Bi hezaran welatiyên ji bo rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn Amarayê, bi coşeke mezin pîrozbahî li darxistin. Pîrozbahî bi stran, gerandina govendan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hezaran ve li mala Abdullah Ocalan jê ji dayikbûyê ya gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê tê pîroz kirin. Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jê ji dayikbûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hat xemilandin. Her wiha girseyê pankarta li ser, “Bi Rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya Demokratîk ve” dinivsî hilgirtin û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrişa cendermeyan de hatibûn qetilkirin rakirin.
Girsê bi gerandina govend û berzkirina dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de pastayeke sembolîk a hatibû amadekirin jî hat birîn. Pîrozbahiya rojbûnê bi berzkrina dirûşmeyan û gerandina govendan bi dawî bû.













