Civînek di navbera Hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û Serokê CHP Ozgür Özel de dest pê kir.
Civîna di navbera Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û Serokê CHPê Ozgur Ozel de dest pê kir.
Civîn li avahiya DEM Partiyê li Balgatê pêk tê. Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û endama Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) Elîf Bûlût li ber deriyê civînê pêşwaziya Ozel û şandeya wî kirin.
Rojeva sereke ya civînê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Tê payîn ku banga CHPê ya ji bo hilbijartinên pêşwext jî were nîqaşkirin.
Piştî civînê tê payîn ku daxuyaniyek hevbeş were dayîn.













