên Basîc ya Supaya Pasdaran, girtiyan li dijî ragirtina wan a li nava girtîgehê nerazîbûn nîşandan û betaniyên nava girtîgehê şewitandin.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîl ya li dijî yek ji navendên Basîcê carmên gelek mal û dikarên derdorî girtîgehê şikestine.
Torê ragihand piştî vê êrişê girtiyan ji ber ragirtina wan ya di rewşa êrişê de weke nerazîbûn betaniyên xwe şewitandin.
Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê êriş bire ser girtiyan.
Li aliyê din hate ragihandin ku malbatên girtiyan ji bo rewşa zarokên xwe li ber girtîgehê kom bûne.
Li gorî gotina rêveberan, hinek girtî bi kefalet û hinek jî bi demkurtî tên azadkirin.
Piştî êrişên dijwar ên li ser Îranê van rojên borî rewşa girtiyan li Rojhilatê Kurdistanê girantir bûye.













