Li navçeya Şirnexê ya Elkê pîrozbahiyên Newrozê hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez di pîrozbahiyê de axivî û got: “Ev agir heta serketinê dê geş be.”
Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Tevî nûnerên siyasiyên partî û rêxistinên civakî û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi rengên kes, sor û zer û bi pankartan ve hate xemilandin. Welatiyan di danê sibê de bi cilên xwe yên neteweyî ve herikîn qadê û bi gerandina govendê ve dest bi pîrozbahiyê kirin. Beriya pîrozbahiyê welatiyan bi domdarî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘Em ê Newroza pêş bi Rêber Apo re pîroz bikin’
Pîrozbahiyê bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amedekar a Newrozê Dayika Aştiyê Siyajîn Cîn axivî û Newroza gel pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê Şirnexê Ramazan Uysal diyar kir ev Newroz, Newroza yekitî û azadiyê ye û ev tişt got: “Gelê Kurd yek e. Ev peyam bi rojan e li Botanê li qadên Newrozê tê dayîn. Îro li Elkê Newroza dawî ye. Divê em yekitî û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em ê Newroza 2027an bi Rêber Apo re pîroz bikin.”
‘Heye serkeftinê dê ev agir geş bibe’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku li Botanê Newrozek bi coşe hatiye pîrozkirin û wiha axivî: “Em Newroza qehremanên ku axa me ye pîroz ji Marînosê heta Kato, Cûdî û Feraşînê pîroztir kirin, pîroz dikin. Newroz ji bo destanek e, çîroka qehremaniyê ye. Ev agir heta serketinê dê geş be. Em heta dawiyê xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk derdikevin. Em Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin.”
Agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Newroz” ve hate vêxistin. Pîrozbahî piştî gerandina govenda li ber stranên Koma Sîdar, bi dawî bû.














