Stenbol – Her sal bi nêzîkbûna 21ê Adarê re navê Mazlum Dogan bi Newrozê re tê bibîranîn. Dogan ku di sala 1982yan de li Zindana Amedê bû remz û agirê Newrozê, sê darikên neftikên agirê Newrozê pêxistî û wek pêşengê berxwedana zindanan derdikeve pêş. Lê Mazlum Dogan ne tenê sazûmankarek şoreşa Kurdistanê bû, di heman demê de pêşengek ramanî û pênûsek tûj a rojnamegerî û weşangeriya Kurdistanê jî bû. Dogan ku ji hêla heval û hogirên wî ve wekî “pirtûkxaneya gerok” dihat binavkirin, bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji nêz ve dixebite û derxistina yekemîn weşana Çapemeniya Azad, rojnameya Serxwebûnê bi rêxistin dike. Bingeha weşangeriya ku Mazlum Dogan avêtî îro pêl bi pêl mezin dibe.
Newroz di dîroka gelê Kurd de nîşaneya serbilindî û serfiraziyê ye. Bi salan gelê Kurd li dijî zilma dagirkeran bi agirê Newrozê li berxwe dide. Bi nêzîkbûna 21ê Adarê, navê Mazlum Doğan dîsa tê bîranîn. Dogan ku di sala 1982yan de li Zindana Amedê şehîd ket bi piranî bi sê niftikên bûne sembola berxwedan û azadiyê derdikeve pêş. Lê Mazlum Dogan şorergerek pir alî û pir nasnameyî bû. Yek ji sazûmankarên Tevgera Azadiya Kurdistanê, şoreşgerek sosyalîst, ramanger, çalakger, weşanger û rojnamegerek Kurdistanî bû. Aliyek herî xurt ê Mazlum Dogan jî ramangerî û weşangeriya wî bû.
Meraqa wî ya xwendinê balê dikişîne
Mazlum Dogan ku di sala 1955an de li gundê Temanê yê navçeya Depê ya Xarpêtê wekî zarokek malbatek welatparêz a Kurd çavên xwe li jiyanê vekir, di nav şert û mercên dijwar de mezin bû. Lê di zarokatiya xwe de eleqeya wî ya ji bo xwendinê balê dikişîne. Dibistana seretayî û navîn li Depê, lîseyê li Çewlikê dixwîne. Wekî xwendekarek bêrawest dixwîne, nîqaş dike û di nivîse bala derdora xwe dikişîne û piştî kutakirina lîseyê ji bo xwendina zanîngehê diçe Enqereyê û di sala 1974an de li Fakûlteya Aboriyê ya Zanîngeha Hacetepeyê dest bi perwerdehiyê dike.

Bi Heqî Karer koma Apoyî nas dike
Hezkirina Mazlum Dogan a xwendinê her diçe lêgerînên wî gur dike. Bi gelek kom û siyasetên cuda re dikeve têkiliyê. Ji van siyasetan yek jî Ocaxên Çandê yên Şoreşger ên Rojhilat (DDKO) in. Lê belê piştî demekê nêrînên wan nêzîk xwe nabîne û di sala 1976an de Heqî Karer nas dike. Sekn û gotinên Heqî Karer bandorek mezin li ser Mazlum Dogan dike. Fêm dike ku fikrên Heqî Karer fikrên wî ne jî û dixwaze tevli koma Heqî Karer bibe.
‘Min dixwest peywir bidin min’
Mazlum Dogan li ser vê pêvajoyê wiha dibêje: “Min nedizaniya ew kes kom in an jî tevger in. Lê belê min dixwest ji aliyê wan ve werim erkdar kirin.” Lê qasî bi komê re têkilî pêş dikevin ew qas ji jiyan û ramana koma Apocî diecibîne. Wekî peywira yekemîn jî erkê rêxistinkirina ciwanan jê re tê dayîn. Dogan bi vî awayî vedigere Kurdistanê û tevahiya jiyana xwe wexfî azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dike.
