Îzmîr – Duh, dema ku tariyê, bajarê Stockholmê girtibû bin baskên xwe yên sar, dilê hosteyê helbesta Kurmancî Ehmed Huseynî sekinî. Ehmed Huseynî yê ku bi dehan salan bi peyvên Kurdî bû deng û rengê welatê xwe, di 71 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt. Bi koça wî re, pênûsek şikest lê mîrateyeke qewî ku dê ti carî winda nebe ma. Ew ji bo mîrateyeke wisa li pey xwe bihêle, xwe spart riste û peyvan, lewma mirinê ew nedît. Dema mirinê ew dît jî, ew jixwe di nav her rist û her peyvê de şitil dabû.
Ehmed Huseynî di sala 1955an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz û zimanhez de ji dayik bû. Amûdê ji bo wî ne tenê bajarekî li ser nexşeyê, her wiha ‘mekana xewnê’ û ‘dergûşa hunerê’ bû. Lê belê, zarokatiya wî bi birîneke kûr a neteweyî dest pê kir. Piştî salan helbesta wî ji kavil û wêrana zarokatiya wî pijiqî. Di sala 1960î de, Şewata Sînemaya Amûdê rû da. Ew qîrîna zarokên ku di nav êgir de man, di ruhê wî de bû bingeha helbest û helbestavaniyê.
Ehmed Huseynî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Amûdê qedand. Paşê berê xwe da paytexta Sûriyeyê, Şamê. Li wir, di nava asoya zanîngehê de beşeke girîng xwend ku bû bingeha kesayetiya wî ya rewşenbîr: Felsefe. Xwendina wî ya beşa felsefeyê, şêwazê ramîna wî û teknîka helbesta wî bi temamî ava kir. Wî felsefe nekir mijareke hişk, lê belê felsefe xist nav ruhê helbesta Kurdî. Bi saya felsefeyê, wî pirsên hebûn, tunebûn, dem û mekan di helbesta kurmancî de bi hostayî hûnand.
Avakirina keleha ziman
Ehmed Huseynî ne tenê helbestvanekî ‘odeyên girtî’ bû; ew karkerê qadê û avakerê saziyan bû. Di salên 80yî de, dema ku rejîma Baasê zimanê Kurdî bi her awayî qedexe kiribû, Ehmed Huseynî bawer dikir ku ziman keleha herî dawî ya neteweyê ye. Bi hişmendiya xwe ya felsefî, wî Kurmancî ji qalibên teng xilas kir û ber bi asoyên fireh ve bir. Di helbestên wî de Kurdî bû zimanê felsefeya ontolojiyê. Wî mîna pireke zêrîn mirasa wêjeya klasîk bi teknîkên helbesta nûjen a cîhanî ve gêre û sentez kir.

Veguhartina sembolîzma ‘yar’ û ‘evînê’
Ehmed Huseynî di wêjeya Kurdî de wekî ‘Nûjenkerê Klasîkê’ bû. Wî mîrasa Medreseyên Kurdistanê yê ku li ser bingeha ‘eşqa îlahî’ û ‘estetîka peyvê’ hatibû avakirin, girt û bi Modernîzma Rojava re kir yek. Meselen di helbesta Klasîk de ‘yar’ an ‘hezkirî’ sembola xwedawendî an jî ruhanîbûneke bilind e. Ehmed Huseynî vê ‘yar’ê ji asîman û ji warên spîrîtuel tîne ser ax û xaka Kurdistanê û bi heqîqeta Kurdistanê pê vedibêje.
Di dîwana ‘Zerya’ an jî ‘Siyabend û Xecê’ de, ‘yar’ êdî ne tenê kesek e; ew dibe ‘Zimanê Kurdî’ yê ku birîndar e, dibe ‘Amûda’ ku di nav agir de maye. Wî estetîzma wêjeya Klasîk ya ku bi peyvên olî xwe dide der veguherand helbesteke nûjen ku mirov wisa dikare pênase bike: Ji bo Ehmed Huseynî zimanê wî qiblegeha hebûna wî bû.
