Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) têkildarî bûyera daxistina ala Sûriyeyê, pêkanînên li dijî gelê Kurd ê li Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku ew bi tundî li dijî kesên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin derdikeve.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) têkildarî bûyera daxistina ala Sûriyeyê û êrişên li dijî gelê Efrînê daxuyaniyekê da.
Daxuyanî wiha ye:
“Li ser bingeha berpirsiyartiya me ya neteweyî û exlaqî ya parastina aştiya navxweyî û aramiya herêmê û digel pîrozbaniyên bi boneya cejna Newrozê li bajarê Kobanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê bûyera daxistina ala Sûriyeyê ji hêla kesekî karekî takakesî ye şopand, ew karekî şermezarkirî ye, bi tu şêweyî siyaseta herêmê yan jî nirxên jiyana hevbeş nîşan nade.
Di dema çêbûna bûyerê de Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn bi erka xwe rabe û demildest tevgeriya, kesê ew kar kiriye girt. Gerînendetiyê bi tundî destdirêjiya li dijî sembolên Sûriyeyiyan red kir.
Em binpêkirinên li Efrîn û Helebê yên piştî pîrozbahiyan çêbûne, pêkanîna hin aliyan a bikaranîna van dîmenan û xistina xizemetê derxistina aloziyên plankirî şermezar dikin, nemaze li herêma Efrînê nijadperestî û tafîperestî tên gurkirin û êrişî şêniyan tê kirin.
Ev pêkanînên provakasyonê nakevin xizmetî berjewendiya herêmê, berovajî rasterast aramiyê têk dibin.
Li ser vê bingehê, em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku berdewama ketina pey van fitneyên bi armanca gurkirina aloziya taîfî wê zirarê bidin tevahî Sûriyeyiyan. Em girêdanbûna xwe ya parastina ewlehiya giştî dubare dikin û bang li xelkê xwe dikin ku hestyar tev bigerin û xwe ragirin, nekevin pey dengên ftineyan gur dikin. Emê bi tundî li hember her kesên hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin derkevin.”













