Ji aliyên Bloombergê ve hat eşkerekirin ku Îranê piştî êrişa Îsraîlê ya li ser South Parsê gaza xwezayî ya ji ser Tirkiyeyê qut kir.
Li gorî raporeke Bloombergê, Îranê hefteya borî piştî êrişa Îsraîlê ya li ser herêma gaza xwezayî ya Parsa Başûr, hinardekirina gaza xwezayî ya ji bo Tirkiyeyê rawestand.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Komeleya Belavkarên Gaza Xwezayî ya Tirkiyeyê (Gazbir) ve hatine berhevkirin, Tirkiyeyê par ji sedî 14ê pêdiviyên xwe yên gazê ji Îranê peyda dikir.
Her çiqas ne diyar e ku ev qutbûna gaza Îranê dê çiqas bidome, çavkaniyên ku ji Bloomberg re axivîn diyar kirin ku Tirkiye ji bo çavkaniyên xwe yên sereke, Rûsya û Azerbaycanê, gazê îthal dike û stokên wan têra wan hene.