Melayê Cizîrî hostayê kêş û qafiyeyê bû. Ehmed Huseynî her çend helbesta azad dinivîsand jî, tu carî ji wê vegotina kûr a kurmanciya klasîk qut nebû. Wî peyvên ku di helbesta klasîk de pir in, hildan û di nava hevokên modern û felsefî de bi kar anîn. Vê yekê hişt ku xwendevan gava helbestên wî dixwîne, hem behna pirtûkxaneyên kevin ên medreseyan bistîne, hem jî di nava kolanên sar ên Stockholmê de bikaribe bi ramanên insanên roja îroyîn re rûbirû bimîne.
Ehmed Huseynî şoreşa Modernîzmê anî nav wêjeya Kurdî. Wî nîşan da ku helbestvanek dikare mîna Melayê Cizîrî bi kûrahî li ser ‘ruh’ bisekine, lê mîna modernîstan li ser ‘bajarê herifî’ û ‘mirovê windabûyî’ jî binivîse. Wî ‘mîstîsîzma Kurdî’ ji çarçoveya olî derxist û kire çarçoveyeke ontolojîk.
Destana Nûjen: Siyabend û Xecê
Mînaka herî berbiçav a vê şoreşê pirtûka wî ya bi navê ‘Siyabend û Xecê’ ye. Ev destaneke klasîk û folklorîk e. Lê Ehmed Huseynî ev destan ne mîna dengbêjekî, mîna nivîskarekî Egzîstansiyalîst ji nû ve nivîsand. Di vê berhemê de, Siyabend ne tenê lehengekî evîndar e; ew mirovê Kurd ê modern e ku di navbera çiyayên welat û qada mirinê de li wateya jiyanê digere. Ev yek lûtkeya modernîzma Ehmed Huseynî ye ku bi kokên klasîk ve hatiye girêdan.
Ehmed Huseynî hişt ku Melayê Cizîrî di sedsala 21an de, li kolanên Ewropayê û li qadên azadiyê yên Kurdistanê bi zimanekî nûjen biaxive. Wî nîşan da ku helbesta Kurdî ramaneke kûr e ku xwe dispêre dîrokê û berê xwe dide asoyên fireh.
Wekî Şovalyeyê ekranan Ehmed Huseynî
Ehmed Huseynî bi qasî pênûsa xwe, bi deng û rûyê xwe jî bûbû mêvanê malên bi milyonan Kurdan. Dema ku weşana kanalên bi Kurdî dest pê kirin, Ehmed Huseynî dît ku ev qadeke mezin a perwerdehiya neteweyî ye. Wî di televîzyonên mîna MED TV û ROJ TVyê de bi salan bernameyên çandî û wêjeyî amade û pêşkêş kirin.
Bernameyên wî ne tenê bernameyên ji bo bihorandina wextê bûn; ew her yek dibistaneke wêjeyê bûn. Wî bi zimanekî zelal, bi kurmanciyeke lihevhatî û bi şêwazekî kûr, nivîskar û helbestvanên Kurd didan nasîn. Dengê wî yê li ser ekranê, ji bo ciwanên kurd bû teşwîqek ku berê xwe bidin xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî.

Hewşek ji peyvan
Keda Ehmed Huseynî di pirtûkxaneya Kurdî de mîna deryayekê berfireh e. Wî zêdetirî 15 berhemên giranbiha li dû xwe hiştin.
