• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

    Li Wanê piştgiriya ji bo ‘Pirtûkên Kurdî’ didome

    Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

    Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici

    Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

    Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

    ‘Divê Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bê berdan’

    ‘Divê Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bê berdan’

    ‘Aştiyeke civakî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e’

    ‘Aştiyeke civakî bi eşkerekirina aqûbeta windayan pêkan e’

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

    Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Domkirina dagirkeriya Tirkiyeyê vegera koçberên Serêkaniyê asteng dike

Navenda Nûçeyan / AW

5 NÎSAN 2026 - 08:51
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê diyar kirin ku ji ber dagirkerî, tunebûna ewlehiyê û desteserkirina mal û milkên wan, vegera wan di vê rewşê de nepêkan e. Koçberan xwest ku divê çekdar û biyanî ji malên wan derkevin da ku bikarin vegerin.

Koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û komên çete ji warên xwe bûne, têkildarî nîqaşên “vegerê” ji ANAHyê re axivîn. Koçberan destnîşan kir ku mal, erd û gundên wan hîn jî di bin kontrola çekdaran û niştecihên biyanî de ne. Ligel Peymana 29ê Çileyê jî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî hêj dawî li dagerkeriyê neanîne û bi vî awayî pêşiya pêkanîna peymanê digirin.

‘Gund hatine wêrankirin û ewlehî nîn e’

Mihemed Wezo ku şêniyê gundê El Rebîatê yê navçeya Zirganê ye, bertek nîqaşî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê da. Wezo bal kişand ser wêrankariya li herêmê û wiha got: “Hemû berpirsên ku li ser dosyaya vegera koçberan dixebitin, rewşa me dizanin. Gundê me bi temamî hatiye wêrankirin. Di vê rewşê de em çawa vegerin? Ewlehî nîn e û jiyan lê nabe. Em naxwazin bi tena serê xwe û di bin xeteriyê de vegerin; daxwaza me vegereke bi komî, bi rûmet û bi garantiyeke navneteweyî ye.”

‘Bila niştecih û çekdar derkevin’

Jina bi navê Sito ya ji gundê Til Beyderê jî heman fikar anîn ziman û wiha axivî: “Niştecihên ku anîne li wir bi cih kirine hîn di gundê me de ne. Malên me xira kirine. Heta ku ew çekdar û kesên biyanî ji gundê me dernekevin, vegera me negengaz e. Divê rê li ber vegera ewle were vekirin.”

‘Erdên me tên talankirin’

Welatiyê bi navê Sebo Hemê ku ji bajarê Serêkaniyê koçber bûye, bal kişand ser talankirina milkên wan û wiha axivî: “Malên me wêran kirine û dest danîne ser erdên me. Ez naxwazim kesekî ku ne ji wir e di mala min de bijî. Li gundê El Ferîsa 140 donim erdê min heye, lê malbatên çeteyan dest danîne ser û ji bo xwe diçînin. Heya kengî dê ev dagirkerî berdewam bike? Em dixwazin bi rûmet û ewlehî vegerin ser milkên xwe.”

Etîket: dagirkeriya TirkiyeyêSerêkaniyêVegera Koçberan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malzûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan

Malzûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan

6 GULAN 2026
Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

13 NÎSAN 2026
DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1  Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

Komeke din a koçberan dê 8ê nîsanê vegere Efrînê

5 NÎSAN 2026
Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nakişîne: 4 sivîl revandin

Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê nakişîne: 4 sivîl revandin

4 NÎSAN 2026
Karwanê duyemîn ê Efrîniyan bi rê ket

Karwanê duyemîn ê Efrîniyan bi rê ket

4 NÎSAN 2026
Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûn berpirsyariyeke hevpar a tevahiya civakê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (607)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne