Rejîma Îranê li bi dronan êrişî depoyên petrolê yên li herêma Çemankê ya ser bi Amediyê ve kir. Di encama êrişan de li depoyên petrolê şewat derket.
Êrişên rejîma Îranê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê berdewam dikin. Hate zanîn ku rejîma Îranê êrişî depoyên petrolê yên li herêma Çemankê ya ser bi Amediyê ve kir. Di encama êrişan de li du depoyên petrolê şewat derket. Hate ragihandin ku ji ber êrişan windahiyek can nîne lê li depoyên petrolê xisarek mezin a madî pêk hat.













