• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    Ji Îranê piştî kuştina Larîcanî gefên tolhildanê

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Ji Kongra-Gel pîrozbahî û bangawaziya Newrozê

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    ‘Nijadperestî zirarê dide aştiya di nava civakê de’

    Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    Ji Îranê piştî kuştina Larîcanî gefên tolhildanê

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

    Li Rojhilatê Kurdistanê bombebarana giran: 17 bajar 179 êriş

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

Navenda Nûçeyan / AW

18 ADAR 2026 - 12:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan li ser Newroza 2026an daxuyaniyên girîng dan û balkişand ser şoreşger û siyasetmedarên îsal jiyana xwe ji dest dayîn kir. Karayilan bîranînên û nirxandinên xwe yên derbarê Salih Muslim, Huseyin Aykol, Osman Kiliç, Sirri Sureya Onder, Selim Sadak, Ehmed Huseynî şoreşgerên din de vegotin û soza meşandina têkoşîna wan da.

Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan ji ANFê re bi boneya Newrozê axivî û pêvajoya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Karayilan cejna Newrozê û cejna Remezanê li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir. Karayilan wiha got: “Meha Remezanê ne tenê meha rojiyê ye; Remezan di heman demê de meha paqijkirina nefs û ruh, meha bedewî û aştiyê ye. Cejna Newrozê jî cejna biratî, yekîtî, têkoşîn û berxwedanê ye. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku di her du cejnan de ruhê neteweyî, ruhê azadî, aştî û piştgiriyê bêtir geş bibe. Di vê çarçoveyê de ez cejna her kesê pîroz dikim.”

‘Cejna Newrozê bi têkoşîna me re gihiş asteke nû’

Karayilan anî ziman ku bi têkoşînê cejna Newrozê gihiştiye asteke nû û wiha axivî: “Bi taybetî nirxandinên Rêber Apo yên li ser dîroka gelê me, tevgera Medya û derketina Newrozê, girîngiyeke mezin da Newrozê. Nirxandinên ku li ser vê bingehê hatin pêşxistin, ji bo me bû rojeke nû û derketineke nû. Ji ber vê yekê heval Mazlum Dogan di şert û mercên zindana Amedê de roja Newrozê bi 3 darikên kibrîtê Newroz pîroz kir û çalakiya xwe ya dîrokî pêk anî. Dîsa şoreşgerên wekî Zekiye Alkan û Rahşan Demirel bedenên xwe dan ber agir û agirê Newrozê gurr kirin û Newroz pîroz kirin. Ji ber vê yekê di dîroka têkoşîna me de cihê Newrozê girîng û taybet e. Li ser vê bingehê ez hemû şehîdên Newroz û şoreşê di şexsê Kawayê Hemdem heval Mazlum Dogan û Zekiye Alkan de bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim. Di van rojên pîroz de ez soza ku me daye wan careke din dubare dikim. Em ê heta dawiyê li ser xeta wan û şopa wan têbikoşin û ji bo serkeftina armancên wan ên pîroz têkoşînê bilind bikin. Agirê Newrozê agirê mizgînî, serkeftin û serfiraziyê ye. Bi ruhê agirê Newrozê em ê teqez encam bigirin û doza şehîdên leheng bi ser bixînin.”

‘Salih Muslim di têkoşînê de rolek girîng lîst’

