Îranê doh û pêr di nava 24 saetan de 2 balafirên şer yên Amerîkayê xist. Amerîkayê daxuyand ku hêzên wan pîlotê balafira F-15ê yê duyemin ê wenda jî bi operasyonekê rizgar kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê ragihand ku efserê pergalên çekan (WSO) yê balafira F-15ê, ku li Îranê winda bûbû, bi operasyoneke taybet a hatiye rizgarkirin. Herwiha Trump da zanîn ku di operasyona leşkerî de tu zirar negihiştiye hêzên wan.
Pîlot li Îranê hat derxistin
Li gorî agahiyên ku ji aliyê berpirsên payebilind ên Pentagonê ve ji bo FOX News û NBC News hatine parvekirin, hêzên taybet ên Amerîkayê (Special Operations) bi şev derbasî kûrahiya axa Îranê bûn. Hat ragihandin ku efserê winda hatiye dîtin û ber bi herêmeke ewle ve hatiye veguhastin.
Aqûbeta her du pîlotan diyar bû
Bi vê geşedanê re, her du endamên muretebatê balafira şer a F-15 Strike Eaglê ya ku di 3yê Nîsana 2026an de hatibû xistin, hatine rizgarkirin. Pîlotê yekemîn di saetên destpêkê yên piştî ketina balafirê de hatibû dîtin, lê ji bo pîlotê duyemîn operasyoneke lezgîn a rizgarkirinê hatiye meşandin.
Hêjayî gotinê ye ku Îranê ji bo kesê ku pîlotê winda teslîmî wan bike, xelat diyar kiribû.













