Senatoya Amerîkayê pêşnûmeya ji bo kêmkirina erka Serokê Amerîkayê Donald Trump û destûra biryara şerê Îranê ji dest derxe, red kir.
Komarparêzan li dijî siyaseta şer ya Donald Trump pêşnûme dan Senatoya Amerîkayê. Pêşnûme piştî dengdanê hate redkirin. Heke ev pêşnûme bihatana qebûlkirin, desturdayîna biryara şer dê ji destê Trump derketa. Lê piştî ev pêşnûme hat redkirin, rê li pêşiya siyaseta şer ya Trump vebû.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Senatorê Demokrat ê Virginiayê Tim Kaine ve hate pêşkêşkirin û li ser erkê şer bû. Pêşnûme li Senatoyê li hemberî 47 dengan, bi 53 dijber hate hate redkirin. Hat ragihandin ku dengdan bi giranî di asta partiyan de hate kirin.
Pêşnûmeyê dixwest Amerîka operasyonên hewayî û deryayî yên li hemberî Îranê bi dawî bike û Trump neçar bike ku careke din dema gaveke leşkerî biavêje serî li Kongreyê bide.
Senatorê Demokrat Chris Murphy beriya dengdanê axivî û diyar kir ku ji bo Trump şaşiyên ku serokên berê yên Amerîkayê li Efganistan, Lîbya û welatên din kiriye li Îranê dubare neke, biryar pêwîstî ye.