Pêwistiya avakirina weşangeriyê dibîne
Ligel kar û xebatên îdeolojîk û rêxistinî Mazlum Dogan xwendin û lêhûrbûna xwe kûrtir dike. Li gorî heval û hogirên wî tevahiya pereyê ji bo kirîna pirtûkan xerc dike û ji ber vê yekê mîna, “pirtûkxaneya gerok” tê pênasekirin.
Weşangeriyek ‘çewa’ nîqaş dike
Mazlum Dogan di teşegirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê de cihê fikir, raman û weşangeriyê gelek girîng dibîne. Bawer dike ku qasî têkoşîna siyasî û rêxistinî, hilberîna raman û weşangeriyê jî divê pêş bikeve. Ji ber vê yekê wî bawer dikir ku yek ji amûrên bingehîn ên têkoşînê weşan e.
Berpirsyariya weşangeriyê digire serxwe
Lêhûrbûn û xebatên Mazlum Dogan bala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dikişîne û di kar û barê ramanî, propaganda û aşîtasyonê de peywiran dide Mazlum Dogan. Li ser vî esasî hindî diçe hem fikra, “weşangeriyek çewa” di serê Mazlum Dogan de zelal dibe û hem jî karûbarên pratîk ên weşanekê teşe digirin. Piştî avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê ji ber vî aliyê xwe Mazlum Dogan wekî perpirsê propaganda û weşangeriyê yê partiyê tê wezîfedarkirin.
Abdullah Ocalan destûr nade
Ji ber ku wê demê hemû kom, rêxistin û tevgeran kovarek heye lê kovarek Apociyan û PKKê hêj tune ye, daxwaza derxistina kovarekê heye. Ligel israra komê jî Abdullah Ocalan demek dirêj destûr nade derxistina weşanekê. Abdullah Ocalan piştre jî sedema vê yekê bi gotina, “Min nedixwest kom bêyî tam teşebigire û bê asta partiyê deşîfre bibe û darbe bixwe” aşkera dike.
Navê kovarê Serxwebûn û berpirsyar Mazlum Dogan e
Bi mezinbûna têkoşînê, avakirina îlankirina partiyê û nîqaşên pêwistiya weşanekê, biryar tê dayîn ku kovarek bê derxistin. Ev biryar Mazlum Dogan û tevahiya heval û hogirên wî gelek kêfxweş dike. Li ser vî esasî pêvajoya derxistina kovara Serxwebûnê dest pê dike. Sernivîskar û berpirsyarê kovara ku di sala 1979an de dest bi weşanê kir, Mazlum Doğan e.
Dogan sedema pêwistiya kovarê vedibêje
Berî ku Serxwebûn derkeve, Dogan nivîsek dinivîse behsa pêdiviya weşaneke şoreşger rave dike. Ev nivîs paşê hate weşandin û wekî yek ji belgeyên destpêkê yên fikra kovarê tê nirxandin. Mazlum Dogan di nivîsa xwe de wiha dibêje:
“Li dijî çanda feodal û neteweyê red dike, divê çanda mirovahiya pêşverû ji gel re bê ragihandin. Heta roja îro hewildana ku çanda şoreşgerî û pêşverû bide gelê me zêde mezin nebûye. Bûrjûvaziya pêşverû çanda pêşverû daye gelê xwe. Lê bûrjûvaziyek me ya wiha çênebûye. Ev kar hemû ji me re dimîne. Dema hewil tê dayîn fikrên şoreşgerî ji gel re bên ragihandin, divê berjewendî û daxwazên gel esas bên girtin.
Ji ber ku di dîroka me ya neteweyî de heta niha tiştem me ya afirîner tune bûye, em nikarin ya derdorên din jî texlît bikin. Mînak weşanek ji hêla rewşenbîrên bi çanda Tirk mezin bûne, nikare ji daxwazên gelê Kurd re bibe bersiv.