Dîwanên helbestan:
1. Peyvên li ser rûyê avê (1988): Destpêka dengê wî yê resen.
2. Bajarê herifî (1991): Berhemeke epîk a li ser wêranbûna ruh û mekan.
3. Girtîgeha siyê (1993): Helbestên ku kûrahiya felsefî ya Huseynî derdixist pêş.
4. Bîstika tîrêjê (1998): Qala ronahiya di nav tariyê de dikir.
5. Siyên li ser rûyê bîranînan (2001): Vegerîna li zarokatiya Amûdê.
6. Siyabend û Xecê (2002): Destana klasîk bi zimanekî nûjen ji nû ve ava kir.
7. Sifrê (2003), Pistepista sîberê (2004), Dozex (2005).
8. Zerya (2006), Çirûsk (2007) û Bîra birînê (2008).
Sirgûn û hesret
Ji ber nêrînên xwe yên welatparêz û sekna xwe ya ronakbîr a li dijî tariya rejîmên dagirker, Ehmed Huseynî di salên 90î de neçar ma ku xaka xwe biterikîne. Rêwîtiya wî ya sirgûnê pêşî ber bi Norwêcê û paşê ber bi Swêdê ve çû.
Ehmed Huseynî paşê wiha behsa vê neçariya xwe kiriye:
“Erê welato!
Em tav û tovên te,
em şûn û cîgehên te li pey xwe radikişînin
em di xirecira morî û karbanên te de:
em di asoyên bê reng de kund û qijalkan diperpitînin.
em di çîveçîva gustîlka sibehên te de dijîn,
em di pirsên te de porspî, sêwî; riswa û bêhêvî dibin.
Lê em bêriya te dikin
ey welatê bêkutayî!
Em bêriya wêrekiya pîvongên te dikin;
xweş-bîna pûnga te;
û tirşahiya tirşokên te dikin.
Em bêriya bejna hîroyê;
û keskahiya kevza te dikin.
em bêriya çîrokên kuştina te dikin..
Ma çend caran me bi nifiran tu kuştiyî
ey welatê ko di nav destê me de kêferatê dike!?!
Em bêriya:…”
Ehmed Huseynî li Stockholmê bi nivîskarên mîna Mehmed Uzun û rûspiyên Ekola Stockholmê re bû yek. Wî xerîbî nekir hinceta bêdengiyê; berevajî vê, wî sarbûna Stockholmê bi germahiya peyvên Kurmancî germ kir. Wî li wir nîşan da ku helbestvan dikare li her derê cîhanê be, lê heke zimanê wî keleha wî be, ew tu carî nabe penaber. Ew li ber berfa Stockholmê bû, lê ruhê wî li ber tava Amûdê toz girtibû . Belkî penaberê axa xwe bû, lê dîsa jî bûbû mîrê zimanê xwe.
Ziman: Welatê ku nayê dagirkirin
Ehmed Huseynî di sirgûnê de gihîşt wê baweriyê ku “Welatê rastîn ziman e”. Dema ku rejîma Baasê li ‘wir’ ziman qedexe dikir, Huseynî li ‘vir’ (li Stockholmê) bi azadî kaniya Kurmanciyê diherikand. Wî li xerîbiyê pirtûkxaneya Kurdî bi dehan berheman dewlemend kir. Ev sekn, bersiveke felsefî bû li dijî sirgûnê. Belkî karibûn laşê wî ji axa wî dûr bixin, lê nekarîbûn axê ji nav zimanê wî derxin.
Sirgûniya Ehmed Huseynî, rêwîtiyek bû ji “fizîkê ber bi metafizîkê ve”. Wî li Stockholmê nîşan da ku helbestvanê mezin ew e ku dikare di nav berfa biyanî de, bîra welatê xwe mîna agirê Newrozê geş û zindî bigire.
Mirina ku helbest pê sêwî ma.
Koça dawî ya Ehmed Huseynî, birîneke kûr di dilê civaka edebî de vekir. Ew wekî “şêxê helbestan” diçe ser dilovaniya xwe. Wî tu carî serê xwe li ber desthilatdariyan netewand; wî tenê li ber mezinahiya peyvê û rûmeta gelê xwe serê xwe xwar kir.
Amûdê dinalîne û Stockholm li ber bayê xemgîniyê diheje. Pênûsa Kurdî sêwî maye, lê mîrasa Ehmed Huseynî dê wekî çirayeke nemir her tim geş bimîne.