Li ser wefata Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim û kesayeta wî Karayilan axivî û da zanîn ku wan hev ji mêj ve nas kirine. Karayilan wiha domand: “Salih Muslim li Tirkiyeyê xwendibû. Ji ber wê siyaseta Tirkiyeyê dişopand lê Tevgera me ji nêz ve nedinasî. Piştî ku nas kir, bi taybetî di sala 1983’an de piştî hevdîtina bi Rêber Apo re, êdî biryar da ku bi Tevgerê re bimeşe. Ji wê demê ve di xebatên azadiya Kurdistanê de keda wî pir çêbû. Di wan deman de li Erebistana Siûdî dixebitî. Rêber Apo bi xwe yekser bi xebatên Erebistana Siûdî re eleqedar dibû. Li wir kadro tune bûn, kesên welatparêz hebûn. Bi telefonê yekser bi wan re dipeyivî, her dem têkilî datanî. Yek ji wan jî heval Salih Muslim bû. Heval Salih Muslim gelek caran bi rêya telefonê yan jî bi hevdîtinên rûbirû Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo wî got: ‘Ji bo min mîna Sırrı Sureyya Onder pir hêja û giranbiha ye.’ Bi rastî jî hevalên wiha di xebatên me de rolên pir girîng lîstin. Heval Salih Muslim jî wisa bû. Bi bêgumanî beşdar bû û fedakariyeke mezin nîşan da. Erebiya wî baş bû, di warê wergerandina fikir û ramanên Rêber Apo de jî kedeke mezin da. Li Kobanê pêşî Enver Aluş di vê mijarê de ked dida. Piştre heval Salih Muslim bêtir ramanên Rêbertiyê nivîsandin û nirxandinên wî yên giştî wergerandin. Bi gotineke din, hem di xebatên îdeolojîk de hem jî di xebatên siyasî û rêxistinî de ked da.”

‘Di xeta Rêber Apo de kûr bû’

Karayilan anî ziman ku Muslim piştre di avakirina PYDê û di pêvajoyên destpêkê de wekî hevserok rol lîstiye û di siyaseta Kurd de ked daye û cihekî girîng girtiye. Karayilan wiha pêde çû: “Di têkoşîna xwe ya di çarçoveya xeta Rêber Apo de roj bi roj kûr bû, bi biryardarî û sekneke bêtir beşdarbûneke xurt nîşan da. Belê, Salih Muslim kesekî ku soza kadrobûnê dabû partiyê ne bû, lê mîna kadroyekî giştî yê şoreşê dixebitî. Bi vê şêweyê hevalên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin hene. Dikare were gotin ku ew ji bo wan hemûyan mînak e. Tevî ku soza kadrobûnê nedabû partiyê jî, bûbû kadroyekî welatê azad, kadroyekî têkoşîna azadiyê; şev û roja xwe da, hem malbata wî hem jî wî bi xwe her cure fedakarî nîşan da. Di nav têkoşînê de wekî rêberê gelekî mînak derket holê. Hevalên din ên wiha jî hene. Ne şert e ku kesên di têkoşîna Apoyî, azadî û demokrasiyê de rol dilîzin teqez bibin kadroyên partiyê yên sondxwarî. Ya girîng ew e ku mirov bi biryardarî û bê dudilî beşdar bibe, di ramanên rêbertiyê de kûr bibe û di vê çarçoveyê de rol bigire ser xwe û rola xwe bileyize. Salih Muslim ji bo vê yekê mînakeke mezin e. Me gelek xebat bi hev re kirin. Bîranînên hevalên leheng ên mîna Salih Muslim nayên jibîrkirin. Li ser vê bingehê ez wî careke din bi rêz bi bîr tînim, sersaxiyê ji malbata wî û gelê me yê hêja yê Kobanê re dixwazim.”

‘Ji bo têkoşînê her cure fedakarî kir’

Li ser keda Salih Muslim jî Karayilan got ku di nav têkoşînê de kesên ku bi vî rengî xwedî rol in, di çarçoveya demokrasî û welatparêziyê de beşdar bûne û erkên girîng pêk anîne hene. Karayilan ev tişt gotin: “Yek ji wan jî, wekî ku Rêber Apo jî amaje pê kiriye, Sırrı Sureyya Onder e. Sırrı Sureyya jî tevî ku ne kadroyê tevgerê ye, hevalekî ku roleke girîng lîstiye. Berê di tevgerên çep ên Tirkiyeyê de wekî sosyalistekî cih girtibû, di zindanê de mabû; hunermend, ronakbir, siyasetmedar û hevalekî ku xwedî gelek behreyên din bû. Piştî ku xeta Rêber Apo û Tevgera me nas kir, bi biryardarî û kelecaniyeke mezin beşdar bû. Wekî kesekî Tirkmen ku ji tevgera çep a Tirkiyeyê tê, sempatiyeke mezin û eleqeyeke germ ji doza gelê Kurd re nîşan da. Ev helbet meseleya durustî, paqijî û wijdanê ye. Wî ev dît û xwest bixebite. Min ew di sala 2013an de nas kir. Her gava ku dihat cem me, teqez şevekê dima, me bi wî re axaftinên pir berfireh û sohbet dikirin. Mirovekî wiha vekirî bû û ji bo têkoşîna azadî, sosyalîzm û demokrasiyê her cure fedakarî dikir. Li ser vê bingehê ez Sırrı Sureyya Onder jî careke din bi rêz bi bîr tînim. Bîranînên wan dê her dem bi me re bijîn.”