Bi rastî jî ji ber ku heta niha têkoşînek şoreşgerî, rizgarîxwaz tune bû, weşangeriyek wiha jî li Kurdistanê derneket. Lê me riya pêşvebirin û mezinkirina têkoşîna şoreşgerî hilbijart. Ligorî şertên diguhere em neçar in şêwazê têkoşînê û di hemû qadan de yekpariya wê biafirînin. Weşana em behs dikin divê van taybetiyan bihewîne û van peywiran bênavber bi cih bîne.”
Pêvajoya zor a amadekirina Serxwebûnê
Ev nivîs nîşan dide ku di ramanê Doğan de hilberîna fikrî û çandî di nav têkoşînê de cihek gelek girîng digire. Kovara Serxwebûn li ser esasan di sala 1979an de, di nav şert û mercên pir zehmet de hate amadekirin. Xebatên weşanê ji ber sedemên ewlehiyê li Amed û Qoserê hatin kirin û ligel şert û mercên sînordar ên çap û belavkirinê hate çapkirin. Şahidê wê demê û Endamê Akademiya Zanistên Civakî Duran Kalkan ji ber şertên ewlehiyê civînên amadekirinê pir caran li bajarên cuda û bi awayê nepenî hatine kirin.
Kovar wekî qada perwerdehiyê didît
Mazlum Doan di vê pêvajoyê de didît ku kovar divê ne tenê amûra propagandayê be, lê her wiha bibe qada perwerdehiya ideolojîk jî. Ji ber vê yekê di hejmarên destpêkê yên kovarê de ne tenê nûçe, analîzên siyasî, nivîsên teorîk, dîrokî, ramanî û nîqaşên rêxistinî jî cih digirin. Li ser van naverokan kovar wekî materyalek bingehîn ê perwerdehiyê jî tê bikaranîn. Çanda ji vir destpêkrî di demên piştre de jî wekî çandekê dikeve nav Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd. Bi vê boneyê Serxwebûn wekî çavkaniyek perwerdehiyê heta roja dawî ya weşana xwe vê rolê jî dilîze.
Rojnamegeriya li paş sê darikên niftikê
Mazlum Dogan ku bi sê darikên niftikên bûye sembola Newroz, berxwedan û azadiyê û di heman demê de bi afirandina sembolên ramanî jî balê kişandiye ser xwe. Gotinên, “Teslîmiyet îxanetê, berxwedan serkeftinê tîne” û “Berxwedan jiyan e” ku îro bûne çavkaniya çanda berxwedan û têkoşînê du nîşaneyên ji afirandinên wên ên ramanî ne.
Rojnameger, edîtor û weşanger
Mazlum Dogan ligel nasnameyên xwe yên din, di nasnameyên rojnamegeriyê de jî rola sazûmankarî û pêşengtiyê lîst. Her çiqas nasnameya berxwedanê bi sê neftikan bibe sembola azadiyê jî, Mazlum Dogan di heman demê de rojnameger, edîtor, weşanger, îdeolog û rewşenbîrek pêşeng bû. Dogan bawer dikir ku têkoşîna gelekê ligel kuçe, kolan, tax û çiyan, divê li ser rûpelan jî bi awayê herî xurt bê meşandin.
Mîrasek bêhempa hişt
Mîrateya Mazlum Dogan bingeha wê bi Serxwebûnê avêtî bû dîrokek bi sedan şehîdên çapemeniyê, bi dehan kovar, televîzyon, rojname, radyo, malper û mecrayên cuda yên weşangeriya Kurdistanê afirand. Bi hezaran rojnameger li ser şopa wî meşiyan, kedek mezin û bedelên mezin dîrok, çand, raman û hişmendiya gelekê li ser esasê azadiyê ji nûve teşe kirin. Mîrateya Mazlum Dogan îro jî teşeyê têkoşîna azadiya Kurdistanê û pêl bi pêl digihe alîkariya gelên bindest.














