Dîrok û bernameya ‘Meşa Dirêj’ a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan her sal ji aliyê ciwanan ve tê lidarxistin, diyar bû.
Dîroka bernameya çalakiya ‘Meşa Dirêj’ a îsal wê di navbera 9-14ê Sibatê de ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê heta bajarê Freiburgê bê lidarxistin. Çalakî wê 15ê Sibatê bi Meşa Mezin a li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike. Ji bo meşa ku wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kirin. Di bangawaziyê de ji ciwanan hate xwestin ku bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ beşdarî meşê bibin. Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî meşê bibin.
Di roja destpêkê ya meşê de ku wê ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê bike û heta bajarê Freiburgê dewam bike, wê Komploya Navneteweyî bê nirxandin. Komîteya Amadekar têklidarî çalakiyê daxuyaniyek da û got, “Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin ku li hemberî Rêber Apo hate kirin. Li hemberî vê komployê ku ji aliyê hêzên Gladio ve hate kirin em ê bibin yek û dîwarên sîstema qirker û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Li dijî faşîzm û mêtingeriyê em ê bi dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”
* Cihê kombûnê: Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn, Almanya
* Dema kombûnê: 10:00