Welatiyên ji gundên derdorê, ji bo pîrozkirina 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, berê xwe didin gundê Amarayê.
Şêniyên gundên cîran ên Amaraya ji bo pîrozkirina 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe didin gundê Amarayê. Bi sedan welatî hem ji pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd hem jî ji bo tev li pîrozbahiyan bibin li hewşa mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê ji dayik bûye kom bûn. Welatiyên bi cil û bergên neteweyî û xemlên xwe hatine ji hêla Mehmet Ocalan, Omer Ocalan û Alî Ocalan tên pêşwazîkirin.
Welatiyên ku berê xwe didin gund bi dilgermî tên pêşwazîkirin.














