• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dan

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    Kedkarên Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kirin: Ji bo aştî û azadiyê em li qadê bin

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    ‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

Amed / AW

15 ADAR 2026 - 23:21
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A

Belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ ku li ser Rojîn Kabaîş hatiye çêkirin li Çand Amedê hate nîşandan. Bavê Rojînê di bernameyê de axivî û da zanîn ku kuştinê wekî xwekujiyê nîşan didin û got: “Em tu car vê yekê qebûl nakin û em dev ji doza Rojînê bernadin.”

Derhêner Gokhan Çetîn ê ku li ser Rojîn Kabaîş dema li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê dixwend bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû belgefilmek amade kiriye. Belgefîlm li eywana sînemaya Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate nîşandan. Malbata Rojîn Kabaîş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal, derhênerê belgefîlmê Gokhan Çetîn, nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di destpêka bernameyê de helbesta li ser navê Rojînê hatibi nivîsandin hat xwendin, piştre belgefîlm hate nîşandan. Piştî belgefîlmê gotubêj hat lidarxistin. Di gotubêjê de bavê Rojînê Nizamettîn Kabaîş, parêzer, rojnameger Rûşen Takva, derhênerê belgefîlmê Gokhan Çetîn, Neslîhan Şedal, Dêrûnnas Hulya Konak, parêzer Fatma Ulgen axivîn.

‘Ev ne tiştekî wisa ye ku bê veşartin’

Nizamettîn Kabaîş da zanîn ku bi piştgiriya medyaya dîjîtal û rojnamegeran û televîzyonan, dixwazin dengê xwe bigihînin raya giştî û ev tişt gotin: “Ez bi van xwendekarên ku piştgirî dan me, serbilind im. Înşallah dê dosyeeya wê rojekê zelal bibe. Lê belê, ev delîlên ku min derxistine holê, ez di ramanên xwe de bi israr im, ez her gav heman tiştî dibêjim û min çi gotibe, ez ê dîsa jî heman gotinan dubare bikim. Ji meqam û kursiyên wan re hurmet û rêza min heye, lê belê ji şexsên wan re kî dibe bila bibe ez bêrêzî nakim, lê eger ku derbarê keça min de nûçeyeke bi heqaret bidin û bibêjin ku wê xwe kuştiye, min got ez ê hesabê vê yekê ji we bipirsim û ez ê dîsa jî bipirsim. Ev ne tiştekî wisa ye ku bê veşartin. Ew walî be, dozger be, dadger be an kî dibe bila bibe, ev keçikên ciwan çûne wir da ku bixwînin, lê wan ew qetil kirin. Bi ser de jî, wekî ku tiştek nebûye, kuştinê wekî xwekujiyê nîşan didin û dibêjin ‘rehma Xwedê lê be’. Em vê yekê qebûl nakin. Her wiha, ew rektorê ku heta niha qet derneketiye holê, helwest û tevgerên wî li holê ne.”

‘Em bi aşkera û zelal dibêjin, qetilkirina jinan polîtîk e’

Neslîhan Şedal di şexsê Rojîn Kabaîş û di şexsê Gulistan Dokû de, ew jinên ku hatine qetilkirin, jinên ku hatine windakirin yek bi yek bi bîr anî û ev tişt anîi ziman: “Jiyana wan, têkoşîna wan, ji bo me jî têkoşîna edaletê ye. Em jî bi malbatên wan re, têkoşîna edaletê didomînin. Ji ber vê yekê jî em bi aşkera û zelal dibêjin, qetilkirina jinan polîtîk e. Me ev tişt di mijara Rojîn Kabaiş de bi awayekî aşkera dît. Bi hemû mekanîzmayên xwe ve, bi hemû saziyên xwe ve, bi hemû qadên xwe ve, xwestin ku rastiyê di tariyê de bihêlin. Lê li hemberî wan, hemû jin, malbata Rojînê, ciwan û gelê me dengek derxist û refleksek nîşan da, ji bo ku rastî di tariyê de nemîne. Eger ku me dengek dernexistibûya, ew ê jî wekî ku gotin ‘ev mirin întîhar e’, mîna tiştekî asayî di nav tariyê de sergirtî bihata hiştin. Lê di wê mijarê de serkeftin ne ya wan bû. Ji ber ku li hemû qadan her kesekî refleksek nîşan da, wan jî dît ku dema mirov dengê xwe bike yek, wê heqîqet derkeve holê.”

‘Me dît ku xebatên lêgerînê di qadek pir teng û sînordar de ne’

Parêzer Fatma Ulgen dest nîşan kir ku di lêpirsîna ku derbarê mirina gumanbar a Rojînê de tê meşandin, ew bi hevalên xwe yên di komîsyona şopandina dozê de dosyeyê dişopînin û wiha axivî: “Em tim û tim diaxivin, Apê Nizamettin di her fersendê de vedibêje, em jî dixwazin vê pêvajoya hiqûqî ji destpêkê ve hinekî vebêjin û ji we re ragihînin. Ji ber ku agahiya windabûna Rojînê dereng ji malbatê re hate ragihandin, me, baroyan, parêzeran û rêxistinên civaka sivîl jî bi heman awayî agahiya windabûna Rojînê dereng wergirt. Bi agahdarbûna malbatê re, dema em çûn kampusê, bi rastî jî me derfeta çavdêriya rasterast a gelek xemsariyan dît. Dema em çûn, me dît ku xebatên lêgerînê di qadek pir teng û sînordar de, tenê li Gola Wanê û derdora wê tên meşandin. Bi bangên Apê Nizamettin û bangên saziyên civaka sivîl re, bi avabûna hêzeke giştî ya kolektîf, xebatên lêgerînê bi rengekî berfirehtir belav bûn. Yek ji pirsgirêkên herî mezin li vir, bicihanîna biryara sînordarkirinê ji destpêka dosyeyê ve ye. Helbet em hiqûqnas dema biryara sînordarkirinê li gorî hiqûqê were bicihanîn em îtîraz nakin. Lê eger biryara sînordarkirinê tenê li ser malbatê û parêzerên dosyeyê were tetbîqkirin, bêguman rewşeke gumanbar li wir heye. Di vê dosyeyê de gelek daxwaz hebûn, ji bo em hîn bibin bê ka çi bi serê Rojînê hatiye bêhejmar daxwaz hatibûn pêşkêşkirin.”

‘Ev yek êdî ji bo rojnamegerên Kurd veguheriye yek ji sansurên giştî’

Rojnameger Ruşen Takva anî ziman ku ew di cewherê xwe de berdêlên rojnamegeriya Kurdî didin û ev tişt gotin: “Ne tenê di doza Rojînê de, wekî mînak dema ku qeyûm li Wanê hate tayînkirin jî em rastî astengiyan hatin. Di doza Rojînê de jî em tên astengkirin, ev yek êdî ji bo rojnamegerên Kurd veguheriye yek ji sansurên giştî. Lê belê, ez dixwazim hinekî qala vê yekê bikim bê ka di rastiyê de em bi kê re rû bi rû ne. Bi taybetî burokrasiya Wanê di vê mijarê de pratîkên pir xofdar nîşan dide. Wekî ku apê Nîzamettîn jî anî ziman, dema ku hêj tiştek li holê tune bû, ango hêj otopsî dest pê nekiribû, afirandina têgihiştina “keçikê xwe kuştiye” ji aliyê Waliyê Wanê ve û arastekirina dozê, û yekser piştî wê jî wekî ku Xanima Fatma got, derewkirina dozger di destpêka dozê de. Ango, dema ku hêj tespîta DNAyê nehatibû kirin û raporeke wiha di destê wî de tunebû, derbarê herêma DNAyên hatine dîtin de ji raya giştî re derewan dike, ev yek bi awayekî pir zelal nîşan dide ku em bi çi re rû bi rû ne.”

‘Edalet ne tenê tiştek e ku di salonên dadgehan tê lêgerîn’

Dêrûnnas Hulya Konak anî ziman ku wekî jinekê, mirovekê, dêrûnnasekê û wekî zaroka bavekî me û da zanîn ku ew niha hemû ji bo berpirsiyariyeke wijdanî li vir civiyane û ev tişt gotin: “Çîroka Rojînê bi rastî gelek agahiyên hûrgilî û girîng dide me. Ji ber ku çîroka Rojînê, di cewhera xwe de çîroka lêgerîna edaletê ye. Li vir vê yekê nîşan dide, bi rastî edalet ne tenê tiştek e ku di salonên dadgehan de tê lêgerîn, edalet bi dayîna qedr û qîmetê ji jiyana mirovekî û civakekê re dest pê dike. Wekî dêrûnasekê dikarim vê bibêjim, trawma ne tenê bandorên takekesî, lê di heman demê de bandorên civakî jî dihêlin. Heya ku çîrokên neçareserkirî û pirsên bêbersiv vekirî bimînin, wekî civak û mirov em ê di nava vê civakê de rê li ber bêbawerî û şikestinan vekin. Çîroka Rojînê, wekî ku min berê jî anî ziman, ne tenê windahiyek e, bi rastî ew çîroka lêgerîna edaletê ye.”

‘Hiqûq li vî welatî nayê meşandin’

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak da zanîn ku meseleya Rojînê ev gel anî cem hev, ev bûyer têkoşînê kir yek û ev tişt anî ziman: “Xwezî ev bûyer çênebûya, xwezî îro me li ser tiştên din nîqaş bikira. Di vî warî de em pir zehmetiyê dikişînin. Her çiqas ev mijar hîn jî di rojevê de be, bi kêmanî ji bo yên ku têkoşînê didin rojevê de be jî, mixabin di vê serdema em tê de dijîn de her tişt bi jibîrkirinê re rû bi rû ye. Di vî warî de ev belgefîlm pir bi qîmet e. Bû têkoşîna hemû jinên di malbatê de. Li qadan, di meşan de me li têkoşîna kekê Nîzamettîn temaşe kir. Ev pir bi qîmet bû, lê belê dema me berê xwe dida Wanê cihê ku bûyer lê qewimî, li Amedê me hemû jinên malbatê li cem xwe, li vir dîtin, em bi wan re hatin cem hev, em bûn malbatek. Mixabin her mirovekî/ê ku bi dehan caran dît hiqûq li vî welatî nayê meşandin, bi rengekî cûda ev yek jiya. Em têkoşîna jinan mezin dikin da ku cînayetên jinan û îstîsmar bi dawî bibin. Ya esasî têkoşîna jinan e. Ez ji dil bawer dikim ku dê teqez faîl werin dîtin, werin cezakirin û wijdana civakê rehet bibe.”

‘Me dixwest li ser van xakên qedîm ên bi bêhna bihuştê belgefîlmên çandî bikişînin’

Derhênerê belgefîlmê Gokhan Çetîn jî dest nîşan kir ku Gelo edalet tenê di salonên dadgehan de tê lêgerîn yan edaleta hestan jî heye û wiha axivî: “Sê meymûnan dora me pêçaye, min nedît, min nebihîst, ez nizanim. Me dixwest li ser van xakên qedîm ên bi bêhna bihuştê belgefîlmên çandî bikişînin. Lê em çawa dikarin çavên xwe ji van bûyerên ku di wijdanan de cih nagirin re bigirin.”

 

Etîket: AmedbelgefîlsmRojbîn KabaîşTerazûya Şikestî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja 9an a Festîvala Şanoyê bi lîstikên navneteweyî berdewam kir

Roja 9an a Festîvala Şanoyê bi lîstikên navneteweyî berdewam kir

30 NÎSAN 2026
Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

29 NÎSAN 2026
DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

28 NÎSAN 2026
Berfîn Zenderlîoglu: Şano taktîka ji nû ve hebûnê ye

Berfîn Zenderlîoglu: Şano taktîka ji nû ve hebûnê ye

28 NÎSAN 2026
Amedspor ber bi Lîga Super ve diçe HATE NÛKIRIN

Amedspor ber bi Lîga Super ve diçe HATE NÛKIRIN

26 NÎSAN 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên kedê yên Êlihê banga tevlîbûna meşa 1ê Gulanê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne