Taxa Bextiyarî ya li parêzgeha Silêmaniyê duh bi şev du caran rastî êrîşên bi dron hat.
Êrişên li ser Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li gorî ajansa RojNewsê duh derengiya şevê bi dronan êrişî taxa Bextiyarî ya li Silêmaniyê hate kirin.
Tê gotin mala bûyî hedefa dronan, baregeha Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê bû.