‘Huseyîn Aykol jiyana xwe fexfî azadiya gelê Kurd kir’

Karayilan pêşengê çapemeniya azad û şoreşgerê enternasyonalîst Huseyîn Aykol jî bi bîr anî û ev nirxandin kirin: “Di heman demê de, ez dixwazim hevalê Huseyin Aykol jî bi bîr bînim; ew jî wekî Sırrı Sureyya bi eslê xwe ji Tirkiyeyê bû û di nav tevgera çep a Tirkiyeyê de cih girtibû, piştî ku zilm û nemafiya dewleta Tirk a li ser têkoşîna azadiyê dît, bi tevahî tevlî Têkoşîna Azadiya Kurd bû. Heval Huseyin Aykol, tevî ku têkiliya xwe ya bi rêxistina xwe re bi temamî nebirîbû jî, hemû jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiya Kurd kir. Bi rastî sosyalist, enternasyonalist û şoreşgerêkî mezin e. Hem ji bo têkoşîna sosyalîzm û azadiyê ya Tirkiyeyê hem jî ya Kurdistanê bi fedakariyeke mezin ked da û xizmet kir. Min heval Huseyin Aykol di sala 1991ê de nas kir. Berê bi telefonê, piştre jî di sala 1992an de li Libnanê, li qada rêbertiyê li Akademiya Mahsum Korkmaz me hev dît. Wê demê Rêber Apo jî li wir bû. Wê demê ne tenê hevpeyvîn kirin; di heman demê de li ser wê yekê ku em çawa dikarin hevkarî bikin û ew dikare çi rolê bileyize nîqaş kir. Di wê pêvajoyê de li ser derxistina Rojnameya Ozgur Gundem ku wê rojane weşanê bikira jî nîqaş hatin kirin. Yanî kesekî ku ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê amade bû her cure fedakariyê bike bû. Jixwe heta şehadeta xwe her ked da û xizmet kir. Bi vî rengî bû kedkarekî mezin ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Çawa ku li Tirkiyeyê ji bo doza sosyalizmê ked da, di têkoşîna gelê Kurd de jî bû kedkarekî pêşeng. Mirovekî taybet bû. Mînakên mîna wî kêm in. Evqas durust, paqij, biwijdan û girêdayî Têkoşîna Azadiya Kurd bûn pir girîng e.”

‘Em dê li ser xeta wan têkoşîna azadiya gelan mezin bikin’

Şoreşgerên di nav sala dawî de jiyana xwe ji dest dane ji hêla Karayilan ve hatin bîranîn û wiha got: “Heke îro em di biratiya gelan de roj bi roj kûr dibin, divê were zanîn ku rola hevalên wiha tê de pir zêde ye. Belê, di destpêka tevgera me de hevalên kadro yên wekî Haki Karer, Kemal Pir û piştre Emine Erciyes, Gulnaz Ege rol lîstin; ligel wan hevalên mîna Sırrı Sureyya Onder û Huseyin Aykol ku ji tevgera çep a Tirkiyeyê hatine, cîhan nas kirine, çandî û zana ne, bi van kûrbûnan beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurd bûne û bûne pirek di navbera gelan de. Beşdarbûna wan a bi ruhê enternasyonalist bingeha yekîtiya gelan xurt kir û van mirovên hêja hîn jî di têkoşîna me de vê rolê dilîzin. Dê her dem wisa be û em ê heta dawiyê li ser xeta wan têkoşîna azadiya gelan bilind bikin û bi ser bixînin.”

