• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da NÛÇEYA LEZGÎN

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Bayram Balci dê sibe li Enqereyê bê definkirin

    Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

    Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

    Li Xarpêt û Çewlîgê banga ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Xarpêt û Çewlîgê banga ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’

    ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn HATE NÛKIRIN

    ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Qersiyan guh neda berfê û Newroza xwe pîroz kirin

Qers / AW

15 ADAR 2026 - 15:11
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Qersî tevî berfa dibarî li Qada Newrozê kom bûn û bi coşeke mezin pîrozbahî li dar xistin.

Newroza 2026an bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tevî şert û mercên hewayê yên neguncav li gelek navendan tê pîrozkirin. Bajarê Qersê yê Serheda Jor yek ji van bajaran bû.

Qersî Qada Stasyonê ya ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatiye veqetandin kom bûn. Gel saetên sibê berê da li qada pîrozbahiyan. Welatî bi cilên kesk, sor û zer qada Newrozê xemilandin. Girseya ku bi piranî ji ciwan û jinan pêk dihat, bi govend û diruşman bernameya Newrozê dan destpêkirin. Tevî ku pileya germê di bin sifrê de bû û berf dibarî jî Qersî guh nedan serma û berfê, bi coşeke mezin pîrozbahiyên Newrozê domandin.
Pîrozbahî piştî rêzgirtinê û axaftinên siyasetmedar û endamên komîteya amadekar ên Newrozê dest pê kirin.

‘Berxwedana Kurdan ji cîhanê re dibe îlham’

Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, Konseya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û diyar kir ku ew ê têkoşîna wî mezintir bikin. Heval Bozdag bal kişand ser kevneşopiya Newrozan û ev tişt gotin: “Bila agirê Newrozê Rojava, Rojhilat û çar parçeyên Kurdistanê hilde nava xwe. Bila Kurd deh salên xwe yên bên, bi azadî û têkoşînê bidomînin. Kurdan li dijî zordarên her serdemê, li ber xwe dane û îro jî berxwedana xwe didomînin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelên Tirkiye an jî Rojhilata Navîn e, ji bo hemû gelên cîhanê dibe îlham. Em ji Qersê ji her derê ku agirê Newrozê lê bilind dibe silav dişînin.”

Piştî axaftinan, hunermend Cevdet Bagca derket ser dikê. Cevdet Bagca bi strîna stranên xwe yên bi Tirkî û Kurdî coşa Qersiyan bilind kir.

Pîrozbahî bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.

Etîket: BerfCevdet BagcaHeval BozdagNewroza Qersêpîrozbahîserma
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêya Miks û Wanê hê jî girtî ye

Rêya Miks û Wanê hê jî girtî ye

24 GULAN 2026
Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

Li Miksê tiştek nû nîn e: 7 meh in rê hêj girtiye

22 GULAN 2026
Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

Egîtîm Sen a Îzmîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir 

17 GULAN 2026
Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

14 GULAN 2026
Bozdag pirsî: Çima berhemên Kurdî yên di arşîvê de nayên dîjîtalîzekirin?

Bozdag pirsî: Çima berhemên Kurdî yên di arşîvê de nayên dîjîtalîzekirin?

14 GULAN 2026
Hetgirê Amedsporî ameyê destbendkerdene

Li Stenbolê aligireke Amedsporê hate girtin

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (718)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne