Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê bi tevlîbûna gelek kesan şahiya Newrozê li dar xist û banga beşdariya Newroza navendî kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, rexmê barana zêde ya li bajêr, şahiya Newrozê hate lidarxistin. Îro, li Taxa 19 Mayis a li navçeya Yuregîrê Newroz hate pîrozkirin. Di şahiya ku di bin baranê de pêk hat de, agirê Newrozê ji aliyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ve hat vêxistin û li dora agir govend hate gerandin. Di pîrozbahiyê de bi domdarî dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di şahiyê de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Yuregîrê, Zakîr Boran axivî. Boran bang li gel kir ku di 22yê Adarê de li Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî di axaftina xwe de endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim bibîr anî û bal kişand ser giringiya pîrozbahiyan û banga beşdariya Newroza navendî kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.