‘Sadak û Orhan nûnerên gelê Botanê bûn’

Fermandarê HPGê Karayilan behsa wefata Selîm Sadak jî kir û xemîngiya xwe anî ziman. Karayilan wiha got: “Di van rojan de yê ku me wî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kir hevalê me Selîm Sadak bû. Ew li beravên Çemê Dîcleyê li gundê Bafê yê Botanê mezin bû û kesayetiyek bi welatparêziya xwe dihat nasîn. Di sala 1991an de, dema ku Têkoşîna Azadiya Kurd gihîşt astekê ku dikare di siyaseta Tirkiyeyê de rolek bilîze, pêwîst bû ku hin kes wekî parlamenter werin hilbijartin. Di wê pêvajoyê de, nîqaşên ku kî dikare cih û warê gerîla, berxwedan, têkoşînê, çavkanî û keleha Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Botanê temsîl bike, dihatin kirin. Wê gavê navê Selîm Sadak hat rojevê û me bi vî awayî navê wî bihîst. Bi rastî, ew û hevalê me yê rêzdar Orhan Dogan wekî nûnerên gelê Botanê hatin nîşandan û wekî ku tê zanîn gelê me ew pesend kirin û bi vî rengî ew bûn parlamenter. Hevalê Selîm Sadak ê ku jiyana xwe ji bo welatparêziyê terxan kir, piştî ku ket siyasetê di nav gelê me û li Tirkiyeyê hat nasîn. Ew 10 salan di zindanê de ma û gavek jî paşve neavêt û welatparêziya xwe kûrtir kir.”

‘Girêdayî têkoşîna azadiyê bû’

Karayilan daxuyand ku Sadak girêdayî têkoşîna azadiyê bûye û wiha axivî: “Piştre, me pê re hevdîtin kir. Me li ser gelek tiştan nîqaş kir; me hevdu nas kir û gelek xebat bi hev re meşand. Li ser vê bingehê, ez hevalê Selîm Sadak bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim û sersaxiyê ji gelê Hezex-Botanê û malbata wî re dixwazim. Ez di wê baweriyê de me ku wê zarok û malbata Selîm Sadak li ser rêya bimeşin. Hevalekî ku mohra xwe li demekê xistiye û rol lîstiye divê beriya her kesî malbat û xizmên wî li ser şopa bimeşin. Divê hemû welatparêz li ser rêya hevalên wisa durist, paqij û girêdayî welatê xwe bimeşin. Bi vî rengî mirov dikare li ser rêya Selim Sadak kûr bibe, pêş bikeve û biserkeve. Li ser vê bingehê, ez careke din sersaxiyê ji gelê hêja yê Hezexê re dixwazim. Hevalên mîna Selîm Sadak ê ku welatparêxiya wî xurt, bi biryar û girêdayî têkoşîna azadiya gelê Kurd, ji bo me û hemû welatparêzan mînak in. Divê Selîm Sadak û yên mîna wî di vê çarçoveyê de werin dîtin û divê em wan bi vî rengî nemir bikin. Em li ser vê bingehê nêzîkî van şoreşgerên qehreman û hevalên hêja dibin.”

‘Kiliç û Huseynî nirxên Kurdistanê ye’

Li ser wefata helbetvan û nivîskarê Kurd ê navdar ehmed Huseynî û ji pêşengên çapemeniya azad Osman Kiliç (Gundî) jî bi dilgermî bi bîr anîn. Karayilan diyar kir ku ji ber van şehadetan gelek xemgîn bûne û du kesayên ji bo civaka Kurd gelek girîng winda kirine. Karayilan daxuyand ku Huseynî û Kiliç jiyana xwe ji bo pêşvebirina huner, wêje, çapemenî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wexf kirine û dê keda wan tu carî neyê ji bîr kirin.

 

 

 

 

Etîket: Ahmed HuseyniHuseyîn AykolKarayilanOsman KiliçSalih MuslimSırrı Sureya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

18 ADAR 2026
Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

16 ADAR 2026
Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

16 ADAR 2026
Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

15 ADAR 2026
Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

Şandeya Bakur sersaxî ji malbata Salih Muslim xwest

14 ADAR 2026
Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt Kobanê

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (686)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne